Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Efrîqaya Bakur Hikmet Îbrahîm ku ji aliyê hikumeta komara Ugandayê ve hat vexwendin, beşdarî Kongreya Meclisa Ciwanên Ereb û Efrîqayî bûye. Kongre hemwextî pîrozbahiyên Roja Serxwebûnê ya Ugandayê dewam dike.
Di navbera kongreyê de Hikmet Îbrahîm û cîgirê serokkomarê Ugandayê Edward Squard hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û ya herêmî gotûbêj kirin. Her wiha rola ciwanan di avakirina welat û pêkanîna yekitî û pêşxistinê de vegotin.
Îbrahîm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide bi beşdariya tevahiya Sûriyeyan modeleke demokratîk li Sûriyeyê ava bike.
Kongreya Meclisa Ciwanên Ereb û Efrîqayî ku bi serokatiya serokkomarê Ugandayê Yuri Kagota Musevê û tevkariya Wezareta Ciwanan û Kar û Barên Zarokan a Ugandayê hatiye organîzekirin, 6’ê Cotmehê li paytexta Uganda Kampalayê destpê kir.
Kongreya bi dirûşma “Bihêzkirina dengên ciwanan ji bo aştî, yekitî û pêşxistinê” dewam dike wê 10’ê Cotmehê bi dawî bibe. Ji Ugandayê 2 hezar û ji welatên Ereb û yên Efrîqayê zêdetirî hezar û 500 ciwan beşdarî kongreyê bûn.