Serokê Weqfa Aşitiyê Hakan Tahmaz, destnîşan kir ku pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpê kirin, ji yên berê pêşketîtir e û got, cudahiyên fikrî yên di navbera partiyên siyasî de û geşedanên herêmî ji bo vê pêvajoyê hem fersend hem jî xeterî dihewîne. Tahmaz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku yekbûna piraniya partiyên di Meclîsê de li ser xalekê hevpar nîşan dide ku ev pêvajo ji yên berê pêşketîtir e. Tahmaz wiha got, “Hevhatina li ser xebatên komîsyonê û nirxandina pêvajoyê asteke ku heta niha nehatibû dîtin nîşan dide.”
XETERIYA JI NEDIYAR HENE
Tahmaz ragihand ku komîsyon qonaxeke girîng e, lê hin nediyariyên derbarê pêvajoyê de xeteriyên cidî çêdikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî nayê zanîn AKP dê çi bike. Nîşanên xurt hene ku ew zêdetir li ser bêçek kirinê disekine û bi awayekî pêvajoyê tenê bi bêçek kirinê ve sînordar dike. Ez difikirim ku ev yek xeteriyên girîng ji bo pêvajoyê dihewîne.”
JI BO FERSEND NEYÊ WINDAKIRIN
Tahmaz anî ziman ku biryarên PKK’ê yên bi banga Rêber Apo hatine girtin, pêvajoyê gihandiye qonaxeke gelekî erênî û wiha axivî: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî bêçek, bêşer, li ser bingeha hiqûq û siyasetê, ev fersendeke dîrokî ye. Ji bo ku ev fersend neyê windakirin, divê her kes berpirsiyariya xwe bêtir bi cih bîne. Ji vî alî ve, dibe ku komîsyon roleke gelekî girîng bilîze. Ev fersendeke girîng e ji bo civakîkirina aşitiyê û pêşxistina razîbûna civakî li ser bingeha welatiya wekhev, tevî hemû kêmî û kêmasiyan. Lingê herî girîng ê meşrûbûna aşitiyê Meclîs e. Ji ber vê yekê destpêkirina vê pêvajoyê di Meclîsê de jî girîng e.”
NÊZÎKATIYA TENÊ BO BÊÇEK KIRINÊ ŞAŞE
Tahmaz destnîşan kir ku li ser îradeya derketiye holê pirsgirêk hene û ev pirsgirêk ji ber nirxandina komîsyonê û pêvajoya nû ji aliyê her partiyê ve li gorî berjewendiyên xwe çêdibe. Tahmaz bilêv kir ku li ser armanca komîsyonê hê tam yekbûnek nehatiye peydakirin, navê komîsyonê jî di kêliya dawî de hatiye biryardan. Tahmaz diyar kir ku nîqaşkirina mijarê bi tenê bi fesihkirina PKK’ê û derxistina çekan ji holê re kêmkirin şaştiyeke mezin e. Tahmaz got, “Bêguman bêdengkirina çekan û bidawîkirina şer girîng e, lê mînakên cîhanê nîşan didin ku ji bo çareserkirina şerên bêçek jî bingeheke muzakereyê divê. Her çend çek ji holê rabin jî, şîdeta çandî û civakî dikare bidome. Ji ber vê yekê, ji holê rakirina her cure şîdetê bi çareseriyeke siyasî ya rastîn û avakirina bingeheke muzakereyê ve girêdayî ye.”
WEKHEV Û JIYANA AZAD
Tahmaz bibîr xist ku piştî banga Rêber Apo a 27’ê Sibatê, ew jî wek Weqfa Aşitiyê amadekariyê dikin û got ku wan pirtûka Vicenç Fisas a bi navê ‘Pêvajoya Muzakereyê di Şerên Siyasî yên Bêçek de’ ya sala 2021’ê wergerandiye tirkî. Tahmaz wiha berdewam kir: “Ji ber ku daxuyaniya PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û fesihkirina xwe, pirsgirêka welatiya wekhev û bikaranîna mafên kolektîf bixweber çareser nake. Em vê pêvajoyê wek qonaxeke nû dinirxînin ku daxwaza aşitiyê, têkoşîna welatiya wekhev û jiyana azad ber bi qada siyasî ve tê kişandin û aşitî di civakê de tê belavkirin. Li gorî min, banga Ocalan a 27’ê Sibatê ji aliyekî ve fesihkirina PKK’ê, ji aliyê din ve jî bangeke ji bo têkoşîna civakî ye ku pirsgirêk li ser bingeha hiqûq û siyasetê were çareserkirin.”
AKP LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN BÊTAHAMMUL E
Tahmaz diyar kir ku nebikaranîna vê fersendê dê bibe sedema wendabûna wextê ji bo Tirkiyeyê û got ku berê dema ku mase hatibû hilweşandin, Enqere fêm kiribû ku fersendeke mezin winda bûye. Tahmaz got, “Pirsgirêka Kurdî şêwazên nû digire. Desthilata AK Partî ne tenê li hundir li dijî mafên bingehîn ên Kurdan e, her wiha li hemberî destkeftiyên Kurdan jî bêtahamul e. Sedema bingehîn a destwerdana hêzên navneteweyî jî polîtîkayên hikûmetê yên bi taybetî li ser Rojava û helwesta wê ya ku Sûriyê wekî xeteriyekê dibîne, ye. Di van demên dawî de hem li hundir gavên ku tansiyona siyasî bilind dikin têne avêtin, hem jî hewldanên yekbûnê yên di navbera hêzên Kurdî yên li Rojava de têne astengkirin.”
PÊVAJO TÊ ASTENGKIRIN
Tahmaz got, ji aliyekî ve bi operasyonên li dijî CHP’ê û bilindbûna tansiyona siyasî, siyaseta Tirkiyeyê di nav tengezarîyê de ye, ji aliyê din ve jî hewldanên yekbûnê yên di navbera rêveberiya HTŞ û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi gotinên neyînî tên bersivandin. Tahmaz bi berdewamî wiha got: “Ev yek, civakîkirina aşitiyê û pêşketina pêvajoyê asteng dike. Divê siyaseta Tirk li Rojhilata Navîn û di paşeroja Tirkiyeyê de rêyên jiyana hevpar bi Kurdan û civakên din re biafirîne û xurt bike, lê axaftinên Hakan Fidan berevajî vê helwestê ne. Hin kes dibêjin ev têkoşîneke desthilatê ya di nav partiyê de ye, lê ez bawer im ev helwest polîtîkayeke dewletê ye. Ev nêzîkatî hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo veguherîna tevgera siyasî ya Kurdî û hêzên wê yên çekdarî ber bi çarçoveya siyaseta demokratîk û pergala hiqûqî ve têk dibe û bi rastiyên cîhana îroyîn re neguncav e. Bi taybetî operasyonên AK Partî yên ji bo dûrxistina CHP’ê ji pêvajoyê, neheqiya wê derbarê pêvajoyê de nîşan dide. Bangên MHP’ê û gavên hiqûqî jî ciyawaziya di navbera AK Partî û MHP’ê de û bêdilxwaziya AK Partî nîşan dide. Ev yek xeteriyê çêdike; zehmet e ku were texmînkirin bê ev tengezarî dê bi ku ve biçe û bi taybetî nakokiyên di navbera AK Partî û MHP’ê de dikarin bibin sedema têkçûna pêvajoyê.”