Pêncşem, 27 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê herî zêde dayik xwedî li pêvajoyê derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz ê piştî 30 salan hate tehliyekirin, peyama ‘têkoşînê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîthat Sancar, Gulten Kişanak û Çetîn Arkaş bi rojnamevanan re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Elkê ji bo şehîd Serhat Erdem taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamûşanê ji bo gerîllayê HPG’ê Baz Serhed taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mamostayan li dijî darvekirinên Îranê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat di mehekê de 47 Kurd hatin binçavkirin, aqûbeta wan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star şehîdên ku bûne deng û çalakiya azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saqiz û Çapharê du jin ji aliyê hevjînên xwe ve hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê rewşa tenduristiyê ya 2 jinên girtî xirab dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê û Jin Produksiyon rojnamevanan bibîr anîn: Em ê dengê rastiyê bigehînin civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên rejîma Îranê yên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em ê têkoşîna şehîdan bigihînin pêşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zextên li hemberî jinan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Xebat Andok: Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye
Kurdistan

Xebat Andok: Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok komploya 9'ê Cotmehê şermezar kir û got, "Hêzên ku dixwestin Rêberê me û tevgera me tasfiye bikin bi ser neketin, ji ber ku Rêber Apo êdî lîderekî gerdûnî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 15 dq.
Parvekirin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ji ANF’ê re axivî.

Xebat Andok got, “Em têkoşerê herî mezin ê azadiyê Rêber Apo bi hurmetî, hezkirin û minetdarî silav dikin û dilsoziya xwe ya bi wî re dubare dikin. Di şexsê şehidên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de hemû şehîdên şoreşê, bi taybet jî şehîdên ku li dijî komploya navneteweyî li berxwedan û şehîd bûn bi hurmetî û minetdarî bîr tînin û soza xwe ya serketinê dubare dikin.”

Andok, da zanîn ku komplo bi pêşengiya hêzên hegomonîk ên weke Brîtanya û Emerîkayê pêş ket û wiha got, “Rêbertî hêzên ku komployê pêş xistine, derxist holê û ronî kir. Êdî hemû kes xwediyê komployê dizane. Ev hêz niha jî hê mîna xwe tevdigerin. Di serî de Brîtanya, Emerîka, Îsraîl ev komplo plan kir û bi hevkariya hêzên NATO’yê re kordînatortî kirin. Hêzên hegomonîk siyaseta Başûrê Kurdistan û bi taybetî jî malbata Barzanî weke amûr tevlî vî karî kirin. Bê guman dema mirov vê yekê tîne ziman îrade û hêzeke Başûr a ku bikaribe vê komployê pêş bixe tunebû. Hêzên hegomonîk ji bo armancên xwe hêzên li Başûr weke amûreke nixumandinê bikar anîn.

Di encama komployê de Rêbertî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Her çend Tirkiye bêje me di komployê de rol lîstiye jî, a rast ne wisa ye, rola wê pir kême. Di Komploya Navneteweyî de rola herî biçûk a dewleta Tirk e û ev komplo bê dewleta Tirk hat lidar xistin. Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît di daxuyaniya xwe de bi rengekî eşkere got ku ‘me fêm nekir çima Abdullah Ocalan teslîmê me kirin.’ Bi vê daxuyaniyê re dewleta Tirk di kîjan astê de di komployê de cih girtiye, eşkere bû. Di roja me îro de jî dek û dolabên bi vî rengî hene. Divê dewleta Tirk dema li dijî Kurdan tiştek hat kirin bifikire çima û bi çi armancê hatiye kirin. Dewleta Tirk propaganda dike û bi mantiqeke formel dibêje ‘Li dijî Tevgera Azadiyê dibin hevkarê me.’ Lê belê hêzên hegomoniyeyê ji bilî berjewendiyên xwe bi tiştekî din nafikirin, ne wijdan û ne jî exlaqek wan heye.”

Andok, destnîşan kir ku komplo di heman demê de li dijî gelê Tirkiyeyê jî hatiye kirin û wiha domand, “Armanca Hêzên hegomonîk di navbera gelê Kurd û Tirk de şerek demdirêj derxistin bû. Niha jî ev dek û dolabên hêzên hegomon dewam dikin. Dema hêzên hegomon silav dan, divê mirov binê vê bikole ka çima silav didin. Ji ber ku ji bilî berjewendiyên xwe tiştekî nafikirin û her tişt mijara kirîn û firotinê ye. Divê dewleta Tirk van tiştan baş bibîne û li ser bifikire.”

‘RÊBER APO SIYASETA LI DIJÎ KURD Û KURDISTANÊ QEBÛL NEKIR’

Xebat Andok, anî ziman ku Rêber Apo bi sekna xwe plana hêzên hegomonîk vala derxistiye û got, “Hêzên hegomonîk çima Rêber Apo dîl girtin? Ji ber ku Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve xwedî kesayeteke azad e. Hemû mirov têkilaya herî geş bi dayika xwe re datînin, lê Rêber Apo nebûye aîdê dayika xwe jî. Em dibînin ku Rêber Apo ew çarçove û çarenûsa ku ji aliyê civakê û pergela heyî ve jê re hatiye diyarkirin, tu carî qebûl nekiriye. Civakbûyîna xwe bi xwe çêkiriye. Li ser vî esasî derketinek heye. Li aliyê din Rêber Apo siyaseta li dijî Kurd û Kurdistanê ku pergela modernîteya kapîtalîst dimeşîne, red dike. Rêber Apo kesayetek azad ku xwe aîdê tu kesî nabîne esas digire. Dema Rêbertiya me bû damezîrenê partiyekî, bû rêberê doz û gelê Kurd hêzên hegomonîk xwestin Rêbertiya me bikşînin aliyê xwe û bikin nava sîstemê. Lê Rêbertiya me ya ku xwe dispêre îrade û sekna azad ev tişta qebûl nekir. Bi vî awayî dîtin ku nikarin Rêbertiya me bikin aîdê xwe û bikar bînin, vê carê hedef girtin. Rêbertiya me plansaziya hêzên hegomonîk a der barê Kurd û Kurdistanê çêkiribûn de, ser û binî kir. Ji ber ku van hêzên hegomonîk Kurdistan bê statû hîştibû û gelê Kurd di nava pençên qirkirinê de girtibûn. Dixwastin li gorî berjewendiyên xwe dema pêwîstî dîtin gelê Kurd bikar bînin. Lê belê Rêbertiya me plana wan têk bir. Di çarçoveya plansaziya van dewletan de rolek girîng didin PDK’ê û Kurdên netewperest. Doza dewletokbûyînê dike. Ev jî dibe sedem ku Kurdan li hemberî gelan weke amûrekî bikar bîne. Rêbertiya me bi îdeolojiya xwe, bi rêbaza têkoşîna xwe, gelê Kurd ji vê pozîsyona amûrbûyînê derxist û Kurdê azad derxist holê. Ji ber vê jî pêwîstî dîtin ku mudaxeleyê Rêbertiya me bikin û dîl bigirin.”

‘DI SOSYALÎZMÊ DE ISRAR DI MIROVBÛNÊ DE ISRAR E’

Andok, da zanîn ku Rêber Apo nûnertiya sosyalîzmê dike û wiha axivî, “Piştî sosyalîzma pêkhatî şûn ve bawerî li hemberî sosyalîzmê şikest û mirovên sosyalîst, demokrat û yên doza wekhevî û azadiyê dikin di çarçoveya têkoşînê de lewaz ketin û bê hêvî bûn. Rêbertiya me di nava şert û mercên herî xerab de jî nûnertiya sosyalîzmê kir. Di pêvajoyek wiha de dirûşmaya ‘Di sosyalîzmê de israr di mirovbûyînê de israr e’ esas girt û têkoşînek bêhempa di nava Tevgera Azadiyê de destpê kir. Ev mijar kir rojeva gelê Kurd. Di roja me ya îro de jî pir zêde kûr û berfireh kiriye. Mirov dikare bêje komploya hêzên hegomonîk a kapîtalîst bi qasî ku li hemberî Rêbertiya me hat kirin, ewqas jî li hemberî sosyalîzma civaka demokratîk jî hat kirin.

Hêzên serdest ên hegomonîk di salên 90’î de dest bi şerê Cîhanê yê 3’yemîn kirin û Rojhilata Navîn ji xwe re kirin hedef. Şerekî îdeolojîk dimeşînin û dixwazin di çanda Rojhilata Navîn de guhertinê bikin û di heman demê de jî di organîzasyonên Rojhilata Navîn ê siyasî de guhertinên bingehîn bikin. Ji wê demê heya roja me ye îro mirov dibîne ku di Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinên pir esasî çêbûne û ev pêvajo hêj jî didome. Di heman demê de ev pêvajo pêvajoyên kaosê ne. Di zanista civakî de tê zanîn ku pêvajoyên kaosê qonaxên pir girîngin. Ji ber ku pêvajoyên wisa derfetê dide ku tiştên pir biçûk encamên pir mezin derbixe. Di şerê navbera Îran û Iraqê de Tevgera Azadiyê derfet baş bikar anî û xwe xurt kir. Hêzên hegomonîk ji îdeolojiya sosyalîzma demokratîk tirsiyan. Dîtin ku wê li Rojhilata Navîn, tişt ji kontrolê derbikeve, ji ber vê komplo pêş xistin û Rêbertiya me dîl girtin. Lê Rêbertiya me li vir nûnertiya sosyalîzmê, çanda manewî ya civaka Rojhilata Navîn dike û li dijî modernîteya kapîtalîst sekneke xurt raber dike. Dema mirov van nûnertiyan hemû digre dest, dibîne ku komplo ne tenê li hemberî Rêbertiya me, di şexsê wî de li hemberî civak, mirovahiyê û îdeolojiyê ye.”

‘DI ÇAVKANIYA HEMÛ BERXWEDANAN DE RÊBER APO HEYE’

Xebat Andok, destnîşan kir ku 27 salên bihurî ne tenê salên komployê ne, di heman demê de salên ku berxwedan di asta herî jor de hatiye meşandin e û wiha dirêjî da gotina xwe, “Armanca komployê li gorî berjewendiyên hêzên hegomonîke û ji bo ev armancên wan bi ser nekevin, berxwedaniyek pêwîste. Yê ev berxwedanî kir Rêbertiya me ye. Rêber Apo ji kêliya destpêkê heta roja me ya îro bû têkoşerê herî mezin a li hemberî komploya navneteweyî. Ji ber ku Rêbertiya me xwedî hişmendiyek ronî ye, armancê vê komployê baş dît. Rêbertiya me di hemû kêliyan de bi awayekî hostayî li gorî berjewendiyê gelan berxwedanî pêş xişt. Rêbertiya me bi lêhûrbûn û sekna xwe, heta roja me îro ev komplo vala derxist. Bê guman li kêlek Rêber Apo, gelê Kurd li ber xwe da û hêj jî li ber xwe dide. Gerilayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi hemû şax, endam û mîlîtanên xwe ve di asta herî jor de li ber xwe dan. Dostên Tevgera Azadiyê li dora têkoşîna Rêbertiya me xwe kirin yek û li hemberî van hêzên komploger sekinîn. Bi pêşengiya şehîd Halîl Oral re bêhejmar hevrêyan xwe kirin topên ji agir. Li welêt û çar aliyê Kurdistanê hevalên zîndanan, dayîkan, zarokan û hemû kesî ev tişt kir. Ev hemû li dijî komployê berxwedaneke bêhempa pêş xistin. Di çavkaniya van berxwedaniyan hemûyan de dîsa Rêber Apo heye. Ji bo vê yekê Rêber Apo hem weke şexs li hemberî komployê berxwedanî kir û hem jî yên ku ev sekna Rêbertî ji xwe re esas girtin bi vî ruhî têkoşiyan û komplo bi vî rengî têk birin. Di fedaîbûna gerilayên azadiyê de sekna Rêbertî heye. Ji ber Rêbertî xwedî seknek û berxwedanek bi vî rengî ye, milîtanên wî jî li ser xeta fedaîtiyê ne.”

‘RÊBER APO JI ALIYÊ HER KESÎ VE WEKE RÊBER TÊ QEBÛLKIRIN’

Xebat Andok, da xuyakirin ku gelê kurd bê xwedî hatibûn hiştin, lê bi berxwedana li Îmraliyê re Rêber Apo êdî bûye Rêberê gerdûnî û wiha got, “Rêber Apo ji aliyê her kesî ve weke rêber tê qebûlkirin. Gelek kes li dora îdeolojiya ku li dijî modernîteya kapîtalîst pêş xistiye dibin yek. Ji ber ku berxwedana wî bûye sembola helwesta bi biryar a li dijî komployê.”
Andok, da zanîn ku bi taybetî jinên Kurd û jinên cîhanê têkoşîna Rêber Apo weke têkoşîna xwe qebûl kirine û got, “Jin xwedî li berxwedana li Îmraliyê derdikevin û bi fikrê Rêber Apo xwe xurtir dikin. Bi saya Rêber Apo komplo vala derket.”

Xebat Andok, anî ziman ku modernîteya kapîtalîst di her qadê de hewl da cîhanê kontrol bike, lê nekarî bi temamî vê bi dest bixe û wiha domand, “Modernîteya kapîtalîst dixwaze belav bibe, lê serweriya wê ya zîhniyetê nîne. Rêber Apo li hemberî vê sîstemê rêyeke cuda pêşxist, jiyana xwe ya li ser cewhera mirov û civakê parast.”

Xebat Andok, diyar kir ku Rêber Apo ji roja destpêkê heya roja me îro xwebûyînê, wekheviya gelan esas digre û got, “Kurd ne pirsgirêk in yên ku Kurdan weke pirsgirêk dibînin, bi xwe pirsgirêk in. Hêzên navneteweyî hişmendiyek bi vî rengî pêş xistine. ji ber ku zîhniyeta dagirkeriya dewleta Tirk û dewletên din jî wisa bûn, wan jî ji xwe re polîtîkaya înkar û îmhayê esas girt û ev tişt gihîşt hevdu. Yê pirsgirêk zîhniyeta modernîteya kapîtalîste. Heta ev zîhniyet hebe dê Kurd weke pirsgirêk bê dîtin. Kurd jî li dijî vê ji bo hebûna xwe bidomîne wê bi rêbazên cur bi cur li ber xwe bide.

‘JI BO PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIVÊ DEWLETA TIRK GAVÊN BIBAWER BAVÊJE’

Sedsala 21’emîn sedsala çekdarî bû, lê Rêbertî dixwaze niha vê rêbazê biguherîne. Rêbertî dixwaze êdî gelê Kurd di hişê dewleta Tirk de weke pirsgirêk neyê dîtin. Rêbertiya me niha hewl dide ku vê pirsgirêkê bi rêbazên diyalogê û li ser esasê têkiliyeke wekhev çareser bike. Di halê heyî de pêvajoyek hatiye destpêkirin ev destpêkirin jî bi keda Rêbertiya me çêdibe. Ji bo ev pirsgirêk di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareser bibe û şer çênebe, Rêbertî her tişt dike. Lê dewleta Tirk bersivek erênî nedaye vê pêngava Rêbertî û gelek ji rêzê nêz dibe. Divê ev nêzîkatiyên ji rêzê tavilê bên derbas kirin. Rêbertiya me xwe nade bikar anîn, lê armanca dewleta Tirk tasfiyekirina rêxistinê ye. Ev ne mimkune. Ji ber van nêzikatiyan hewldanên Rêbertî ya ji bo aştiyê bêbersiv dimînin. Niha pêngaveke berbiçav ku hatibe avêtin nîne û bawerî di nava civakê de çêkiribe nîne. Gavên hatine avêtin yekalî ne û Rêbertî van gavan avêtiye. Ji vê saetê şûn ve tişta bê kirin qonaxa aştiyê ye. Hêzên modernîteya kapîtalîst di çarçoveya înkara Kurdan de heke alîkariyê bidin dewleta Tirk divê dewleta Tirk xwe nêzî vî tiştî neke. Ji ber ku ev tişt gelê Kurd û dewleta Tirk durê hevdu dixe. Bêbawerîbûnê bêtir di navbera dewleta Tirk û Kurdan derdixe. Eger ev pirsgirêk pirsgirêkeke navxweyî ye, tişta pêwîst divê dev ji zîhniyeta înkar, lewaz, îmhayê berde û rast nêzîkî Rêbertî bibe. Heke dewleta Tirk dixwaze bi Kurdan re aştiyê bike û yekitiya Kurd û Tirkan çêbibe, divê di çarçoveya guhertineke zîhnî de qebûl bike. Hebûn, nasname, mafê xwe rêvebirina gelê Kurd, divê bê qebûl kirin.”

Xebat Andok, da zanîn ku ev pêvajo derfeteke dîrokiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Rêbertiya me di her alî de têra xwe kûr e, dagirtiye û ji bo ev pêvajo ser bikeve têra xwe fedekartiyê dike. Ji bo dewleta Tirk derfeteke mezine û divê van bêngavên dîrokî baş binirxîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin!
Nûçeya Pişt re Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Baroya Amedê bêhiqûqî şermezar kir û daxwaza azadiya parastinê kir

Baroya Amedê bi wesîleya 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

Heyeta ji 39 kesan a dixwaze Rêber Apo bibîne, tê Tirkiyeyê

Heyetek ji 39 kesan ku Platforma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) pêşengiyê jê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêyek ber bi Şêxmeqsûdê hate vekirin

Komîteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û komîteya Wezareta Karên Hundir a Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê rêya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dişibiya hêsirên çavên bira û hevrêyan: Dorşîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kalkan: Divê her kes bi baldarî nêzî pêvajoyê bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wargeha Mexmûrê ji bo 6 şehîdan sersaxî hatin qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?