Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), rojnamevan Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û belavkarê rojnameyê Mehmet Şenol ku di salên 90’î de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. DFG’ê, rojnamevan Sayfettîn Tepe ku di 25’ê Tebaxa 1995’an de, Mehmet Şenol ku di 30’ê Tebaxa 1994’an de û Hidir Çelîk ku di 23’yê Tebaxa 1994’an hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.
DFG’ê diyar kir ku ji bo heqîqet di tariyê de nemîne, ew ê şopdarên doza rojnamevanên hatine qetilkirin bin.