Gelê Kurd ê li Swîsreyê dijî, di şertên mişextî de jî têkoşîna xwedîderketina li çand û zimanê xwe didomîne. Enstîtuya Kurd, ku di sala 2021’an de hate damezrandin, ji zarokan heta mezinan, ji jinan heta ciwanan, ji bo her beşê civakê xebatan dike. Enstîtû zimanê Kurdî ne tenê weke amûreke ragihandinê, lê weke bingeha nasname û vîna azadiyê ya gel dibîne.
Hevserokê Enstîtûyê, helbestvan Dîlber Hêma, xebatên ku têne kirin bi van gotinan kurte kir: Zimanê me pêşeroja me ye. Em ê bigihîjin her kantonê. Her zarokê ku xwedî li zimanê xwe derdikeve, pêşeroja gelê me diparêze.
ARMANC EW E KU BELAVBÛNA ZIMAN LI 26 KANTONAN E
Enstîtûyê, bi taybetî li Zûrîh, Cenevre û Bernê, li gelek navendan komîte ava kirine û armanc dike ku li hemû 26 kantonên Swîsreyê belav bibe. Ji roja damezrandina xwe ve, giranî daye veguhestina zimanê Kurdî ji bo zarokan û ji bo komên temen cuda kursên rêkûpêk organîze dike.
Heta niha zêdetirî 150 zarok beşdarî waneyên Kurdî bûne. Wane ne tenê ziman fêr dikin; bi şano, muzîk û wênekêşiyê realiyê çandî yê zimanê dayikê jî zindî dikin. Mîhrîcana Çand û Hunera Kurd û Mîhrîcana Zarokan, ku zarok tiştên di salê de hîm bûne li ser dikê nîşan didin, êdî bûye kevneşopiyek.
Dîlber Hêma, diyar kir ku mîhrîcana dawî li Winterthurê bi coşeke mezin hate kirin û wisa got: “Zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê derdikevin ser dike û stranan dibêjin. Ev ne tenê çalakiyeke çandî ye, ev veberhênana herî biqîmet e ji bo pêşeroja gelê me.”
HEWLDANÊN LI QADA NAVNETEWEYÎ
Enstîtuya Kurd a Swîsreyê, ne tenê li welatê xwe, lê di qada navneteweyî de jî ji bo bidestxistina statûya zimanê Kurdî hewl dide.
Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de, dosyeyeke berfireh ji UNESCO’yê re hate pêşkêşkirin. Di hevdîtinên bi saziyên fermî yên li Bernê re, pejirandina bikaranîna Kurdî di hin nivîsên fermî de hate misogerkirin.
Dîlber Hêma, girîngiya van gavan anî ziman û wisa got: “Em li her derê ji bo naskirin û fermîbûna Kurdî têdikoşin. Di şertên dîasporayê de jî, têkoşîna gelê me ji bo zimanê xwe, îlana hebûna me ye.”
PLANÊN WEŞANGERÎ Û LÊKOLÎNÊ
Enstîtû, di demên pêş de plan dike ku giranî bide weşangerî û lêkolînên akademîk. Armanc dike ku bi hemû zaravayên Kurdî pirtûk, kovar û xebatên zanistî hilberîne, û mîrateya ku di şertên mişextî de dest pê kiriye xwedî derkeve.
Dîlber Hêma, biryardariya xwe di vê mijarê de bi van gotinan anî ziman: Zimanê dayikê ne tenê bi axaftinê, lê bi nivîsandinê jî dijî. Em dixwazin mîrateya ku Bedirxanan di mişextiyê de dest pê kiriye, bi keda gelê me mezin bikin.
BI KEDA GELÊ ME PÊKAN E
Hemû xebatên Enstîtuya Kurd a Swîsreyê li ser bingeha dilxwaziyê ne. Piştgiriya madî û manewî ya gel bingeha her xebatê ye. Hêma, bal kişand ser fedakariya gel û wisa got:
“Hemû tiştên ku heta niha hatine kirin bi keda gelê me pêk hatine. Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî di mişextiyê de ji bo ziman têkoşiyan. Em jî mîrateya wan xwedî derdikevin û bi têkoşîna gelê me nirxeke din lê zêde dikin.”
ZIMANÊ ME PÊŞEROJA ME YE
Enstîtûyê ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026’an amadekarî temam kirine û ji îlonê ve dest bi kursan kiriye. Hevserok Dîlber Hêma bi peyameke zelal wisa got: Zimanê me nasname û pêşeroja gelê me ye. Her zarok, her malbat ku xwedî li zimanê dayikê derdikeve, xwedî li hebûna gelê me derdikeve. Ev têkoşîn peywira me ya hevpar e.