Li gorî daneyên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di sala dawî de berdana zêdetirî çar hezar girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê hate taloqkirin. Piraniya van taloqkirinên bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê pêk tên, bi sedemên wekî redkirina poşmaniyê û “ji rêxistinê neqetiyane” têne nîşandan. Carinan Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi van sedeman jî têr nabe û hincetên din diafirîne, mîna rêjeya avê ya tê vexwarin an jî pirtûkên têne xwendin. Piştî Girtîgeha Bolûyê, meha borî li Girtîgeha Karabûkê jî berdana 12 girtiyên ku cezayên wan qediyabû hate taloqkirin. Mehemet Şirîn Taşdemîr, ku di nav van 12 girtiyan de ye, ji bo cara pêncemîn berdana wî hate taloqkirin.
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ
Mehemet Şirîn Taşdemîr di sala 1993’an de hate binçavkirin û cezayê heta hetayê lê hate birîn. Di vê demê de li gelek girtîgehan hate ragirtin. Herî dawî li Karabûkê hate sirgunkirin, Mehemet Şirîn Taşdemîr niha 32’an ya girtina xwe diqedîne. Her çiqasî cezayê wî qediyabe jî, ji ber taloqkirina berdana wî, nêzîkî sê salan e wekî dîl tê ragirtin. Lijneyê berdana wî ji bo cara pêncemîn heşt mehan taloq kir, bi sedemên cezayên dîsîplînê û “ji rêxistinê neqetiyane”. Sedema cezaya dîsîplînê jî redkirina daxwaza nîşandana nasnameyê ji aliyê gardiyanan di dema lêgerîna nivîngehan de û nepejirandina zordariya ango ferzkirina bi darê zorê a “di rêza yekane de li binê dîwarê meşînê” ye. Parêzerên ku li dijî cezayên dîsîplînê îtiraz kirine, ev rewş birine Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME).
CEZAYÊ DI NAV CEZAYÊ DE DIDIN
Birayê Mehmet Şirîn Taşdemîr, Kadrî Taşdemîr diyar kir ku ev rewş bi tevahî nemafî ye û got: “Cezayê di nav cezayê de didin. Ev ji bilî êşkenceyê tiştekî din nîn e. Divê ev sepanên bêbingeh ên derqanûnî bi dawî bibin. Ev standarda nemafî nayê pejirandin. Ew bi xwe jî di her axaftina telefonê de balê dikişîne ser vê nemafiyê û destnîşan dike ku divê ev rewş neyê pejirandin. Ev rewş êdî bûye sîstematîk. Ne tenê birayê min, divê girtiyên din ên di rewşeke wiha de ne jî, demek berî demekî werin berdan.”