În, 27 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mustafa Karasu: Ji bo Rêber Apo wekî muzakerevan bê qebûlkirin, divê Meclîs biryarê bigre

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Girtîgeha Dûmlûyê ev 24 roj in di greva birçîbûnê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî wê peyama Rêber Apo bi weşana zindî parve bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pakistanê êrîşên çekdarî: 19 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 33 ramangeran banga ji bo ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Rapora komîsyonê li medya dîjîtal bi şert hate qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kampa Mexmûrê çalakiya nobetê ji bo Rêber Apo di roja 952’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohat Aktaş û Mehmet Yavûzel li ser gora xwe hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê piştgirî da hevpeymaniya siyasî ya li Rojhilatê Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Mafê hêviyê mafekî gerdûnî ye, ne qencî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JKŞ: Em bi yekîtiya jinan hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Mexmûrê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Eger Iraq dixwaze parastina me bike, bila YBŞ-YJŞ’ê nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê pêşangeha ‘Jin, Jiyan, Azadî – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şoreşa Jinê’ hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Çanda Jinên Kurd li Berlînê dest pê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye
Çand û Hûner

Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ku bi veguheriye kevneşopiyekê, îsal 13'ê Îlonê tê lidarxistin. KCDK-E û TJK-E'yê bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) têkildarî Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî ya 33’emîn daxuyaniyek hevpar weşandin.

Di daxuyaniya bi sernavê “Bi Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk em festîvala xwe pîroz bikin, çanda xwe biparêzin” hate weşandin, wiha hate gotin, “Di 13’ê Îlona 2025’an de, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, em ê 33. Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî bi coş û ruhê têkoşînê lidar bixin. Ji çar aliyên Ewropayê, bi taybetî ji Elmanya, Bakurê Fransayê, Swîsre, Hollanda û Belçîkayê, bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan wê di vê civîna bi wate de bên gel hev. Em ê îsal festîvala xwe bi biryardariya zindîkirina mîrateya dîrokî û çandî ya gelê Kurd, bilindkirina ruhê berxwedanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO bi dengekî bilind ragihandinê lidar bixin.

Gelê Kurd, li dijî qirkirina fîzîkî, çandî û dîrokî, bi bedelên mezin têkoşîna parastina nirxên neteweyî û çanda xwe daye. Ji Ehmedê Xanî heta Feqiyê Teyran, ji Mem û Zîn heta Leyla Qasim, ji Şêx Seîd û Seyid Riza heta Qazî Mihemed û berxwedana Kobanê, ev mîras wê di festîvalê de bi halayan, bi dîwanên dengbêjan û bi hêza çanda neteweyî dîsa zindî bibe. Vejîna jina Kurd, dînamîzma ciwanan û lêgerîna azadiyê ya gelan wê di vê festîvalê de bi ruhê aşitî û avakirina demokratîk a Rêber APO re yek bibe.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber APO, di têkoşîna jiyana azad a gelê Kurd de rêberiya konfederalîzma demokratîk û paradîgmaya ekolojîk û azadiya jinê destnîşan dike. Ev perspektîf, xeyala cîhanekê ku gel dikarin bi hev re, li ser bingeha wekhevî û azadiyê bijîn, xurt dike.

33. Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî, wê bibe platformek ku li dijî kolonyalîzmê û asîmîlasyonê yekîtî û hevgirtina neteweyî xurt dike; wê îradeya gelê Kurd a xwedîderketina li ziman, çand û hiqûqa xwe careke din li hemû cîhanê bilind bike.”

Li ser bernameya festîvalê ev agahî hatin dayin:

“Bernameya dewlemend a festîvalê wê bi dengên dengbêjên ji çar parçeyên Kurdistanê dest pê bike û bi performansa hunermendên cuda dewam bike.

Kesayetiyên navdar, sendîkavan û siyasetmedarên ku ji Afrîka, Ewropa û Kanadayê di Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Öcalan de cih digirin, wê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber APO bilind bikin.

Li qada festîvalê, pêşangehên ku tê de cilên kurdî, xebatên hunerî û çalakiyên ji bo zarokan, wê vê şahiya çandî rengîntir bike.

Hemû amadekariyên teknîkî temam bûne û ji gelek bajarên Ewropayê ji bo gelê me otobus hatine organîzekirin. Beşdar dikarin saetên çûyîna otobusan ji Navendên Civaka Kurd ên nêzîk hîn bibin. Ji bo ku festîval bi ewlekarî, bi tenduristî û li gorî armancên xwe bi ser bikeve, girîng e ku her kes bi hişmendiya berpirsyariyê tevbigerin.”

Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:

“Em hemû gelê xwe bi cilên neteweyî, şoreşger, demokrat û parêzvanên aştiyê jî bi ruhê berxwedanê vedixwînin 33. Festîvala Çanda Kurdî ya Navneteweyî, ku em bi şîara xwe li dar dixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zerdeşt Mêrdîn: Hevalê Koçero Urfa ji bo me xetek e
Nûçeya Pişt re Artêşa Îsraîlê li nêzî Şamê operasyona bejahî pêk anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Derdora Qereqozaqê bi çekên giran tê topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi çekên giran derdora pira Qereqozaqê ya başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyê 30 salan hate berdan: Heta ku hevalên me neyên berdan, em azad nînin

Mehmet Emîn Ersoy ê ku piştî 30 salan hate berdan, diyar kir ku heta hemû…

Ji aliyê Stêrk TV

Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

Rojnivîsên Jîndar Ezgî ku bi navê "Welatê min ê çîrokê" hate weşandin, qala dilekî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Mustafa Karasu: Ji bo Rêber Apo wekî muzakerevan bê qebûlkirin, divê Meclîs biryarê bigre

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

HRW:Divê dema erkê ya komîteya lêpirsînê ya li Sûriyeyê were nûkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava: Dixwazin vîna Êzidiyan tasfiye bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Lêpirsîna Epstein: Serokê Foruma Davosê Borge Brende îstifa kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?