Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku ger pêngavên baş, xurt werin avêtin û di mijara aşitiyê de li gel yasayên entegrasyona demokratîk pêşveçûn çêbibe wê di mijarên din de jî din plansaziyek were rojevê û got ku bendewariya efûya giştî tune ye lê belê MHP û hin komên din têkildarîmijajara ‘’di înfazê de wekhevî’’ li ser sererastkirinekê dixebitin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku hebûna ‘’mejiyên hişk’’ û nêzîkatiyên li dijî çareseriyê dijwariya pêvajoyê nîşan didin.
Her wiha Temellî da zanîn ku biryara PKK’ê ya çekberdanê û avakirina komîsyonê ji bo Tirkiyeyê pêngavên girîng in û ev yek anîn ziman: ‘’Pêvajoyeke gelekî girîng heye. A rastî belkî jî herî zêde haya DEM Partiyê ji vê girîngiya pêvajoyê heye. Ji ber wê yekê em tam jî bi vê cidîyet û berpirsiyariyê li nêzî pêvajoyê dibin. Çimkî banga Birêz Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê hem bangeke dîrokî ye hem jî kêliya avêtina pêngava guherîn û veguherînê ye. Em bi hemû hêza xwe xwedî li vê yekê derdikevin û dixebitin ku divê egerên çawa bin. Helbet ne pêvajoyeke hêsan e, mejiyên hişk li hemberî çaresernebûna pirsgirêka Kurd weke astengiyekê disekinin. Em dizanin ku ji bo guherîn û veguherîna van yekan jî wext hewce ye; lê belê tevî van yekan hemûyan jî em di nava hewldaneke mezin de ne.’’
LI GEL VEBÛNA MECLÎSÊ BILA SERERASTKIRINÊN YASAYÎ WERIN KIRIN
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî piştre da zanîn ku lidarxistina civîna heftemîn a komîsyonê û pêkanîna hevdîtinan xalên girîng in lê belê ev bi tena serê xwe bi têrê nakin. Her wiha diyar kir ku ew weke DEM Partî dixwazin komîsyon zêdetir bala xwe bide mijara konsantreyê û bi leztir bixebite. Temellî destnîşan kir ku divê komîsyon heya 15’ê Îlonê li şûna şêwrê divê tavilê dest bi xebatên temînatên hiqûqî, mafên siyasî û pêşnûmayan bixebite û anî ziman ku divê ev xebat di meha Îlonê dema vebûna Meclîsê de wveguherin pêvajoyên qanûnî. Temellî axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: ‘’Bi taybetî jî biryara kongreya PKK’ê ya çekberdanê û piştî dayîna peyama xurt a li gel merasîma çekşewitandinê ya di 11’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê belkî yek ji pêngava herî girîng avakirina komîsyonê bû. Ev yek ji bo me bû cihê kêfxweşiyê, ji ber ku ji destpêkê ve em di di vê mijarê de bi israr bûn û dawiyê komîsyon hate avakirin. Niha civîna xwe ya heftemîn li dar dixe, hevdîtinan pêk tîne ku ev yek gelekî girîng in lê belê bi têrê nakin. Bi qasî ku girîng in di nava xwe de kêmasiyan jî dihewine. Ji ber ku dema mirov hem li bendawariyan hem jî li hesasiyeta pêvajoyê û hemû geşedana dinêre, dixwaze bibîne ku ev komîsyon gelekî konsantre bûye û zêdetir bala xwe daye meseleya xwe. Hewldanên me li ser vê yekê ne. Helbet wê hevdîtinan bike û ji hev bişêwire lê belê hewce ye tavilê xebateke ku berê xwe dide meseleya xwe bixe rojeva xwe û di wê çarçoveyê de bixebite. Em van nêrînên xwe yên têkildarî komîsyonê tim û tim hem ji Serokê Komîsyonê re hem ji endamên komîsyonê yên din û hem jî ji hemû pêkhateyên siyasî re radigihînin. Bi taybetî jî divê tavilê dest bi xebatên weke temînatên têkildarî zemîna hiqûqî, pêşnûma û teklîfên qanûnên ên têkildarî mafên siyasî û hiqûqî bike, divê tavilê girêdayî van yekan pêveçûn çêbibin ku dema di meha Îlonê de Meclîs vedibe, bibe rojeva wê. Bi vî awayî Meclîs bikare berê xwe bide qanûnîkirina xebatên komîsyonê.’’
NE EFÛ, SERERASTKIRINA ÎNFAZÊ
Sezaî Temellî pirsa me ya nîqaşên têkildarî efû û efûya qismî jî bersivand û da zanîn ku bendewariya efûya giştî tune ye. Temelli diyar kir ew dizanin MHP û hin komên din li ser sererastkirina ‘’di înfazê de wekhevî’’ dixebitin û bi bîr ev bi teknîkî ne efûya giştî, weke sererastkirina înfazê tê pênasekirin. Temellî da zanîn ku girêdayî vê yekê tişta sereke ya berê xwe didinê ew e ku divê ji bo kesên çek danîne û weke encama serdema şer û pevçûnan tên darizandin ‘’yasayên entegrasyona demokratîk’’ hebin.
Temellî got: ‘’Efûyeke giştî tune ye. Beriya her tiştî divê ev tevlîhevî were zelalkirin. Em dizanin ku bi taybetî MHP’ê û hin komên din li ser mijara înfazê dixebitin. Ev ê bibe xebateke têkildarî ‘’wekeviya înfazê.’’ Helbet ev girîng in jî. Wê bandorê li zêdetirî 15 hezar însanî bike. Em dikarin vê yekê weke efûya qismî pênase bikin lê belê wele teknîk û jargon sererastkirina înfazê ye.’’
BÊYÎ ZEMÎNA HIQÛQÎ BI PÊŞ NAKEVE
Temellî di dewama axaftina xwe de diyar kir ku xala sereke ya ku wan berê xwe dayê ew e ku ew ê têkildarî hem mijarên ku kesên çek berdane û hem jî heya roja îroyîn kesên ji ber mexdûriyetên serdemên şer û pevçûnan tên darizandin çi û çi were kirin û got: ‘’Ev helbet meseleyek e ku em di çarçoveya mijara yasayên entegrasyona demokratîk de dinirxînin. Ger hûn di van mijaran de pêngavên baş neavêjin û têkildarî çareseriya li ser zemîna hiqûqî xebatên hewce nekin ne pêkan e ku xebatên din bikin. Ji perspektîfên demokratîkbûyînê yên herî berfireh heya nîqaşên dewleta hiqûqê yên herî berfireh bi rêya komîsyonê dibin rojev. Ev di çarçoveya komîsyonê de tê axaftinû nîqaşkirin. Erê, ev tiştên gelekî baş in lê belê heya ku têkildarî mijara yasayên entegrasyona demokratîk pêngav neyên avêtin ne pêkan e ku mirov têkildarî mijarên din pêngavan biavêje, ne pêkan e. Berovajî wê ger têkildarî vê mijarê pêngavên baş û xurt werin avêtin û di mijara aşitiyê de li gel yasayên entegrasyona demokratîk xebat werin meşandin wê helbet plansaziyên têkildarî mijarên din jî werin rojevê.’’
NÊRÎNA PIRSGIRÊKA KURD YA JI POLÎTÎKAYÊN DERVE
Temellî destnîşan kir ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ‘’di rê û rêbazên şaş de israr dike’’ û ev yek dibe sedema derketina pirsgirêkan û da zanîn ku çareseriya demokratîk a Sûriyeyê gelekî geşedanên li Tirkiyeyê eleqedar dikin û anî ziman ku geşedanên li Tirkiyeyê yên erênî wê bandoreke mezin li demokratîkbûyîna Sûriyeyê bikin.
Temellî piştre da zanîn ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê xwe nû bike û ger ev yek pêk neyê wê sekinîn berdewam bike û pêşketin neyê bidestxistin û ev yek anîn ziman: “Hem desthilatdarî û hem jî muxalefet di çîroka xwe dîrokî ya 100 salî de yan jî di paşeroja xwe ya 10 salên dawîn de di mijara polîtîkaya derve de mixabin ku nekariye bi çavekî rastîn li pirsgirêka Kurd binêre. Ji ber wê yekê hemû geşedanên li Rojhilata Navîn bi awayekî rasterast girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd in. Ne pêkan e ku em wan ji hev cuda dest bigirin. Helber her welat û civakan pêşaniyên xwe hene lê belê pirsgirêka Kurd xala hevpar ya hemû meseleyan e. Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya têkildarî vê mijarê nêzîkatiyeke çelexwarî ye. Heya ku di pirsgirêka Kurd de çareseriya demokratîk bi awayekî giştî neyê nirxandin, ne pêkan e ku geşedanên erênî rû bidin. Em dikarin van yekan ji tecrûbeyên xwe beriya niha jî bibînin. Pêwendiya di navbera çareserıya demokratîk a Sûriyeyê û geşedanên li Tirkiyeyê de gelekî girîng e. Her wiha rewşa berovajî jî pêkan e, geşedanên li Tirkiyeyê yên erênî wê bandoreke mezin a erênîli demokratîkbûyîna Sûriyeyê jî bikin.
DI POLÎTÎKAYA DERVE DE YA BERÊ TÊ ISRARKIRIN
Em dibînin ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve mijarê hê jî li şûna ku li ser vê balansê binirxîne di xetayên berê de israr dike. Di encama vê israrê de jî em neçar dimînin ku bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Tirkiye bi taybetî jî ger geşedanên di van salên dawîn de bi awayekî rast wan binirxîne û polîtîkaya xwe di vêçarçoveyê de nû bike wê di serdêmên li pêşiya me de hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriyeyê pêş bikeve. Ger ev yek pêk neyê wê sekinîn jî berdewam bike. Îro êdî hemû kes dizane ku bi senaryoyên beriya niha pêşketin nayê bidestxistin. Israra têkildarî van yekan wê bes gel û civakan gîro bike û di dawiyê de jî encamek nayê bidestxistin.”