Çarşem, 16 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mamosteyên Kurd û Îranî: Wê Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ wê gav paşde neavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di 6 mehên destpêkê de li Kurdistanê 1804 caran mafên mirovan hatin binpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Jîna Emînî: Edalet wê rojekê pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hana: Dosya Jîna Emînî heta pêkhatina edaletê wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Erdîşê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê: Aştî bi wekheviyê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK, YRK û HPJ’ê serdana şehîdgehê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhilatê Kurdistanê di greva giştî de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Yên ku zêdegaviyê di rexneyan de dikin nafikirin, teqlîdê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana gora Jîna Emînî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwiyek li ser rêya azadiyê…

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bi hêza xweparastinê wê şoreşa Jin, Jiyan, Azadî bi ser bikeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê banga tevlîbûna greva giştî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan’
Jin

‘Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan’

Endama “Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê” Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku jin hêmana esasî ya aştiyê ne û destnîşan kir ku divê jin di pêvajoyê aştiyê de bibin xwedî gotin, ne tenê bibin temaşevan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

“Komîsyona Jin û Hiqûqê ya Avakirina Aştiyê” diyar dike ku jin divê di nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê de bi roleke aktîf rabin. Ev komîsyona jinê ji bo pêvajo li ser zemîneke demokratîk were rûnişkandin û bingehê hiqûqê û mafê gotinê yê jinan were xurtkirin, bi rê ket. Hefteya borî li ser navê komîsyonê Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî dabû. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji ajansa me re nirxandin kir.

‘HEVDÎTINÊN ME WÊ BIDOMIN’

Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku pêvajo divê ne tenê hiqûqî, divê bi veguherîna civakî û demokratîk re jî were nirxandin. Ozbîngol diyar kir ku divê jin di pêvajoyê aştiyê de bibin xwedî gotin, ne tenê bibin temaşevan û ragihand ku civîna jinan a duyemîn a 11’ê Îlonê ya li Mêrdînê jî, wê di vê çarçoveyê de were kirin.

Ozbîngol diyar kir ku me bangek kir, divê jin ne tenê têkildarî jinan, divê weke alî û muxatabê guhertin û veguhertina demokratîk jî bên esasgirtin û got, “Me banga xwe li ser bingehê ‘Bêyî hiqûq çareserî, bêyî jin jî hiqûq nabe’ eşkere kir. Xebatên me bi hemû pêkhateyên jinan ên welêt re dewam dikin. Em ê 11’ê mehê li Mêrdînê bi jinan re hevdîtineke din jî pêk bînin. Xebata me ya duyem jî dê ew be.”

Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku divê gotina jinan tevlî xebatên komîsyonê were kirin. Ozbîngol destnîşan kir ku mafê axaftinê ya ji bo Dayikên Aştiyê hatî dayîn bi qîmet e, lê astengkirina axaftina bi zimanê dayikê jî hate rexnekirin.

Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku pêvajoya aştiyê divê hemû beşên civakê bigire nav xwe û got, “Eger em bi jinên Suryanî, Êzidî û Elewî re nebin hevkar, em nikarin têkildarî çareserî yan jî aştiyê biaxivin. Lewma em xebateke welê dimeşînin ku hemû jinan û hemû pêkhateyên civakê tevlî van nîqaşan bike.”

‘ZIMANÊ AŞTIYÊ DIVÊ BI HESASIYET WERE AVAKIRIN’

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ragihand ku zimanê pêvajoya aştiyê divê bi hesasiyetek welê were hilbijartin ku xizmetê ji pêvajoyê re bike û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de desthilatdarî divê di dema dawî de bi taybetî têkildarî helwesta xwe ya li hemberî Rojava bi hesasiyet tevbigere. Ozbîngol ev tişt got:

“Em hemû di ferqê de ne ku avakirina aştiyê, pêvajoyeke demdirêj e û got, “Lê belê em aştiyeke bi rûmet dimeşînin û li ser hesreta avakirina cîhaneke wekhevîparêz diaxivin. Ji milê gelek aliyan ve em qala berdêlên giran û êşên mezin dikin. Em qala ji gundên hatine valakirin heya bi hezaran kesên jiyana xwe ji dest dane, gerîla, leşker û hwd dikin. Aştî rewşeke welê ye ku divê li ser êşên mezin were avakirin û li ser vê bingehê bi hesasiyet nêzîkatî çêbibe.”

FIKARÊN TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ

Sevda Çelîk Ozbîngol anî ziman ku pêvajoya aştiyê bi fikara baweriyê tê pêşwazîkirin û sedemên vê yekê wiha eşkere kir:

“Divê gavên şênber ên ji bo mayîndekirina pêvajoyê, demildest bên avêtin. Mirov têkildarî vê pêvajoyê, bi fikar in. Ji dema ku cara ewilî têkildarî aştiyê hate axaftin û vir ve, fikara me ya herî mezin a têkildarî aştiyê fikara baweriyê ye. Hemû beşên civakê dixwazin bibin şahidê helwesteke bi bawer a têkildarî vê pêvajoyê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji Rûsyayê êrîşên hewayî: Li Kîevê zerar li avahiya hikumetê bû
Nûçeya Pişt re Xelkê kantona Firatê meşiya: Rêber Apo xeta me ya sor e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hunermend Thomas Klipper: Min xwest hurmeta xwe pêşkêşî Hêro û Gulistan bikim

Thomas Klipper anî ziman ku ew piştevaniya rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara dike ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS’ê, li Tirkiyeyê di meha Adarê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Erdogan kujer û darbekar berda

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganî di kêliyên cezadayînên derqanûnî yên di Doza Kûmpasê ya Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?