Li gorî raporê, li gel biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî sansur dewam dike û heta dawiya sala 2024’an milyonek 264 hezar û 506 navê qad û malperên înternetê hatin astengkirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku sansur êdî ne hewldaneke îstîsnaî ye, lê belê bûye parçeyek ji karê ji rêzê yê rêveberî û dadgeriyê.
Li gorî salan, hejmara qadan ên hatine astengkirin bi vî rengî ye:
2018: 347.445
2019: 408.494
2020: 467.011
2021: 574.798
2022: 712.558
2023: 953.415
2024: 311.091
Bi giştî 852 saziyên cuda û dadgehan bi milyonek 78 hezar û 348 biryaran weşan qedexe kirin.
Hin ji naverokên hatine qedexekirin bi vî rengî ne:
270 hezar navnîşanên URL
17 hezar hesabên Twitter/X
75 hezar tweet û parvekirin
25 hezar 500 dîmenên YouTube
16 hezar 700 parvekirinên Facebook
16 hezar parvekirinên Instagram
SANSURA GIRAN A LI SER ÇAPEMENIYA AZAD
Raporê her wiha nîşan da ku saziyên çapemeniya azad ên weke Ajansa Mezopotamya (MA), JINNEWS û ETHA bûne hedef. Hate ragihandin ku navê qadan ên van ajansan gelek caran hatin astengkirin û hesabên wan ên medya dîjîtal hatin girtin.