Di civîna pêncemîn a komîsyonê de li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û nûnerên saziyên mafên mirovan hate guhdarîkirin. Ji Dayikên Şemiyê Besna Tosûn, Masîde Ocak û Îkbal Eren ên ku ji sala 1995’an û vir ve ji bo xizmên xwe yên winda li edaletê digerin, beşdarî civînê bûn.
Xwişka Hayrettîn Eren ê winda Îkbal Eren li ser civîna komîsyonê ya ku beşdar bû axivî û diyar kir ku ji bo meşandina têkoşîna xwe ew her tim bi hêvî ne. Îkbal Eren anî ziman ku beriya niha wan nekarîn ji Komîsyonên Edalet û Heqîqetê yan jî Serokwezaretiyê encameke şênber bi dest bixin û destnîşan kir ku ew ji bo vê gavê nikarin bibêjin ku ‘çareseriya teqez’ ev e.
Îkbal Eren got, “Em weke malbat, dayik û mirovên Şemiyê 35 sal in bi eşkere dibêjin bê çi dixwazin. Em daxwazên xwe tînin ziman; dixwzin aqûbeta xizmên me yên winda bê eşkerekirin. Em her hefte vê yekê dubare dikin. Em dixwazin kiryar bêne darizandin.
Lewma di vê komîsyonê de hem me mînak dan bê xizmên me çawa hatin windakirin -ji ber ku hemû weke hev hatin windakirin- hem me navê 584 windayan û cihên li wan hatin windakirin dan, hem jî me daxwazên xwe dubare kir.
Ya ku me kir, tenê guhertina cih bû, ji ber ku her hefte em vê yekê dikin. Vê carê me li meclîsê anîn ziman. Li nava komîsyonê dibe ku mirovên nêzî kiryaran jî hebûn. Lewma me carekê li rûyê van mirovan nihêrîn û anîn ziman.
Hêvî her tim heye. Eger hêviya me nebûya ji xwe me nikarîbû ev têkoşîn dewam bikira. Me beriya niha li Komîsyona Heqîqet û Edaletê daxuyanî dan, daxwazên xwe anîn ziman, lê belê dît ku ji wir tiştek derneket.
Lewma ne li asteke welê me ku bibêjim, ‘çareseriya teqez’ ev e. Lê bi dîtina min gotin û vegotinên me bi têrkerî bala endamên komîsyonê û serokê komîsyonê kişand. Bi dîtina min, me bandor li wan kir. Ya ji niha û pê ve êdî ji wijdanê wan re maye, ji ber ku ev yek meseleyeke wijdanê ye.”