Ji bilî Tulay Hatîmogullari, Cîgira Hevseroka Komîsyona Têkiliyên Derve û Ebru Gunay jî di şadeyê de cih girt.
Tulay Hatîmogullari di forûmê de li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêşkêşiyek kir û diyar kir ku pirsgirêka Kurd ev sed sal in li Tirkiyeyê berdewam dike û li pêşiya demokratîkbûna welêt asteng e.
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku di demên berê de li Tirkiyeyê hewldanên girîng ên aştiyê hatine kirin û got, “Birêz Ocalan bi banga 27’ê Sibatê xwest ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk were çareser kirin û maf, hiqûq û nasnameya gelê Kurd li hemû herêmên ku lê dijîn û bi taybetî li Tirkiyeyê were naskirin.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan ku dixwazin derbarê pêvajoyê de qanûnek taybet were derxistin û got: “PKK û Birêz Ocalan di hin mijaran de gavên berbiçav avêtin. Li Tirkiyeyê komîsyonek li Meclisê hatiye avakirin û îro civîna 14’emîn li dar xist. Komîsyonê kesên ku piştgiriyê didin çareseriya pirsgirêka Kurd û kesên ku di şer û pevçûnan de êş kişandine guhdar kir. Tomarkirina pirsgirêkan pir girîng e, lê ev têrê nake. Hêj gavên qanûnî nehatine avêtin. Mînak bendewariya ku rê li ber endamên PKK’ê yên ku wê çekên berdin, beşdarî siyaseta demokratîk bibin were vekirin, heye. Bendewariya duyemîn mafê hêviyê yê Birêz Ocalan e. Em dizanin ku Birêz Ocalan ji bo aştî û demokrasiya her çar parçeyên Kurdistanê dixebite. Wekî aktorekî pêşeng perspektîfek e girîng ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye. Ji ber vê yekê, divê qadên azadiyê werin vekirin. Li Tirkiyeyê nêzîkî 8,000 girtiyên siyasî hene. Em difikirin ku ji bo hemû girtiyên siyasî azad bibin divê sererastkirinên qanûnî bên destpêkirin. Ger di vî alî de gav bên avêtin, pêvajo wê bi aştiyê were tacîdarkirin.”
Tulay Hatîmogullari anî ziman ku pêvajo ne tenê bi partiya desthilatdar re, di heman demê de di serî de bi muxalefeta sereke, partiyên muxalefetê û hemû beşên civakê re hatiye meşandin û diyar kir ku civak aştî dixwaze lê bawerî qels e.
Tulay Hatîmogullari îtîraza li dijî biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş bi bîr xist û got, “Ger Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên din ên girtî werin berdan, wê baweriya civakê zêde bibe.”
Tulay Hatîmogullari wiha berdewam kir: “Wekî DEM Partiyê em di mijara bawerî-nebaweriyê de di nava hayjixwe ya biguman de ne” û anî ziman ku ew li bendê ne ku gavên berbiçav werin avêtin.
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku pêşketinên li Rojhilata Navîn, hişt ku Tirkiye bi stratejîk dest bi vê pêvajoyê bike û wiha domand: “Hin derdor di wê ferqê de ne ku divê êdî Tirkiye bi welatiyên xwe yên Kurd re aştiyê bike. Li ser tepsiyeke zêrîn aştiyê nadin tu kesî. Berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê DEM Partî û hemû kesên ku aştiyê dixwazin. Lê difikirin ku divê dewlet pirsgirêka Kurd çareser bike.”
Tulay Hatîmogullari li ser girîngiya piştgiriya navneteweyî ya ji bo aştiyê rawestiya û rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Pêdiviya Sûriyeyê bi destûreke demokratîk heye. Avaniya demokratîk a ku em niha qala wê dikin, xwerêveberî ye. Divê Tirkiye rola ne ku geşngeşiyê zêde bike, rola ku gengeşiyê kêm bike bilîze û piştgiriyê bide destpêkirina pêvajoya demokratîkbûnê.”