Li gorî ajansa nûçeyan a girêdayî Şamê SANA’yê armanca hevdîtinan ‘xurtkirina îstiqrara li herêmê ye’. Hevdîtin di demeke ku li başûrê Sûriyeyê tengasî zêde de, pêk hat.
Yek ji mijarên herî girîng, rewşa ewlehiyê ya li Siwêdayê bû ku zêdeyî 1.400 kesan lê jiyana xwe ji dest dan.
Îsraîl diyar kir ku mudaxile ji bo parastina civaka Durzî ji êrîşên eşîrên Sunnî ye. Rêveberiya Şamê ev yek weke “mudaxileya li karên hundir a Sûriyeyê” pênase kir.
GELO WÊ PEYMANA 1974’AN DUBARE BIBE?
Şande her wiha li ser çavdêriya agirbesta hatî şikandin a ku 19’ê Tîrmehê bi navbeynkariya DYE’yê pêk hat, nîqaş kirin.
Mijareke din jî îhtimala vegera li Peymana ku sala 1974’an di navbera Sûriye û Îsraîl de hatî îmzekirin û di navbera her du welatan de herêma tampon pêşbînî dike ye.
Lê tevî vê çarçoveyê jî Îsraîl ji meha kanûnê ve li başûrê Sûriyeyê gelek êrîşên hewayî û operasyonên bejahî pêk anîn. Di meha Tîrmehê de hêzên hewayî yên Îsraîlê Qesra Serokkomariyê ya li Şamê û qereqola artêşê hedef girt, li ser vê yekê yekîneyên Sûriyeyê neçar mabûn ji Siwêdayê vekişin.
Her çendî ku agirbest hîna di meriyetê de be jî, li Siwêdayê ku piranî Durzî lê dijîn, ji ber êrîşên hêzên Şamê tengasî didome.