Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku ciwanekî ku 31’ê Çileya 2025’an li benda kontrolê ya El Faxûra ya li Taxa Kerim El Loz a Hum0sê hatiye binçavkirin, di encama êşkenceyê de hatiye qetilkirin. SOHR’ê diyar kir ku piştî ku ciwan hatiye binçavkirin ew birine girtîgeha El Balon û nehiştine hevdîtin bi malbata xwe re bike.
SOHR’ê bi bîr xist ku ji destpêka salê heta niha 59 kes di girtîgehên hikûmeta demkî ya Sûriyê de ji ber eşkenceyê hatine qetilkirin ku piraniya wan ji bajarê Humisê ne.