Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Serlêdanên çalakvana Azerbeycanî Nana hat redkirin
Rojane

Serlêdanên çalakvana Azerbeycanî Nana hat redkirin

Çalakvana Azerbeycanî Nana ku ferzkirina sîxûriyê qebûl nekir, di Navenda Vegarandinê de tê girtin. Tundiyê dît û mafê wê yê perwerdeyê hat desteserkirin. Daxwaza wê ya berdana bi kelepçeya elektronîk re jî hat redkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Nanaxanim Babzade ku ji bo perwerdeyê hat Tirkiyeyê û wek çalakvan têdikoşe, ji ber xebata xwe ya li Meclîsa Ciwanan a HDK’ê ji aliyê Navenda Vegerandinê ve hat gazîkirin. Li wê derê sixûrî lê hat ferzkirin, lê ji ber ku sixûriyê qebûl nekir, du meh in bi sûcdariya “kesê ku gef li ewlehiiya giştî dixwe” tehdeyiyê dibîne. Parêzerê wê diyar kir ku sûcên li ser wê bêbingeh in û got ku hemû mafên wê tên desteserkirin û ji bo rewşa wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane.

Parêzvana mafên jinan a Azerbeycanî Nanaxanim Babzade bi navê xwe ya tê zanîn Nana, ji roja ku ji bo perwerdeya lîsansê hat Tirkiyeyê ve, hem di qada akademîk hem jî polîtîk de têkoşînê dimeşîne. Nana ku cihê xwe di tevgera femînîst û parêzvaniya mafên sewalan de digre, tevî avaniyên wekî Meclîsa Ciwanan a HDK’ê re tevlî çalakiyên demokratîk ên cuda bû. Ev xebatên wê wekî li dijî polîtîkayên koçberiyê yên li Tirkiyeyê hat dîtin û rûbirûyê cezayên hiqûqî û îdarê ma.

Parêzerê wê Ahmet Baran têkildarî bûyerên li ser muwekîla xwe wiha got: “Ji bi perwerdeyê tê Tirkiyeyê, têkiliya wê bi malbata wê re nîne. Keseke ku di têkoşîna vegan, femînîst û polîtîk de çalak e. Piştî ku tevlî protestoyeke li dijî zamên xwarinê ya Zanîngeha Stenbolê dibe, ji aliyê Îdareya Koçberiyê ve bi hinceta kêmbûna ewraqan hat gazîkirin. Li wê derê sixûrî lê hat ferzkirin; jê xwestin ku derbarê Meclîsa Ciwanan a HDK’ê û Tevgera Kurd de agahî bide. Dema ku qebûl nekir, di meha Tebaxê de ‘qoda sînorkirinê’ dan, destûra wê ya rûniştinê hat betalkirin û hat binçavkirin.

LI NAVENDA VEGERANDINÊ TUNDÎ HAT KIRIN

Nana sewqî Navenda Vegerandinê ya Çatalça (GGM) hat kirin. Li ser wê hem biryara dersînorkirinê hem jî biryara çavderiya îdarê heye. Parêzer Çelîk diyar kir ku Nana di pêvajoya binçavkirinê de tundiya fîzîkî dîtiye û di raporên wê yên nexweşxaneyê de peydên derbê hene û wiha got: “Dema ku ewil hat girtin, li wesayîtê tevî koçberên jin ên cuda re bû. Tundiyê dît, sê rojan di odeyekê de hat girtin, xwarin nehat dayîn. Ji ber ku sîxûrtiyê red kir, zextê lê kirin.”

MAFÊ WÊ YÊ PERWERDEYÊ HAT DESTESERKIRIN

Perwerdeya lîsansê ya Nanayê di serdema dawî de ye, lê ji ber ku di çavdêriya îdariyê de ye mezûnbûna wê pêkan xuya nake. Parêzerê wê Çelîk li ser mijarê wiha got, “Encama dozê wê ji beriya Nîsan-Gulanê dernekeve. Ev jî tê wateya ku herî kêm wê salek din jî li vir bê girtin. Mafê wê yê perwerdeyê hatiye desteserkirin.”

Şert û mercên Çatalcayê jî giran in. Nana vegan e, lê li navendê xwarinên li gor wê nînin. Parêzer Çelek wiha got: “Nikare xwarin bixwe, zeîf bû û nexweş ket. Di hevdîtina dawî de ji ber nexweşiya xwe bi maskeyê hat. Ji ber ku nikare xwe xwedî bike, ji hal dikeve. Her wiha şert û mercên li Çatalcayê pir xirab in. Ji çûyîna Nana ve herî kêm 2 kes li wê derê xwekuştine. Heta qala çar dozên xwekuştinê hat kirin, tenê navên du kesan zelal bûye.”

SÛCARKIRIN BÊBINGEH IN

Li ser Nana, ‘qoda sînorkirinê’ heye ku wateya wê “kesê ku gef li ewlehiya giştî dixwe”. Li gorî parêzerê wê tu bingehên wê sûcdarkirinê tune ne. Parêzer Çelîk destnîşan kir ku berdana wê ya bi kelepçeyê elektronîk re jî nehatiye qebûlkirin û wiha got: “Me têkildarî girtina wê ya li Navenda Vegerandinê (GGM) serî li Dadgeriya Cezayê ya Sulhê da, îtîrazê kir, lê ev îtîraz nehat qebûlkirin. Niha li GGM’ê berdana bi kepelçeya elektronîk re heye. Pêkanînekî nû ye. Me ji bo vê serlêdan kiribû, lê ev jî nehat qebûlkirin. Her wiha me bi awayekî fermî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn jî da.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Prof. Yeşîldere: Zanîngeh di rewşa ku nikarin tevkariyê li pêvajoyê bikin de ne
Nûçeya Pişt re YRK’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çevîk ê ku piştî binçavkirinê rakirin lênerîna awarte jiyana xwe ji dest da

Halîl Çevîk ê ku li Wanê ji ber protestoya darbeya qeyûmê hat binçavkirin, piştî 4…

Ji aliyê Stêrk TV

Çakas: Desteya Çavdêrî û Îdarî mîna DGM’ê dixebite

Endamê Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Yûsûf Çakas got, Saziya Çavdêrî û Îdarî mîna rêveberiya awarte,…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê bibin dengê xweparastinê

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de peyam dan ku bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?