Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Vê hefteyê jî çalakiya 1071’an hate lidarxistin.
Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin, li Qada Galatasarayê hatin ba hev.
Vê hefteyê aqûbeta Turgut Yenîsoy hate pirsîn ku beriya 31 salan ji aliyê JÎTEM’ê ve ji mala xwe hate binçavkirin û êdî agahî jê nehate girtin.