Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir
Kurdistan

YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRK’ê nasnameya gerîlaya HPJ’ê Cîhan Pepûle ya ku di 22'yê Hezîrana 2025’an de li Pêncewînê şehîd bû, eşkere kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna hevrêyên xwe bigihînin serketinê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya gerîlaya Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) a ku di sala 2025’an de şehîd bû eşkere kir û ev tişt diyar kir:

“Ji Çapemenî û Raya Giştî re;

Em bi xemgîniyeke mezin şehadeta gerîlayeke HPJ’ê ya bi navê Cîhan Pepûle ku pêşenga Şoreşa Jin Jiyan Azadî ye û ewladeke bi nirx a ji Rojhilatê Kurdistanê ye radigihîn in. Hevrêya me dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayeke bê dem de di 22’yê Hezîrana 2025’an de gihişt asta şehadetê.

 

Di serî de em ji malbata hevrêya xwe û di şexsê gelê esîl ê Hewraman de, ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz û peymana xwe dubare dikin ku têkoşîna hevreyên xwe bigihînin serkeftinê.

Nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Cîhan Pepûle

Nav û Paşnav: Sena Ibrahîmya

Cihê Jidayikbûnê: Hewraman

Dayîk-Bav: Çîmen – Eywez

Dem û Cihê Şehadetê: 22’yê Hezîrana 2025 – Pêncewîn

Di derbarê jiyana Hevrêya me Cîhan Pepûle de;

Hevrêya me zarokek bi nirx û qîmet a civaka me ya Hewraman e. Di nava xweşikbûnek weke Hewraman de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi nirxên mezin û paqij, gelê me li wê herêmê zarokên xwe perwerde dikin. Li ser wî esasî hevrêya me jî zarokek bi wî rengî bû ku di nava refên gerîla de jî, her tim xwedî li wê nirxê derdiket û mezin dikir. Keçeke çiyayî bû, di nava xwezaya Koselan û Şaho de mezin bibû û hatibû perwerdekirin. Ji nirxên civaka xwezayî dûr neketibû, ew nirx di cewhera xwe de parastibû. Zaroka herêmekê bû ku hîn zarokên xwe, li ser çanda Kurdayetî ya bi nirx mezin perwerde dikin.

 

Hevrêya me Cîhan Pepûle, ji beşdarbûna xwişka xwe û di herêmê de ji dîtina hevalan di sala 2015’an de, bandor dibe û tevgera Apoyî nas dike. Beriya beşdar bibe çand û jiyana gerîla nas dike, bi zanebûneke mezin di sala 2018’an de berê xwe dide nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û tevlî nava fikir û felsefeya Rêber Apo dibe. Êdî dibe gerîlayeke jin a ku li beramber qêrîna her jinekê xwe berpisyar dibîne û diparêze. Dibe cîhana azad û xwe nêzî her jineke ku zilm û zordestî li ser tê meşandin dike. Li ser wî esasî di nava refên me de her tim tijî û bi wate jiyan kir.

Piştî beşdarbûn û bi cih anîna gelek kar û xebatên di nava gerîla de, wek gerîlayeke jin ji bo ku di xwe de pisporbûnê pêş bixe, di sala 2020’an de bi armanceke mezin berê xwe dide dibistanên pisporiyê û branşa sabotajê dibîne. Bi dîtina xwe ya ji branşa sabotajê re, êdî di hêla taktîk û stratejîk de dibe xwedî zanebûneke mezin û ji bo her derê amade dibe.

Li ser wî esasî di heman salê de berê xwe dide, cihê lê ji dayîk bûye û li alanên Mukiryan, ji gelek xebatan re pêşengtiyê dike. Di rêxistinkirina gelê me yê wê herêmê de, ked û xebateke bê hempa ya hevrêya me çêdibe. Di dema Şoreşa Jin Jiyan Azadî de pêşengtî dike û ji bo birêxistinkirina gel hewldaneke mezin dide. Pratîkeke bê hempa dide meşandin.

Di nava refên me de, bi zanebûna ku di xwe de ava kirî û bi hevrêtiya ku meşandiye re, bû kesayeteke nimûne. Ji her xebatê re dikarîbû pêşengtiyê bike û serkeftinê bi dest bixe. Di xebatên rêxistinkirina gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê de, hevrêya me xwedî rencekî mezine, ji bo me mîraseke ku her tim em jê re bibin layiq û lê xwedî derbikevin hişt.

Hevrêya me bi sekn, hevaltî û jiyana xwe karî bibe nûnera rasteqîn û li ser şopa Şehîd Aryen Arê, Kawenda Agirî, Cîhan Azad heta dawî meş û milîtantiya xwe ya jina azad bi serkeftî pêk anî. Her tim di wê rexnedayînê de bû ku hevaltiya kêm a bi Rêber Apo re temam bike. Wê sekn û jiyana hevrêya me, ji bo me mînaka bê dawî ya jiyan û têkoşînê be.

Li ser vî esasî careke din em ji malbata hevrêya xwe û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din soza xwe ya ji bo bi cih anîna xeyalên hevrêyên xwe yên mîna Cîhan Pepûle û bi dehan hevalên me yên ku di vê riyê de têkoşîn dane meşandin, dubare dikin. Weke Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê – HPJ, heta dawî em ê li ser vê mîrasê, ji bo Rojhilatekî azad kar û têkoşîna xwe bidin meşandin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ahmet Başak: Em li Bestayê li ber vê talanê rabin
Nûçeya Pişt re Ji Rûsyayê êrîşên hewayî: Li Kîevê zerar li avahiya hikumetê bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gel li Pirsûsê meşiya: Divê komîsyon rêzê li gel û zimanê wan bigire

Sezaî Temellî di meşa li Pirsûsê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku heta…

Ji aliyê Stêrk TV

Cezayê girtîgehê li 3 rojnamevanan hate birîn

Di doza rojnameya Ozgur Gundemê de li rojnamevan Înan Kizilkaya, Huseyîn Aykol û Zana Bîlîr…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Darfûrê êrîşa li ser mizgeftê: Herî kêm 13 sivîl mirin

Li herêma Darfûrê ya li rojavayê Sûdanê, di êrîşa li ser mizgefteke li bajarê El…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sancar: Abdullah Ocalan derbasî cihê nû yê li Îmraliyê hatiye çêkirin bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi merasîmeke heybet 7 şehîdên Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?