Meşa ’Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’’ ya TJA’yê da destpêkirin, di roja xwe ya 7’emîn de li Enqereyê bi dawî bû. 250 jinên ku di 12ê Cotmehê de li Amedê li gel gelek daxwazan dest bi meşê kirin, tevî her cure astengî û zehmetiyan jî meşa xwe li Enqereyê bi dawî kirin. Meşa li Enqereyê hate astengkirin û jinan li Meclîsê dirûşmeyên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin. Jinên ku piştî bidawîbûna bernameyê wêneyên bîranînê girtin û dubare vegeriyan Amedê, wê bi berpirsiyariya hêzî û aştiyê ya di vê pêvajoyê de xistin kîsikên xwe û wê xebatên xwe bidomînin. Meşa hatî lidarxistin, li gelek bajaran gelek kes rakirin ser piyan û jinan diyar kir ku ev meş di pêvajoya avakirina aştiyê de bes pêngavek e.
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç ku yek ji kesa ku ji bo aştiyê têkoşiyaye, di vê meşê de ji wan kesan e ku cihê xwe di herî pêş de girtiye.Yuksel Genç a ku piştî banga ‘’Koma Aşitiyê’’ ya di Cotmeha 1999’an de hatî kirin, li gel komeke gerîlayan hatiye Tirkiyeyê, di vê pêvajoyê de du caran ketiye girtîgehê û derketiye. Yuksel Genç a ku piştî tê tehliyekirin têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê dubare dibomîne, piştî 26 salan ji nû ve roja 1’ê Cotmehê ji bo heman daxwazê bi rê ket. Yuksel Genç a ku ji Amedê ber bi Enqereyê ve meşiya, diyar kir ku vê meşê cesaret daye hemû gelan. Yuksel Genç bi gotinên: ‘’Ji sala 1999’an ve ye bi qasî ku meşa me ji bo aştiyê bi ser ket civak jî bextewar dibû; bi qasî ku dihat jibîrkirin jî civak xizan bû û bê par ma’’ hem meşa hatîlidarxistin û hem jî xebata ku wê ji niha pê ve were kirin, nirxand.
Yuksel Genç, diyar kir ku meş ne çalakiyek bû, dewama têkoşîneke 26 salan e û got ku meşê hem di warê takekesî de hem jî yê civakî de hişmendiya cesaret, hêvî û azadiyê ji nû ve zindî kiriye
‘LI HEMBERÎ BÊHÊVÎBÛNÊ MEŞA HÊVIYÊ BÛ’
Yuksel Genç da zanîn ku meş li ser navê aştî û azadiyê xwedî wateyeke mezin bû û ev yek anîn ziman: ‘’Ez di baweriyê de me ku meşa me li ser navê aştî, azadî, hebûna pêkve û wekhevbûnê karekî girîng bi cih anî. Tişta ku me pêk anî, li hemberî bêhêvîbûn li kolana ya mezin meşeke hêviyê ya mezin bû. Meşeke li hemberî bêbendewarîbûnê, avakirina bendewariye mezin û bicihanîna egera vê bendewariyê bû.’’
‘BÛ PÊNGAVA CESARETÊ’
Yuksel Genç, di heman de anî ziman ku xwedî wesfeke gelekî girîng bû ku nîşan da azadiya Rêber Apo û azadiya jin û civakê girêdayî hev in û got: ‘’Li hemû cihên ku em çûnê, hemû însanên ku me dîtin, dianîn ziman ku azadiya me girêdayî Birêz Ocalan e; azadiya Birêz Ocalan jî girêdayî me ye. Meşa me hem di asta civakî de hem jî ya siyasî de bû pêngaveke cesaretê. Ji dema vê pêvajoyê dest pê kiriye ve ji aliyê dewlet û desthilata ku egerên pêvajoyê bi cih naînin û newêrin vê yekê bikin ve jî meşeke wêrek bû. Ji aliyê civaka ku zêde fêm nedikir ku hêza encamstandina ji vê pêvajoyê li cem me heye jî bû meşeke cesaretê.’’
‘ÎNSANAN BARÊ LI SER XWE AVÊT’
Yuksel Genç piştre bal kişand ser rewşa dadayîbûna civakê ya di encama polîtîkayên tund ên 10 salên dawîn de, diyar kir ku vê meşê di warê ‘’xwejêxilaskirina barê heyî’’ de bû pêngaveke girîng û got: ‘’Li her derê ku em çûnê, min dît ku dirûşmeyên însanan ên li kolanan, di jiyana xwe de, di têkoşîna xwe de û yên têkildarî azadiya xwe baweriya ku ji zimanê jinan bihîstiye hîs dikin. Însanan cesareta têkildarî honandina jiyanê û derketina kolanan bi bîr anîn. Ev meşa me di heman demê de ji aliyê civakîbûna aştiyê û cesaretkirina avakirina aştiyê ya ji aliyê civakê ve jî gelekî bi qîmet bû. Aşitî ew tişt e ku tê avakirin; civaka demokratîk jî tê avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku bi qasî ku cesaret berdewam bike wê her du jî werin avakirin.’’
‘DIVÊ DAXWAZÊN ME WERIN BICIHANÎN’
Yuksel Genç di dewama axaftina xwe de dirûşmeya meşê bi bîr xist û banga xwe dubare kir: ‘’Me çi got? ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin.’ Di vê civakê de du tiştên ku herî zêde hatibûn lawazkirin, hêvî û azadî bûn. Em xwedî li van her du nirxan derdikevin û dimeşin. Ji niha û pê ve jî deriyên meşa bi hêvî heya dawiyê vekirî ne. Ji bo min ev meş, bes ne meşeke 7 rojan e, meşeke 26 salan e. Beriya 26 salan, di 1’ê Cotmehê de me meşa xwe ya ji bo aştiyê da destpêkirin. Ji wê rojê ve ye bi qasî ku meşa me hat bersivandin civak bextewar bû; bi qasî hate jibîrkirin jî civak xizan bû û bê par ma.’’
‘DAXWAZ GELEKÎ HEVPAR IN’
Yuksel Genç diyar kir ku di kûrbûna krîzên aborî û civakîde rola nedîtina daxwaza ji bo aştiyê gelekî mezin e û ev yek anîn ziman:
‘’Di tevahiya 26 salan de kesên ku guh nedan wekhevîbûn, azadî û daxwazên demokrasiya li gel Kurdan, di dawiya rojê de civakên xwe jî bi newekhevîbûnê, neazadîbûnê û nedemokratîkbûnê re kirin weke me Kurdan. A niha hewcehiya hemû civakên Tirkiyeyê bi azadî, wekhevî û demokrasiyê heye. Daxwaz êdî gelekî hevpar in.’’
‘EM TALIBÊ BASKÊ DUYEMÎN IN’
Yuksel Genç diyar kir ku meş di heman demê de di warê siyasî de bangeke veguherînê ye û got: ‘’ Ger xwedî li vê daxwaza hevpar were derketin, wê heê aştiya civakî were avakirin hem jî kesên ku di nava dewlet û hikûmetê de xwe dispêrin şer û pevçûnan û statukoyê diparêzin têk biçin; wê kesên ji bo çaresiyê li ber xwe didin û kesên ku dixebitin bi hêz bibin. Meşa me,meşa zindîkirin û honandina baskê duyemîn e ku Bahçelî jê re digot ku ‘kêm e.’ Em bi vê meşê re talibê baskê duyemîn, xurtkirina xebatkarên baskê duyemîn in.’’
Yuksel Genç di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev meş ji bo ‘’civakîkirina aştiyê, jinûvebidestxistina cesaretê û avakirina pêşeroja demokratîk’’ gelekî girîng e û got: ‘’Ev meşa me destpêkek e. Bi qasî ku cesaret hebe, wê aştî jî azadî jî werin avakirin. Hemû kesên ku bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin wê têkariyeke mezin li vê pêvajoyê bikin.’’