Li gorî rayedarên xwecihî û şahidan, êrîş sibeha Înê li gundê Birnin Zarmayê rû da.
Çekdarên ketin nava gund avêtin ser malekê, mêrek kuştin, hevjîna wî birîndar kirin û piştre jî 18 jin û zarokeke bi zorê birin. Hate ragihandin ku yek ji jinên hatin revandin karîbû xwe rizgar bike û vegere mala xwe.
Hêzên ewlekariyê yên li herêmê nekarîn dest li êrîşê werdin. Weke sedem jî gotin, çemê li nêz fûriya ye û ji bo karibin jê derbas bibin botên têrker nînin.
Eyaleta Zamfara demeke dirêj e dibe hedefa êrîşên çeteyan. Çete diavêjin ser gundan, talanê dikin, agir berdidin malan, ji bo fîdyeyê mirovan direvînin. Destpêka meha Tebaxê li gundekî din ê eyaletê zêdeyî 50 kes ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin.
Gundî li bendê ne ku çete ji bo fîdyeyê têkiliyê bi wan re dîne ku kesên hatine revandin bêne berdan.