În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Krîza siyasî li Madagaskarê: Rajoelina parlamento fesix kir, artêşê li cem gel cih girt  
Cîhan

Krîza siyasî li Madagaskarê: Rajoelina parlamento fesix kir, artêşê li cem gel cih girt  

Krîza siyasî ya ku bi rojan e li Madagaskarê didome, bi fesixkirina parlamentoyê ji aliyê Serokomar Andry Rajoelina ve ket qonaxeke nû. Rajoelina li ser erka xwe ye, lê bi deh hezaran kes li kolanan ji bo îstifakirina wî çalakiyan dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Serokomar tevî ku rewşa wî bi beşdarbûna artêşê ya li rex muxalefetê di dawiya hefteyê de lawaz bû jî, red kir ku erka xwe berde.

Rajoelina, roja sêşemê parlamentoyê jî fesix kir û bi vî awayî rê li ber dengdana “devjêberdana wezîfeyê” ya ku li dijî wî hatibû plankirin girt.

Di axaftina xwe ya roja Duşemê de, gotibû “Divê rêz li Destûra Bingehîn were girtin” û ragihandibû ku ew ê îstifa neke. Lê tê gotin ku Rajoelina niha li cihekî nenas xwe veşartiye.

ARTÊŞ DAKETE KOLANAN

Aloziya li Madagaskarê, di dawiya hefteyê de bi beşdarbûna yekîneyeke leşkerî ya bi navê Capsat li gel protestokaran, bi banga “guleyan li ser gel de bernedin”, zêde bû. Ev yekîne di derbeya sala 2009’an de jî rola sereke lîstibû ku Rajoelina anîbû ser desthilatê.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka xwepêşandanan ve herî kêm 22 kes mirin û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.

Beşeke girîng a artêşê, piştgiriya xwe ya ji bo hikûmetê bi nûkirina zincîra fermandariyê vekişand. 
Di biryarnameya ku li ser rûpela Facebookê ya Serokomariyê hat weşandin û ji aliyê tîma wî ve hat piştrastkirin, Rajoelina ev gotin anî ziman: “Li gorî xala 60’an a Destûra Bingehîn, Parlamentoya Neteweyî hatiye fesixkirin. Ev biryar ji bo xurtkirina serûberiya neteweyî û demokrasiyê pêwîst e.”

Parlamenterên opozîsyonê plan dikirin ku di rûniştina awarte ya roja sêşemê de, li ser hinceta ku Rajoelina “welat terikandiye”, dengdanek ji bo demkî rakirina wî ji wezîfeyê pêk bînin.

Li gorî radyoya Fransî RFI, Rajoelina roja Yekşemê bi balafireke leşkerî ya Fransî ji welat derketiye.

LI KOLANAN HÊRSA LI DIJÎ FRANSAYÊ 

Roja Sêşemê jî li paytext Antananarivo bi hezaran kes li kolanan bûn. Bi taybetî tevgera “nifşê Z” a ku ji ciwanan pêk tê, bi hefteyan e pêşengiya protestoyan dike. Di rojên dawî de karmend û sendîka jî tevlî wan bûn.

Di xwepêşandanan de pankartên “Fransa biceheme” û “Rajoelina û Macron îstifa” hatin hilgirtin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, derbarê angaştên ku Rajoelina ji aliyê artêşa Fransî ve ji welat hatiye derxistin de, got: “Îro ez tiştekî piştrast nakim.”

HILWEŞÎNA ABORÎ Û NEDIYARIYA SIYASÎ

Li gorî Destûra Bingehîn, piştî fesixkirina parlamentoyê, divê di nava 60 heta 90 rojan de hilbijartinên giştî yên pêşwext bên lidarxistin. Lê belê, di nava vê rewşa krîzê de, nayê zanîn ka ev pêvajo dê çawa bimeşe.

Madagaskar, bi hejmara xwe ya 32 mîlyonî, yek ji welatên herî xizan ên cîhanê ye. Ji sedî 80 gel bi dahatekî ku rojê ji 2,80 euroyî kêmtir e, li ber xwe dide. Di dîroka welat de gelek caran serhildanên girseyî û paşê jî rêveberiyên veguhêz ên leşkerî hatine dîtin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kadrî Bagdû li ser gora xwe hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Li Zanîngeha Dîcle ji bo Rojîn Kabaîş meşa girseyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e’

Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku desthilatdarî dijminatiyê li nasnameya Kurd dike û got, "Govenda…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Îranê li Şino binçavkirinan didomîne: Agahî ji 5 kesan nayê girtin

Dewleta Îranê li Şino 2 kesên din binçav kir. Agahî ji 5 kesên di rojên…

Ji aliyê Stêrk TV

Encamnameya Konferansa Ciwanên Başûr hate ragihandin

Konferansa Ciwanên Başûrê Kurdistanê ku bi dirûşmeya ‘Sosyalîzma Demokratîk Bi Ciwanên Rêxistinkirî Dê Bi Ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?