Yek ji damezrînerên PKK’ê Riza Altûn di 6’emîn salvegera şehadeta xwe de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li çiyayên Kurdistanê bi beşdariya Mûrat Karayilan hate bîranîn.
Di çalakiya bîranînê de Karayilan got, “6’emîn salvegera şehadeta hevrê Riza Altûn e. Şeş sal berê di 25’ê Îlona 2019’an de hevrê Riza, Baz, Garzan li biryargeheke nêzî gundê Zêwkê bûn. Li dijî cihê ku heval lê diman êrîşeke hewayî ya berfireh pêk hat û hersê hevrê li wir şehîd bûn. Em hevrêyên xwe bi hurmetî bibîr tînin. Di şexsê hevrê Riza, Baz û Garzan de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînin” û hêzên milîtan vexwend deqeyek rêzgirtinê.
Karayilan piştî deqeyek rêzgirtinê got, “Bîranîna wan dê her tim rêya me ronî bike” û wiha dest bi axaftina xwe kir:
“Gelek hevrêyên me yên di tevgerê de ku di rêveberiyê de bûn, bi taybetî ji hêla dijmin ve hatin hedefkirin. Yek ji van hevrêyan hevrê Riza bû. Ji ber vê yekê, li ser xebatên wan gelek çavdêrî hebûn. Di wê pêvajoyê de hevrê Riza berpirsyarê xebatên dîplomatîk ên KCK’ê bû. Di roja Newrozê de 21’ê Adara 2019′ an li gundekî Qendîlê hatin hedefgirtin. Di wê demê de êrîşeke giran li ser hevrêyan pêk hat. Di nava kesên ku di dema vê êrîşê de şehîd ketin de hevalê me Sînanê Sor ku ew jî beriya sala 1980’î tevlî nava têkoşînê bibû, hebû. Ji destpêka tevgera gerîla ve rol lîstibû û endamê Komîteya Darayî bû. Di vê êrîşê de hevrêyên me Endamê Komîteya Dîplomasiyê Serhat Amanos, Navdar Sînegir, Serhat Şafak û Şiyar Faraşîn şehîd bûn. Em wan bi hurmetî bibîr tînin.
HevRÊ Riza di vê êrîşê de bi giranî birîndar bû. Dijmin hewl da ku êrîşî nexweşxaneya ku ew ji bo dermankirinê lê hatibû birin bike, lê ev hewldan bi ser neket. Piştre tedbîrên pêwîst hatin girtin; Hevrê Riza li deverek guncav bi rengekî berfireh hate dermankirin. Piştî ku dermankirina wî qediya û seheta wî başbû vegeriya qadê da ku karê xwe bidomîne. Di vê demê de, wekî ku berê jî hate gotin, hevrêyê me Baz ku berpirsiyarê ewlehiyê bû, ew li wir bû da ku ewlehiyê misoger bike û hevrê Garzan bi wî re bûn. Wisa xuya bû ku dijmin ew dîtibûn. Di encamê de, êrîşek hovane li ser cihê wan hate kirin û her sê hevalên me şehîd bûn. Em wan careke din bi hurmetî bi bîr tînin.
TEVLÎBÛNA WÎ NE TAKEKESIYE
Hevrê Riza di sala 1975’an de dema ku Rêber Apo li Enqereyê xebatên îdeolojîk dimeşand, tevgerê naskiribû. Bi qasî ku dizanim pêşî ew hevrê Kemal Pîr nas dike. Li taxa Tuzluçayir a Enqereyê dijiya. Malbat jî û tax jî xwedî karekterek a çîna karker e. Hevrê Riza bi vî rengî Tevgerê nas dike û tevlî dibe. Tevlîbûna wî ne takekesiye, hem bi xwe tevlî dibe û hem jî hemû malbat tevlî dike. Yanî malbat bi temamî dikeve xizmeta koma îdeolojîk. Tevger hê jî di qonaxa komê de bû. Mirov dikare bibêje xebata ku ji hêla Rêber Apo ve hatî kirin, bi naskirina wî re tevger bi rêya malbat û derdora wî di nava civakê de vebûnek çêkir. Bi gotineke din mirov dikare bêje civakîbûna tevgerê cara ewil li wir dest pê kir. Tevlîbûna hevrê Riza û malbata wî, mîna tevlîbûna hemû taxa Tuzluçayirê bû. Ji ber ku hevrê Riza ji berê ve xwedî kesayetekî civakî û pêşeng bû. Hevrê Riza, ku di destpêkê de kesayetiyek pir dihat hezkirin û di nava civaka xwe de bi bandor bû, ne tenê xwe, di heman demê de malbat, hevrê û cîranên xwe jî tevlî tevgerê kir. Hevrêyên ku tevlî tevgerê kiriye, hin ji wan hê di nava me de ne, hin ji wan jî şehîd bûn. Hem Tirk û hem jî Kurd di nav wan de hebûn. Bi vî awayî, tevger dest pê kir ku ji zanîngehê wêdetir berfireh bibe û ji bo cara yekem, li taxan û di nav gel de bandorek mezin bi dest xist.
CUMALÎ Û DOGAN: HER YEK JI WAN MILÎTANEKÎ HÊJA BÛ KU BI HEMÛ DILÊ XWE TEVLÎ BIBÛN
Piştre, biraziyên wî tevlî bûn. Yek ji biraziyên wî jî Cumalî bû ku endamê Hêzên Taybetê bû. di sala 2005’an de li Başkaleyê di dema şerê bi dijmin de şehîd bû. Biraziyê wî yê din Dogan jî li Xinêre-Lolanê di encama êrîşên dijmin de şehîd bû. Her yek ji wan milîtanekî hêja bû ku bi hemû dilê xwe tevlî bibûn.
Endamên malbatê hîn jî tevlî xebatan dibin. Tevî dayika hevrê Riza Hatîce Ana her kes xebat dimeşîne. Tê bîra min; heta di sala 92’yan de jî Hatîce Ana weke kurye ji Bakur hatibû cem Rêbertî. Rêbertî berê wê nas dikir jixwe û gelek hurmet raberî wê dida. Ew dayikek kedkar bû. Ew jiyana xwe ji dest da. Dema ku ew jiyana xwe ji dest da, Rêbertî di girtîgehê de bû û peyama sersaxiyê şandibû.
DI CEWHERA TEVLÎBÛNÊ DE DIRÛSTBÛN Û SAMÎMÎYET HEYE
Di heman salan de, Rêber Apo car caran dihat Kurdistanê, hin deveran digeriya; lê li wir jî dîsa xwendekaran didît. Lê belê li Tuzluçayirê, nasîna gel û malbatan a komê heye. Ji ber vê yekê, bi vî awayî tevlîbûn gelek bi watedar e.
Bêguman di cewhera tevlîbûnê de samîmîyet heye, di tu mijarê de nêzîkatiyeke hesabkar tune. Gelo ev kî ne, çi ne, dê zirarê bidin me an na; hesabeke wiha tune. Dûrûstî û samîmîyet heye. Piştî ku hevalan nas dikin, bi taybetî piştî ku Rêbertî nas dikin, êdî bê dudilî, bi her awayî tevlî dibin; dibin dost, heval û malbatên rêxistinê. Di wê demê de ev nêzîkatî samîmîyet e, nêzîkatiyeke dûrûst e. Piştî ku bi tiştekî bawer bike, divê her tiştî kirin e, ev seknekî wiha ye. Bi pêşengiya heval Riza, ev sekna ku di malbatên Tuzluçayirê de hate pêşxistin, bi vî awayî dikare bê pênasekirin.
Heval Riza, di nav taxê de pêşengekî xwezayî bû ku her kes li dora wî diciviya û hevalên wî hebûn. Heta di wê demê de ji heval Riza re “Şirket” dihat gotin. Piştre ev yek di çapemeniya Tirkiyeyê de jî cih girt û wekî “Şirket” hate nasîn. Dema hate fêmkirin ku ev kes di vê Tevgerê de mîlîtanekî pêşeng e, bi taybetî di çalakiyên leşkerî de navê wî derket pêş, çapemeniya Tirkiyeyê wê demê destpê kiribû û gotibû “Şirketê wisa kir, Şirketê wiha kir.” Yanî di sala 79’an de wiha bû rojev. Lewre tevlîbûneke girseyî çêbûbû.
ME ÇETEYÊ KU FERMANDARÊ ME KARA OMER ŞEHÎD KIR CEZA KIR
Ji malbata heval Riza, birayê wî Kara Omer (Haydar Altun) jî di heman salan de tevlî bûbû. Min bi xwe Kara Omer ji nêz ve nas dikir, em gelek bi hev re man; bi taybetî li qada Lubnan-Filîstînê. Ew jî li wir tevlî perwerdeyê bû. Piştre pratîkek wî ya dirêj li Lolan û Botanê heye. Fermandarekî hêja û wêrek bû. Di Adara 1991’ê de li sînorê Qileban-Heftanînê di navbera dewleta Tirk û hevalan de şer derket, di vî şerî de çeteyekî bi çeka Qarnasê ji dûr ve Kara Omer şehîd kir. Kara Omer fermandarê wê derê bû.
Piştre ez jî hatim heman qadê; hevalên me ew çeteyê ku Kara Omer şehîd kir, li ser rêyekê bi çeka Qanasê re dîlgirtibûn.
YNK’ê jî bihîstibû ku çeteyekî wiha hatiye girtin. Şandeyek şandin ba me. Gotin, “Me bihîst ku we kesekî wiha girtiye, di destê we de ye.” Me got, “Rast e.” Gotin, “Ev kes, di dema şerê Elî Esker de jî çete bû; li qada Qaşûrayê 18 kes ji me şehîd kirin. Wî radestî me bikin; em dixwazin wî ceza bikin.” Me got, “Na. Ev kes fermandarekî me yê hêja şehîd kir; em ê bi destên xwe wî ceza bikin.” Û wisa jî bû; hate ceza kirin.
DEMA DIHAT GOTIN ÇALAKVAN NAVÊ WÎ PIŞTÎ KEMAL PÎR DIHAT
Tevlîbûna hevrê Riza tevlîbûnek bi vî rengî bû. Ew beşdarî Kongreya 1’emîn bû û di encamê de bû yek ji damezrînerên partiya me. Dema ku xebatên leşkerî dest pê kirin, Komîteya Leşkerî hate damezrandin û hevrê Riza bû endamê vê komîteyê. Wî li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek xebat meşand, mînak li Dîlokê. Lê belê, rola wî ya herî berbiçav wekî fermandar di Şerê Siwerekê de bû. Li wir, ew ji hêla dijmin ve hate dîlgirtin. Bawrim ji bo girtina benzînê dikevin cihek teng, dijmin ji piştê ve bi ser wan de digire û bi vî rengî tê girtin.
Ew dem ji îro cuda bûn; em di pozîsyonek nîv-sivîl, nîv-leşkerî de bûn. Hevrê Riza jî di vê rewşê de bû. Berî dîlgirtina wî, wî rolek û mîsyonek leşkerî girtibû ser xwe. Mînak, navê wî ya kod ‘şîrket’ bû. Wê demê dema dihat gotin çalakvan, hevrê Kemal Pîr dihat bala her kesî. Lê dema dihat gotin hevrê ‘şîrket’ her kes dizanî hevrê Riza ye.
Hevrê Riza zêdetirî 10 salan di girtîgehê de ma. Piştî guhertinên qanûnên Tirkiyê di serdema Ozal de, ew di heman rojê de bi hevrê Karasu re hate berdan. Piştre ew bi hev re gihîştin Qada Rêbertiyê.
LI GORÎ BÎRDOZÎ DI HÛNERA POLÎTÎKAYÊ PÊKANÎNÊ DE PIR PÊŞKETÎ Û PIR ALÎ BÛ
Heval Riza di gelek xebatên têkoşîna me de cih girt. Ew endamtiya Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamtiya Konseya Rêvebir a KCK’ê kir. Gelek salan berpirsiyariya Ewropayê girt ser milên xwe. Li qadên wekî Maxmûr, Xakurkê û Şêhîdan berpirsiyarî hilgirt. Paşê li HPG’ê di Akademiyên Apollo de mîna mamosteyekî xebitî. Di perwerdekirina gelek hevalan de rolek mezin lîst û kedek mezin da. Heval Riza, ji bo ku di xeta Rêber Apo de kûr bibe, xwe di warê bîrdozî û teorîk de gihandibû asteke têrker. Hem di xwe de kûrahî çêkir, hem jî ji bo ku hevalan bide fêmkirin di akademiyan de gelek ked da.
Pratîka heval Riza ji tevlêbûna wî heta şehadeta wî 45 sal e. Di van 45 salan de gelek erk girt ser milên xwe û ji bo Tevgera me kedek mezin da. Di xebatan de xwedî rol bû.
Taybetmendiyên heval Riza gelek hevalan bi rêya bernameyan tînin ziman. Em jî hinekî nas dikin, dizanin. Ne hewce ye em dubare bikin. Lê di Tevgera me de taybetmendiya wî ya herî girîng ew bû ku pir polîtîk bû. Li gorî bîrdozî di pêkanîna hûnara polîtîkayê de pir pêşketî bû û pir alî bû. Ne dogmatîk bû, ne jî astengker bû. Di her hevdîtinê de û di her karî de li ser ‘rêya derketinê çi ye’ disekinî û xwedî înîsiyatîf bû. Dema karek digirt destê xwe, nîvco nedihîşt; berovajî teşeyek dida û rêya derketinê nîşan dida. Bi vî awayî di têkoşîna me de şopek hişt.
Ji bilî keda mezin, ji tevlêbûna xwe heta dawiyê samîmî bû. Ji ber vê yekê mal, malbat, heval û yaranên xwe ji bo Tevgerê vekir û bi vî awayî tevlî bû. Lê belê xwe jî perwerde kir.
Heval Riza pir dixwend. Xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de kûr kiribû. Xwedî eqlekî jêhatî bû. Hostayê gotinê bû. Dizanîbû ku gotinê bi awayekî baş çawa îfade bike. Asteke girtibû, jêhatî bû. Hem tespîtên wî hebûn, kûr bûn; hem jî hêza wî ya îfadeyê yê baş hebû. Dizanîbû ku çawa dikare kesê li hemberî xwe qanî bike, çawa bimeşîne û bi vî awayî çawa birêxistin ava bike. Keda wî hebû, asteke wî hebû.
HEVRÊTIYA WÎ BÊQISÛR BÛ
Hevrê Riza mirovekî dilsozê nirx û hevrêtiyê bû. Di dema xebata xwe ya li Ewropayê de, hinek rexne pêşketin û wî jî rexnedayîna xwe da. Lê wî zû xwe komî hev kir. Xwe li gorî rexneyên Rêbertî û tevgerê rast kir û xwe tevlî kir. Çiqas rexne û rexnedayîn çêbiba jî, ti carî li hemberî hevrêyên xwe di aliyê hezkirin û hurmetê de qisûr nedikir. Wekî rêveberek, ew her dem di têkiliyên xwe yên bi me hemûyan re baldar bû. Çi qas rexne hebe jî, prensîba bingehîn ji bo wî hevrêtî bû. Ew xwedî qabiliyeta ku zû xwe komî hev bike bû. Li cihê ku rexne hewce bû rexne dikir, li cihê ku rexnedayîn pêwîst bû rexnedayîn dida û li gorî wê tevdigeriya. Wî ev helwest bi xebata xwe û dilsoziya xwe di pratîka xwe ya berê de nîşan da.
PÊŞENGÊN BI VÎ RENGÎ BI ŞEHADETA XWE JÎ RÊ VEDIKIN
Yek ji pêşengên Tevgera me bû. Ji roja ewil heta dawiyê ked da û girêdayî xeta Rêber Apo bû. Ji roja ku Rêber Apo nas kir, heta dawî di vê çarçoveyê de tevgeriya. Kedeke wî ya mezin ji bo vê Tevgerê heye. Şopek ku neyê jibîrkirin hişt. Bi xebat û keda xwe şopek mezin hişt. Pratîka hevrê Riza li holê ye ji ber vê yekê ji aliyê dijmin ve hat hedef girtin.
Her milîtanekî tevgera me di hedefa dijmin de ye. Lê hevrê Riza bi têkoşîn û xebata xwe bi taybetî hat hedef girtin.
Hevrêyên bi vî rengî bi şehadeta xwe nirxê diafirînin. Dijmin xwe dixapîne. Dijmin difikire ku bi şehîdkirina kesên ku kedên bi vî rengî diafirînin, yên ku 45 sal in pratîkek ava kirine, kes nikare şûna wan bigire, Wisa hesab dikin ku wê Tevger zirar bibîne û qels bibe. Ji ber ku dijmin wiha difikire, hevrêyên bi vî rengî dike hedef. Dijmin diyalektîka ku Rêber Apo di Kurdistanê de bi awayekî daîmî bi pêş xistiye li ber çavan nagire. Eger li ber çavan bigirta wê bibîne ku êrîşên bi vî rengî an jî şehîdên bi vî rengî ji bo wan têk çûne. Bi kurtasî şehîdên bi vî rengî ne ji bo PKK’ê ne ji bo tevgera Apoyî windahî nîne. Ji ber ku kesayetên pêşeng ên bi vî rengî bi şehadeta xwe rê vedikin, nirxê diafirînin. Bi gotineke din, ew bûne parçeyek ji dîrokê. Ew di her warî de dijmin asteng dikin; bi şehadeta xwe û bi hebûna xwe ji dijmin re astengî derdixin. Ji ber vê yekê, ew nemir in. Tevger bi şehadetan xurtir dibe.
Her çend şehadetên pêşengên tevgera me, hevrê Riza, Fuat, Sofî, Koçero û Emîne Erciyes, ji bo me giran be jî û me xemgîn bikin jî, hevrêtiya xurt di heman demê de di me de hestyariyek diyarkirî jî diafirîne. Rast e, em tevgerek îdeolojîk in; divê hestyarî di jiyana me de ne di rêza yekem de be, lê rastî ev e ku em jî hestyar in. Xemgînî û êş bi şehadeta hevalên me re zêde dibin. Lê gava em li diyalektîk û rastiyên vê tevgerê ku ji hêla Rêber Apo ve hatî damezrandin dinêrin, her şehadet bi rastî hêzê diafirîne.
Dîroka tevgera me ne bi vî rengî ye? Bi her şehadetekê re xurtir bûye û bû sedema pêşketinên nû. Ev hevrêyane vê rolê dilîzin. Hevrêyên bi vî rengî bi jiyan, têkoşîn û bi berxwedana xwe, xwe îsbat kirine. Ew şopînerên heqîqetê ne, hevrêyên Rêber Apo ne û qet namirin; ew nemir in. Riza Altûn nemir e. Şehîd namirin!