Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim rewşa leşkerî û siyasî ya li herêmên Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û plan û hesabên hêzên navneteweyî û welatên herêmê ji ANF’ê re nirxand.
Salih Muslim di destpêkê de bal kişand ser êrişên li Dêr Hafirê yên hikumeta veguhêz û got, Hikumeta veguhêz xwedî hin planan e, ji ber ku bi hêzên ku ew kirine desthilatdar li ser hin planan li hev kirine ev kirin. Lewma ji bo rewabûnê bide wê li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan axaftin, li ber derî pêşwazî kirin. Armanca wan ew e ku me tevlî hikumeta demkî bikin, hikumeta demkî bi vî rengî xurt bikin. Dixwazin teqez bi rê û rêbazê em bi wan re bibin yek. Dibêjin çekan dînin, tevlî artêşê bibin, tevlî dewletê bibin. Ji bo vê jî zextê dikin. Armancên wan hene, bêguman bi dewleta Tirk re di armancên xwe de ji hin aliyan ve digihêjin hev. Tirkiye jî weke amûreke zextê vê yekê li hemberî me bi kar tîne. Hin çeteyên ser bi dewleta Tirk hene, weke Artêşa Sûriyeyê ya Mîllî (MSO). Van çeteyan ji xwe êrîş kirin. Êrîşan 4 mehan bê navber dewam kirin, xwestin derbasî rojhilat bibin, lê belê ji wan nehat. Dawiya dawî Peymana 10’ê Adarê hate mohrkirin. Ji wê demê û pê ve di ser Emerîkiyan û Hêzên Koalîsyonê hin navbeynkar derketin holê û agirbest pêk hat.
Lê belê piştî demekê xwestin xwe ji vê peymana ji 8 xalan a ji bo tevahiya Sûriyeyê ye, xwe rizgar bikin, taloq dikin, ji nedîtî ve tên, pêwîstiyên wê bi cih nînin. Bi rêya Tirkiyeyê timî zextê li me dikin, hewl didin me bixapînin, lê belê ev yek nabe ji ber ku sîstemeke me heye. Nuqteya duyemîn jî meseleya gaz-petrolê ye. Li Dêrazorê jî cihên petrolê hene, hewl didin wê derê bi dest bixin. Vê yekê li hevalên me ferz dikin. Dewleta Tirk timî gefan dixwe, piştre jî çeteyên DAÎŞ’ê dest bi êrîşê dikin. Em li hemberî van hemûyan şer dikin. Herî dawî êrîşî Dêr Hafirê kirin, hevalên me birîndar bûn. Ji bo me neçar bihêlin timî zextê dikin. Bêguman Emerîka jî welatên din jî vê dibînin û li hemberî vê rewşê bêdeng dimînin. Ji ber ku li aliyekî van zextan Tirkiye heye. Emerîka û welatên din jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û naxwazin Tirkiyeyê aciz bikin. Armanca wan ew e ku em paşve gavê biavêjin. Lê belê em ê li hemberî van hemûyan li ber xwe bidin.”
Salih Muslim bi bîr xist ku Peymana 10’ê Adarê ji 8 xalan pêk tê û got, “Wê demê ji bo her yek ji 8 xalan hate gotin ku wê komîteyên cuda bêne avakirin. Mînak, wê Sûriyeyê bibe dewleteke çawa? Geo wê bibe dîktatorî, yan komar, yan jî welatekî demokratîk? Rêveberî wê çawa bê parvekirin? QSD wê çawa tevlî bibe? Li ser van mijaran wê nîqaş bihata kirin. Di vir de xusûsa girîng ew e ku Mazlûm Ebdî dema peyman mohr kir bi navê xwe mohr nekir. Li vê derê Rêveberiya Xweser heye, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk heye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk hene. Beriya peymanê ev hemû li hev civiyan, biryar dan ku çawa li hev bikin û di vê peymanê de çawa tevbigerin. Peyman jî di vê çarçoveyê de pêk hat. Timî dibêjin QSD, QSD, lê belê mesele ne tenê QSD ye. Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî hemûyan ev nîqaş meşandin. Mazlûm Ebdî wan hemûyan temsîl dike. Lê belê piştî ku ev peyman hate mohrkirin, dest bi hewldana vegera ji vê peymanê kirin. Ji ber ku komîte ava nebûn, nîqaşeke rast nehate kirin, kar nehate meşandin.
Ya duyemîn jî weke ku tê zanîn wê li Parîsê lihevkirin çêbûya. Di bin çavdêriya hêzên navneteweyî de pêk bihata, Emerîkî, Fransî û Îngilîz wê hebûna, lê belê ev qebûl nekirin. Di vir de jî bawerim zexta Tirkiyeyê hebû. ji ber ku pirsgirêk wê gerdûnî bibûya, lewma qebûl nekirin, asteng kirin. Hîn jî nîqaş dikin; dibêjin, Na em ê li Şamê rûnên û biaxivin. Yê ku peymanê têk dibe Tirkiye ye. Ji ber vê yekê em li zor û zehmetiyan rast tên. Hin hevdîtin bêne kirin jî di asta teknîkî de dimîne, lê belê hevdîtin li ser mijarên esasî nayên kirin. Weke ku em têk çûne û li pişt hikumetê Tirkiye heye, Emerîka heye, bi vê têgihiştinê dixwazin me teslîm bigirin.
Lê belê aliyekî din ê meseleyê jî ew e ku li Tirkiyeyê û Bakur têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoyek heye. Li wê derê her kes piştgiriyê dide vê pêvajoyê, bi ta ybetî di lêkolînên dawî de eşkere bû ku ji sedî 75 ê gel piştgiriyê dide. Hem Kurd, hem jî Tirk bi giştî piştgiriyê didin. Lê belê li aliyekî din hinek hene ku dixwazin vê pêvajoyê têk bibin, rêya vê jî tevlîhevkirina li Rojava ye. Siyasetmedarên Kurd jî gotin, ‘Hem tu yê bombeyan li Kobanê bibarîne hem jî li Amedê aştiyê bike. Ev yek nabe. Aştî eger wê bibe divê li her derê bibe’. Rêbertî jî got, ‘Rojava ji bo me xeta sor e’. Ji ber vê yekê hinek dixwazin pêvajoya li Bakur têk bibin, lewma mijara Rojava sor dikin. Dixwazin li vir şer bidin destpêkirin. Nîqaş neqediyan, lê belê pêşketin nîne. Heta salekê li ber xwe dan, diyar e bi vî rengî bimeşe wê ev kar saleke din jî neqede. Heta ku lihevkirin pêk neyê ev peyman jî bi cih nayê, ji ber ku peyman ne tenê ji bo herêma me ye, ji bo hemû herêmên Sûriyeyê guncaw e. Lewma dibe ku hin astengî hebin.”
Têkildarî gefên ku dewleta Tirk li Rojava dixwe jî Salih Muslim got, “Tirkiye ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî binixumîne dixwaze li derve hin tiştan bike. Bi vî rengî dixwaze bandorê li raya giştî ya navxweyî bike. Ya duyemîn jî hikumeta Colanî ji xwe re weke firsendekê dibîne û dixwaze bi vî rengî li Sûriyeyê ji xwe re cihekî çêbike. Bi Îsraîlê re di nava rewşeke bi vî rengî ya bidestxistina cihekî de ye. Ji ber ku gefên ji Tirkiyeyê tên ji aliyê rayedarên herî payebilind ve tê kirin, em neçar in cidî bibînin. Serokkomar, Wezîrê Parastinê, Serokê Fermandariya Giştî eger timî gefê dixwin, divê mirov vê cidî bibîne. Bêguman eger bê astengkirin baş e, lê belê eger neyên astengkirin dikarin êrîşê bikin. Ji ber vê jî em neçar in ku tedbîrên xwe werbigirin.”
Li ser mijara çareseriyeke mayinde ya li Sûriyeyê Salih Muslim got, “Bi rastî jî eger tê xwestin tiştekî durust û rast bê kirin, beriya her tiştî divê destûra bingehîn demokratîk be. Di destûra bingehîn de divê mafên jiyana bi hev re ya hemû çand, ziman û pêkhateyan qebûl bê qebûlkirin. Rêyeke çareseriyê ew e ku sîstema me ya ku li herêmên xweser hatiye avakirin li tevahiya Sûriyeyê bê berfirehkirin. Ji bo çareseriyê jî divê mirov ji destûra bingehîn destpê bikin. Qanûnên hilbijartinê, qanûnên partiğyan, azadî wê teqez di destûra bingehîn de hebin. Elewî, Durzî, Êzidî, Suryanî, hem meseleya ol hem jî meseleya etnîsîteyê, kîjan jê neyê dîtin hingî wê ew mirov li serê Sûriyeyê bibe bela. Lewma divê her kes bêne komkirin, nîqaşkirin û eger bi rastî jî destwerdana bandora derve nebe li nuqteyeke hevpar dikare bigihêje hev. Lê belê heta niha tiştekî bi vî rengî nîne. Ji bo me nenavendîbûn sîstemeke guncaw e ku dikare bê qebûlkirin. Lê belê li ser vê yekê divê mirov bi rengekî cidî rûnên û nîqaş bikin, ku ev yek wê bi kêrî Sûriyeyê bê.”