Çarşem, 15 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna 15’emîn a komîsyonê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên ciwanan pêşniyarên xwe yên ‘çareseriyê’ pêşkêşî komîsyonê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa endamên KESK’ê gihîşt Edeneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: Ji sedî 82’yê ciwanan dixwazin Kurdî di qada cemaweriyê de were axaftin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Dagirkerî û talana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna têkildarî kuştina Hakan Tosûn de dikandarek hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komxebata ‘Têkoşîna ji bo Kurdî’ de girîngiya ‘statuya fermî’ ya Kurdî hate destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Careke din xwîn çû ser mejiyê Huseyîn Aykol

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê Akinci hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan hezar û 800 name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    “Ne faşîzm, lê têkoşîna aştiyê ya jinan wê bi ser bikeve”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên nedîtbar: Rûyên bêdeng ên şoreşa li Hindistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê bêhiqûqî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên li Girkê Legê û Rimêlanê name ji Rêber Apo re nivîsandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyeke jin ji Girtîgeha Qerçekê sirgûnî Girtîgeha Evînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helîm Yûsiv bi romana xwe ya dawî li Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Şehîd Bawer Agir bi çalakiyên hunerî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera Vejîna Kurd fînala sezonê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kobanê Festîvala Şehîd Bawer Agir dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Spanyayê bi pêşangehekê işaret bi têkoşîna YPJ’ê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra destana ‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’ şîrove kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Çeteyan êrîşî gundê Tewila kir
Li bakurê Idlibê wesayîtek hate bombebarankirin: Kesek hat kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Kalkan: Desthilatdariyê dest ji siyaseta îmhakirina Kurdan bernedaye
Kurdistan

Kalkan: Desthilatdariyê dest ji siyaseta îmhakirina Kurdan bernedaye

Dûran Kalkan diyar kir ku lêgerîneke çareseriyê ya desthilatdariyê nîne, dest ji mejiyê înkar û îmhaya Kurdan bernedaye û got, "Ji bilî azadiya Rêber Apo kes nikare şervanekî ji vî çiyayî daxîne. Divê her kes rast biaxive."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 45 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û bûyerên siyasî yên rojane ji Medya Haber TV re nirxand. Dûran Kalkan ev nirxandin kir:

 

“Ez di serî de Rêber Apo bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Bi rastî ji heta hetayê silavkirinê heq dike. Yanî berxwedaneke sermirovî nîşan da. Ev 27 sal in Rêber Apo di bin pergala êşkence û tecrîdê de bi sebir, biryardarî, bi coş û bi vîn xebatê dimeşîne. Yanî ji bo yên ku peyvê fêm nakin, peyvê bide fêmkirin. Ji bo nezanan ji vê rewşê derxîne, yên ku teriqîne bîne ser rê, bi hezaran caran bêyî ku bêzar bibe diqîre. Lê aliyê balkêş ew e ku hin derdor hene çavên wan kor e, guhê wan kerr e. Ne baş dibihîzin û ne jî baş fêm dikin. Bi israr naxwazin fêm bikin. Divê em vê pirsgirêkê wekî xwestin-nexwestinê neynin ziman. Yên dijber hene. Yanî xuyaye ku yên dijberî aştî, azadî û demokrasiyê hene. Yên ku ji şer, dîktatoriyayê, zextê, zilmê, xwînê û rantê xwe didin jiyîn hene. Mirov ji van re bibêje rantxurên şer û wisa pênase bike wê di cih de be. Nefêmkirinê deynin aliyekî, li hember Rêber Apo bi her awayî xebatên dijberiyê didin meşandin. Halbûkî tiştên ku li cîhanê ti kes nikaribe bike, kir. Bi xwe jî anî ziman. Dibêje; “Rêxistina ku cîhan jî bihata nikarîbû wê paşve bibe, min biryara fesixkirina wê da”. Bi rastî jî bi salane cîhan bûn yek û bi ser wê de hatin. NATO ji Hezîrana 1985’an û vir ve li hemberî gerîlayên PKK’ê şer dike. Tam 40 sal in. NATO hêza cîhanê ya yekbûyî bû. Ma karîbû gerîla bieciqîne? Ma karîbû PKK’ê tasfiye bike? Nikarîbû. Rêber Apo biryarên bidawîkirina têkoşîna çekdarî û hebûna rêxistinê girt da. PKK anî vê noqteyê. Hin alî li şûna ku vê hinekî jî fêm bike û hinekî teqdîr, di rewşa êrîşkirinê de ne. Vê rewşê naecibînin, rast nabînin. Bi rastî agirbesta 1993’yan tê bîra min. Wê demê Rêber Apo bi cilên sivîl hatibû civîna duyemîn. Hin aliyan pirsî bûn; çima cilên leşkerî li xwe nekiriye? Rêber Apo gotibû; “Ger hûn bixwazin li odeya din ez li xwe bikim. Lê min got qey hûn vê dixwazin.” Nexwe yên ku wisa dixwazin hene. Ez vê yekê bibêjim; yanî li Tirkiyeyê gotineke gelekê tê bikaranîn heye û dibêje “Li eniya garkê tiştekî nû tineye”. Eniya rojhilat bê serûber dixebite. Ji bo aştî û demokratîkbûnê tiştên ku ti kes nikare bike û xeyal nake di nava sala borî de pêk anî. Di nava mehên borî de pêk an. Lê di eniya noqê de tiştekî nû tineye, guhertin tineye. Yanî ecêb e, dîsa parêzer çûne hevdîtinê. Bernameya me ya ku berê me çêkir, beriya wê rojekê 6 sal şûnde dîsa parêzer çûn hevdîtinê. Mehek şûnde dîsa hevdîtina parêzeran çêbû. Me wê demê jî anî ziman. Wekî ku bûyereke divê kêfxweş bibin, nûçeya wê hat çêkirin. Lê ev hevdîtineke xwezayî ye, hevdîtineke ji rêzê yê parêzeran e. Ne ku mehê carekê divê bêhtir çêbibe. Yanî li gorî qanûnên Tirkiyeyê jî ev wisa ye. Lê sîstemeke wisa avakirin ku timî her tişt qedexe kirin û paşê jî 6 sal şûnde hevdîtina parêzeran çêdibe, dibêjin bila her kes kêfxweş bibe. Bila bibe bûyereke mezin û bibe nûçe. Tînin vê rewşê û dawiyê jî dibêjin ku her çûna Îmraliyê bûyereke mezin e û bandorê li her kesî dike. Hûn vê yekê diafirînin. Ev sîstema ku we avakiriye rê li ber vê yekê vedike. Ma aliyê ku neyê fêmkirin heye? Em ê vê yekê bînin ziman; di tecrîda Îmraliyê guhertin tineye û berdewam dike. Belê tecrîd hinekî lawaz bû. Di vê wateyê de, di rewşa heyî de qanûn bi qismî tên pêkanîn. 

Em di meha Cotmehê de ne. Di 1’ê Cotmehê de bi nêzîkatiya Devlet Bahçelî re ev pêvajo dest pê kir. Di 22’yê Cotmehê de bi hevdîtina Bahçelî ya li Meclisê re gavek hat avêtin û di 23’yê Cotmehê de piştî 4 salan bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin. Pêvajo bi daxuyaniya Rêber Apo ya di wê hevdîtinê de bi lez bû. Pêvajoyeke ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê re bê nasname heye. Vaye saleke xwe tije dike. Di nava salekê de ma çi nebû. Salek berê heke kesek bigota, ‘ ev û ev tişt biqewimin’ wê her kes jê re bigota dîn e. Di nava me de hin heval texmînên wisa dikirin hebûn. Yanî wisa nedigotin lê digotin, wê di sala 2025’an de guhertinên mezin biqewimin. Me jî digot ma wê guhertinên çawa biqewimin. Digotin wê bandorê li ser me bike. Lê ev hemû pêk hatin. Rêber Apo van tiştan kir. PKK kir. Aliyê Kurd kir. Yanî PKK’ê biryarên bidawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî û rêxistiniya girt. Koma Aştî û Civaka Demokratîk di 11’ê Tîrmehê de bi şewitandina çekên xwe nîşanî cîhanê dan ku bê çiqasî bi biryarin ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bînin û derbasî stratejiya têkoşîna siyasî ya demokratîk bibin. Em dibêjin Kurdan kir. Ruxmî vê yekê jî di aliyê eniya rojava de ti guhertinek tineye. Bûyer hene. Hefteya borî Devlet Bahçelî axivî. Weke ku ew gotinên xwe yên ku digot “Bila bê li Meclisê biaxive, li Enqereyê siyasetê bike” ji bîr kiriye û dibêje bila li Îmraliyê di rewşa rehîne vê pêvajoyê bi rêve bibe, bila bang li Rojava bike. Ma kesek di rewşa rehîne dikare çi bike. Ma di bin sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê de dikare çi bike. Ma Bahçelî ji bîr kir. Salek di ser re derbas bû. Ma pêwîstiyên gotinên te bi cih hatin? Na. Wekî ku ji bîr kiriye tevdigere. Di rewşeke ku gelekî paşketiye de ye. Yanî dibêje qey wê bi gotina “Rêberê damezrîner” me bixapîne. Rêber Apo got, “Ez ne dixapînim û ne jî têm xapandin.” Yanî em ne “ehmeq” in û ne jî zarok in. Divê her kes rast rûnê, rast biaxive. Yanî ev wisa nabe. Bi vî awayî ev kar nameşe. Wê bibêje, soz bide û bandorê li ser civakê bike û dawiyê jî hêdî hêdî ji demê re bihêle. Ma wê gel nebîne ku ev lîstik e, ev hîle ye. Wê vekirî bibêje. Divê mirov vê yekê bibîne. Rêber Apo di wê rewşê de ma wê çawa çêbike. Ma siyasetê dike, rêxistinê ava dike, bi kesî re hevdîtinê dike? Ma bi kesek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hevdîtin kir, nîqaş kir? Ma wê çawa çêbike. Ma ewqasî keramet heye? Wan wisa fêm kir. Ya rastî me di destpêkê de agirbest îlan kir û got ku em ê van biryaran pêk bînin. Lê şertek me heye. Heke Rêber Apo birêve bibe. Gotin ku kongreyê pêk bînin. Me di nameyê de jî anî ziman û di daxuyaniya çapemeniyê de jî got ku em dikarin kongreyê pêk bînin lê em nikarin biryarên kongreyê pêk bînin. Tenê yê ku karibe vê bike Rêber Apo ye. Ger şert û mercên xebata azad ên Rêber Apo pêk werin, Rêber Apo wê vê yekê bike. Ger nebe nikare bike. Lê niha ti guhertin çênekirine, di nava rewşa rehîneyî de ji Rêber Apo dixwazin û hêvî dikin ku her tiştî bike. Ev wisa nabe. Dema ku aliyê desthilatê vê yekê dike, rantxur jî dest bi êrîşan dikin. Lêbinêrin niha di teyaqûzê de ne. Çi qasî rantxur zêde ne. Her tiştî dibêjin. Ji Rêber Apo re dibêjin, ji PKK’ê re dibêjin, ji Kurdan re dibêjin. Yanî tiştên ku heraqet lê nekirin nemaye. Mîna jehrê zimanê wan heye. Ma qey em vê nabînin? Ma wisa aştî dibe? Ma wisa demokrasî dibe? Ma wisa çareserî dibe? Çi rê li ber vê yekê vedike? Nêzîkatiyên AKP û MHP’ê rê li ber vê yekê vedikin. Yên ku digotin em ê vê pêvajoyê bikin pêvajoya çareseriya xwişk-biratiyê, nekirin û ne xebitîn. Sozên xwe bi cih neanîn û têkoşîn nemeşandin. Xuyaye ku niyeta wan tineye, ditirsin. Bi vê re rantxur ji vê rewşê sûd werdigirin û her cure heqaretê dikin. Divê vî tiştî bibêjin? Bandor li siyaseta Tirkiyeyê kir. Di aliyekî de hin partiyên muxalefetê erênî nêzîk dibin, lê aliyê desthilatê hîn jî dev ji zîhniyet û siyaseta înkar û qirkirina Kurdan bernedaye. Hebûna Kurdan nas nake, ji Kurdan re nabêje Kurd, qala mafên Kurdan nake û hebûna pirsgirêka Kurd qebûl nakin. Ji ber vê yekê lêgerîna wan a ji bo çareseriyê tineye. Li beramberî tiştên ku me kirin, tiştek jî tenê ku wan kiriye tineye. Komisyon heye, diaxivin û mijûl dikin. Nayê zanîn bê wê çê bikin û tiştekî ne diyar heye. Em ji nihade bibêjin wê qanûna poşmaniyê derxin. Heke tiştekî wisa derxin bila bikin çavê xwe û çi jê dikin bila bikin. Ev bandorê li ser kesek tenê jî nake. Ti kes nikare ji bilî azadiya Rêber Apo şervanek jî ji çiyê daxîne. 40 salên din jî li bendê bin û çi bibêjin bila bibêjin wê nikaribin vê yekê bi cih bînin û nikarin bidin kirin. Bila ti kes tiştekî wisa ji me hêvî nekin. Em tiştekî wisa nakin. Belê desthilat rast nêzîkî pirsgirêkê nabe. Yanî guhertina zîniyet û siyasetê pêk nehat. Yanî tê fêmkirin ku taktîk dikin, polîtîka dikin. Di rastiyê de ji bo PKK’ê tasfiye bikin çi pêwîst be wê dikin. Aliyên rantxur jî derfetê dibînin û sûdê jê werdigirin. Her der bi ranxturan tijî bûye. Di çapemeniyê de hene, di aboriyê de hene, di siyasetê de hene, yanî li her derê hene. Me anîbû ziman ji hundir tên û ji derve tên. Derdorek li ser pêvçûnên Kurd û Tirkan dizî kirine, bêrîka xwe tijî kirine hene. Me di biryarên PKK’ê yên di mehên borî de hatin girtin de van aliyan bi awayekî zelal dît û nas kir.  

Li ser pêvajoyê em vê yekê bînin ziman. ti tiştek çênebû. Em bi biryar in û bi israr in. Em li pey biryarên ku me girtine disekinin. Em biryarên PKK’ê yên Kongreya 12’emîn dişopînin. Em vê biryardarî û vînê didomînin. Em ê guherîn û veguherînê pêk bînin. Yanî em di stratejiya siyaseta demokratîk de bi israr in. Bila pêşiya vê bê vekirin. Zemîna hiqûqî ya siyasî çêbikin, em weke rêxistin ji bo pêkanîna pêwîstiyên wê amade ne. Bila Rêber Apo pêşengiya vê bike. Ji ber ku yê ku karibe bike Rêber Apo ye. Wê hemû kadro beşdarî Rêber Apo bibin, beşdarî têkoşîna siyasî ya demokratîk bibin. Ew bi bawerî û zanebûn li ber xwe didin. Em hewl didin bi sebir pêvajoyê di aliyê erênî de bimeşînin. Ji bo pêvajo nexetime û bi pratîkî bimeşe em gavan davêjin. Em hewl didin tiştên em dikarin bikin pêk bînin û ji bo tiştên nû bikin jî lêgerîn û hewlên me hene. 

Belê salvegera 27’emîn a komploya 9’ê Cotmeha 1998’an hate jiyîn û derbasî salvegera 28’an bû. Di salvegera 27’emîn a komployê de çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Li Parîsê, Franfurtê, li seranserê Rojava. Ez di serî de çalakvanên van çalakiyan pîroz dikim û silav dikim. Ji ber hestyariya wan a siyasî dîsa wan pîroz dikim. Dîsa şehîdên tokşîna li hemberî komployê hene. Roja 9’ê Cotmehê gava ku êrîşa li hemberî Rêber Apo destpê kir, hevalê Halît Oral bi şîara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” dest bi berxwedana fadaî kir. Hemû şehîdên me yên qehreman ku bi şîara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir bi hurmet, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî komplo di 27’emîn salvegera xwe de eşkere bû bêhtir tê fêmkirin. Yanî ev komplo çi bû? Yên ku dixwazin roja me ya niha fêm bikin bila pirsa ku 27 sal berê rewş çi bû ji xwe bikin û piştre geşedanên ku niha di siyasetê de diqewimin çi ne, wê baştir komploya navneteweyî fêm bikin. Ji bo çi? Ji ber ku niha jî heman tişt tên jiyîn. Çi tê jiyîn? Komplo çi bû? Komplo parçeyek Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bû. Êrîşa li hemberî Rêber Apo wekî parçeyeke wê hate pêşxistin. Belê, di 9’ê Cotmeha 1998’an de êrîşek dan destpêkirin lê beriya wê heye. Şerê Cormeha 92’yan ya ku em dibêjin Şerê Başûr, bi êrîşa li ser qadên gerîlayan re ew êrîşên komploya navneteweyî dest pê kirin. Ev jî pêvajoya ku şerê cîhanê dest pê kiribû. Ev pêvajoya piştî Şerê Kendavê yê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bû. Bi şerê 92’yan hewl dan gerîla tengav û sînordar bikin û bi êrîşa 9’ê Cotmeha 1998’an re jî hewl dan Rêber Apo îmha bikin û bê bandor bikin. Hewl dan bi îmhakirina Rêber Apo re, tasfiyekirina PKK’ê û eciqandina gerîla re sîstema înkar û îmhayê ya li se Kurdan ku piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn dabûn destpêkirin, bidomînin. Hewldan ku berxwedana ji bo bidawîkirina qirkirina Kurdan tê meşandin ji holê rakin. Xwestin Rêbetî, Tevger û gerîla tine bikin û gel bê rêxistin bêhilên. Ji bo vê êrîş kirin. Kê kir? Sîstema ku em jê re dibêjin modernîteya kapîtalîst a kurevî ya ku bi Şerê Cîhanê yê Yekem re derketine holê. Kî koordîne dike ew dikin. Ev DYE, Îngiltere û Îsraîl e. Em wan baş nas dikin. Rêber Apo li ser fermana Serokê DYE’yê Bill Clînton bi zorê ji Şamê hate derxistin, nehiştin têkeve Yewnanistanê û ji wir çû Rûsyayê. Wezîrên karên derve yên DYE û Îsraîlê çûn Moskovayê Rêber Apo ji wir derxistin û çû Romayê. Ji xwe Serokwezîrê Îtalyayê D’Alema bi xwe got ku ji ber zexta wan neçar ma ku Rêber Apo ji Romayê derxîne. Li Yewnanistanê jî komplo pêk anîn û nikarîbûn Rêber Apo îmha bikin. Armanca Komploya 9’ê Cotmehê îmhakirina Rêber Apo bû. Nikarîbûn bikin. Ji ber 4 meh bi ser de derbas bû lê nikarin îmha bikin vê carê li Kenyayê bi Tirkiyeyê re bazarî kirin û radestî Tirkiyeyê kirin. Serokweîzrê wê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît gelek caran got “Çima Apo dane me, min fêm nekir”. Bêyî ku fêm bike mir. 

Ew qetil kirin!

Em wî alî nizanin. Lê ev alî girîng e. Yanî gumanên wî hebû. Divê nedabûna lê çima dan? Di vir de fêdeyek hebû ku radest kirin. Ji ber wê Ecevît dîsa jî bi hestyarî nêzîk bû. Mînak wan îdam dixwest lê Ecevît pêk neanî. Ger ku kiribûya wê gavê wê daxwaza komployê bi cih anîbûya. Bi îmhakirin û îdamkirina Rêber Apo re xwestin şerekî bê dawî ya Kurd û Tirk derxin û sûdê jê wergirin. Yên ku ev komplo pêkanîn rantxurên vî şerî ne. Beriya niha me qala zêdebûna rantxuran kir. Piştî ku PKK’ê dawî li stratejiya tokêşîna çekdarî anî û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, di serî de ew hêzên komploger her kes kirin qêrîn û hewar. Yên ku komplo plan kirin, ji ber ku PKK’ê şer rawestan lingên wan lerizî. Hin jî di wî alî de di nava hewldanan de ne. Rêber Apo ji roja ku çû Îmraliyê hetta ji agirbesta 93’yan û vir ve hewl da ku rastiyê ji civaka Tirkiyeyê û rêveberên Tirkiyeyê re bibêje. Yanî ew serhişk in. Ewqasî li ser qirkirina Kurdan kîlîtbûne û komek hişk avakirine ku fikra xwe naguherînin û derfeta guhertinê nadin. Desthilatek avakirine. Nahêlin ku fikrên cuda bên gotin. Dema ku fikrên cuda derdikevin ji çar aliyan ve hicûm dikin û dibêjin “Xayin û hwd.” Ji ber vê ti kes dengê xwe nake. Em vê yekê vekirî dibînin. Lazim e di vî alî de komployê baş fêm bikin. 

Ji bo şerê Xezeyê bi dawî bikin bi beşdariya 20 serokdewletan li bajarê Şarm El Şêx civîn hate lidarxistin. Şerê Xezeyê ya 2 sal berê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, kê derxist? Kî li Xezeyê şer kir? Yên ku şer derxistin niha bûne melekê aştiyê li Şarm El Şêx civiyane û aştiyê dixwazin. Çima 2 salan we şer kir? Encamên vî şerî çi bûn? Çend hezar Fîlîstînî hatin qetilkirin? Mirovahî çi winda kir? Ev alî qet tine ne. Mîna ku vana ne şerxwazin, yên ku ev şer dane destpêkirin ne ew in, mîna ku şer bi dawî kirine xwe didin nîşandan. Hewl didin xwe mîna melekê aştiyê bidin nîşandan. Çawa ku êrîşa komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo pêk hat parçeyek Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e, şerê Xezeyê, şerê Lubnanê, şerê Sûriyeyê jî parçeyek Şerê Cîhanê yê 3’yemîn in û bi vê ve girêdayî hat pêxistin. Ji xwe ev tên zanîn. Lê wekî serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan ê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotinên vekirî negotiye, tevî hemû hewldanên Rêber Apo ya ji bo demokratîkirina Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û xwişk-biratiya Kurdan ti tişt negotiye, çûye Xezeyê û bi yên ku şerê Xezeyê derxistine re lîstika aştiyê dilîze û destên wan digire. Ka ew dest bi xwîn bûn? Çi zû hate jibîrkirin? Ev çawa dibe? Çima ez bertekê nîşanî vê yekê didim û dixwazin çi bibêjim. Dixwazin vê bînim ziman. Erdogan li Şarm El Şêx çi digere. Em vegerin ser gotina Ecevît a ku 27 sal berê gotibû ‘Çima Apo radestî Tirkiyeyê kirin?’ Wê demê yên ku Apo radestî Tirkiyeyê kirin niha jî tiştên din dikin. Yên ku wê demê tavîz didan hikûmeta Ecevît û wan kirin parçeyek komploya li hemberî Rêber Apo, niha Erdogan diçe gel wan û teslîm wan dibe, hewl dide bi wan re li hev bike. Hewl dide piştgiriyê ji wan bigire. Ger ev piştgirî û hêzê bigire, hewl dide li dijî Kurdan bigire. Ma qey vê yek fêm nakin. Divê em ne nezan bin. Gelê Kurd ewqasî qala xwişk-biratî, dostanî, azadî û demokrasiyê dike, Rêber Apo 24 saetan ranazê, bêhna xwe venade, lêkolînê dike, serê xwe diêşîne, hewl dide û vîna ku ti kes nikare bide, dide wê esnekbûnê nîşan dide, tevgera azadiyê bi jin û ciwanan re ewqas biryar girtin û gav avêtin. Li şûna ku nirxê bide vê yekê, bi wan re yekîtiyê ava bike hêza demokratîk a Tirkiyeyê derxe holê û bibe welatê civaka azad û demokratîk, hewl dide bi yên ku 27 sal berê komploya navneteweyî pêkanîne û şerê Xezeyê derxistine re li hev bike û ji wan hêvî dike. Her çiqasî Tirkiye ji projeya rêya enerjiyê wêderkirine jî ji bo bi aliyekî wê ve bigire çi jê re bibêjin wê qebûl bike û teslîmî wan bibe, bi hêza ku ji wan bigire re hewl dide di serî de civaka Kurd, jin û civaka Tirkiyeyê bieciqîne. Sedsal in wisa bi rêve birin û hewl didin vê yekê didomînin û hîn jî didomînin. Ger ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rast fêm kiribana wê mûxtacî wan nebûya. Lê dostê rast û hêza rast li kêleka wan e. 60 mîlyon Kurd ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de, di navenda Rojhilata Navîn de ne û hêzeke stratejîk in. Em ê bibînin ku yên ku bi destê wan digirin û dibêje qey wê piştgiriyê ji wan bigire, sibe ne diyar bê çi serê wan de bînin. Me gotina xwe got û hîn jî dibêjin wê tişta herî xirab li Kibrisê biqewime. Wê demê em ê bibînin bê çi bi serê kê de tê.

CIWAN DIVÊ JI BO BANDORÊ LI CIVAKA TIRKIYEYÊ BIKIN BIXEBITIN

Ez her kesên ku beşdarî pêngava 10’ê Cotmeha 2023’an hate destpêkirin bûne û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk siyasî ya pirsgirêka Kurd 2 sal in têdikoşin silav dikim, pîroz dikim. Bi taybetî di salvegera sêyemîn de çalakiyên girîng hatin kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Ewropayê, li Tirkiyeyê civîn hatin lidarxistin. Jin ji Amedê heta Enqereyê meşiyan. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bînin ziman çûn Meclîsê. Gotin, ‘Em dixwazin dengê xwe li meclîsê bidin bihîstin’. Ya rast geş jî kirin. Coş û kelecan dan meclîsê. Niha jî ew şebekeya rantxur dest daye hev û êrîşî wan jinan dike. Dibêjin vay li hatine Meclîsê, ji bo Rêbe Apo çi gotine? Dirûşm qîriyan e; hemûyan bêdeng bikin, devê wan çavên wan bigirin, destê wan girê bidin; bila nikaribin cîhanê bibînin. Guhê wan bigirin bila nebihîzin. Devê wan bigirin bila neaxivin. Mirovên welê li wan tê. Hûn robotan dixwazin? Demîrel bi xwe jî digot, ‘Divê Tirkiyeyeke welê hebe ku diaxive’.

Ev siyaseta Tirkiyeyê çiqasî bi paş ket, çapemeniya Tirkiyeyê… Welê li wan hat. Li Tirkiyeyeke bi vî rengî kî wê bimîne? Dibêjin ‘Çima nayên’. Kî wê bê wê Tirkiyeyê? Kî wê lê bijî? Mirov jê direvin. Diçin deverên din ên cîhanê… Li Tirkiyeyeke bi vî rengî jiyan nabe.

Welê lê dikin ku jiyan lê nebe. Halbûkî jinan tiştekî gelekî demokratîk, rewa kirin û bi rastî jî kelecan afirandin. Mirov hinekî bi berpirsyarî tevdigere. Di pêvajoyeke bi vî rengî de li Êlihê çalakî bû, girîng bû. Di 17’ê mehê de wê ciwan çalakiyê bikin, li Bûrsayê û li Amedê.

Belê baş e ku li Bûrsayê dikin. Em dikarin vê bangê li ciwanên Kurd, ciwanên çep sosyalîst, ciwanên Apoyî bikin: Ji bo bandorê li civaka Tirkiyeyê bikin dikarin bixebitin. Bila civaka Tirkiyeyê ji faşîstan, qirkeran re nehêlin. Ji zaliman, mêtingeran re nehêlin. Yanî yek bi yek, kom bi kom bila têkiliyê dînin. Ji bo rastiyê ji mirovan, ji jinan, ciwanan, karkeran, kedkaran re vebêjin bila serî li her rê û rêbazê bidin. Bila her tiştî bikin. Ya rast ev e. Pêwîstî bi karekî bi vî rengî heye. Lewma çalakiyên ciwanan ên 17’ê Cotmehê ji niha ve silav dikim. Di wê baweriyê de me ku ciwanên Apoyî wê bi bandor be. Wê rastiyê bigihînin ciwanên weke xwe.

KARÊ SEREKE YÊ KURDAN PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO YE

Bêguman pêvajoyê dişopînin. Wê têkildarî pêvajoyê baixivn. Wê berê xwe bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, weke jinan. Ji ber ku jin, ciwan, karker, gundî û dikandarên Kurd; her Kurdekî bi namûs, xwedî îrade û azad, ji bilî azadiya fîzîkî ya Reber Apo karekî xwe yê din nîne. Ji bo her Kurdên ku dibêjin, ‘Ez dixwazim bi rengekî mirovî û azad bijîm’ azadiya fîzîkî ya Rêber Apo beriya nan, hewa û avê tê. Ji ber ku hebûn û azadî, paşeroj bi vê ve girêdayî ye.

Di şexsê Rêber Apo de tê xwestin, di nava pergala tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de Kurd bêne qirkirin. Dixwazin înkar û îmhayê li ser hebûna Kurdan bimeşînin. Dixwazin qirkirina Kurdan bibin serî. Ev yek rewşeke şênber û li ber çavan e.

Di nava Kurdan de hinek radibin gotinên sosret dibêjin. Dibêjin nizanim ‘Çima hûn tişta gelekî di şexsê kesekî de asê dikin?’ Em çi ji wan re bibêjin? Ew kesê ku tu dibêje kesekî bi tenê ye kî ye? Hinekî bifikire, hinekî bi namûs be. Yanî bi rastî jî eger damar, namûsa mirov hebe, damarekî Kurd pê re hebe wê hinekî bifikire; eger tu îro tiştekî qezenç dike, li ser bingeha dijberiya li Rêber Apo tu rantê bi dest dixe. Tu prîma Apo dike ey kesê bêşerm! Ji bo kesên bi vî rengî Rêber Apo digot, ‘Divê bi tufê bê fetisandin’, li pêşberî nerazîbûna civakê divê nikaribe derkeve kolanan. Gotinên wan ne ti gotin in.

Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya şexsekî bi tenê nîne. Rêber Apo di peyama xwe ya bi dîmen de bi zelalî got, ji bo her kes bibihîze. Got, ‘Min heta niha ji bo azadiya xwe tiştek nexwest, ji niha û pê ve jî ezê nexwazim’. Got, ‘Hûn ji bo azadiya xwe têbikoşin. Hûn azad bibin, ji xwe ez ê ne bi vî rengî bim’. Got, ‘Ji ber ku hûn ne azad in ez li vê derê me, ji bo azadiya we têdikoşim’. Lewma divê kes ji wan mirovên welê diaxivin bawer neke.

Ew mirov dikarin ji bo tasek şorbeyê xwe bifiroşin. Ji bo yên welê ne hêja ye tiştekî din bê gotin. Lewma azadiya Rêber Apo hebûna civaka Kurd e. Paşeroja civaka Kurd, azadiya civaka Kurd e. Azadiya Rêber Apo demokrasiya Tirkiyeyê ye. Paşeroja gelên Tirkiyeyê ye. Paşeroja ciwanên Tirkiyeyê ye. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn e.

Ewqasî bûye yek û weke neynûk û goşt bûne yek. Kî dikare vê înkar bike? Gelo Rêber Apo ji bo tiştekî ji xwe re bidest bixe ket Îmraliyê, 27 sal in di bin êşkenceya giran de ye? Ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd. Gelo milkekî wî heye? Em dest ji 27 salan berdin, bila hinek hewl bidin 27 rojan bi tenê li nava sîstema Îmraliyê bimîne. Yên ku bi vî rengî diaxivin bila 27 rojan îdare bikin, em jî bibînin. Eger karibin îdare bikin ji xwe bi vî rengî neaxivin, ewqasî teslîmkar nabin.

Lewma ez ê vê bibêjim:

Yek: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo mirov, jin, ciwan, karker, gundî, karmend, kedkarên Kurd, her wiha ji bo demokrat, çepgir, sosyalîst, welatparêz û azadîparêzên Tirkiyeyê xala bingehîn e, xeleketa destpêkê ya têkoşînê ye… Ev nebe tiştekî din pêk nayê. Ne demokrasî tê Tirkiyeyê ne jî azadiya Kurdan pêk tê. Ne jî hebûna Kurdan. Beriya her tiştî divê ev yek weke guharekî bikeve guhan.

Ya duyemîn: Di vê oxirê de bêguman divê têkoşîneke xurt bê meşandin. Welê xuya ye ku di vê mijarê de rewşeke zelal nîne. Yanî gotinên van, vize viza wan bandorê li hin mirovan dike. Serê mirovan tevlîhev dike. Gotinek heye ku dibêje, ‘Mêş biçûk e, lê mehdê mirovan dixelîne’. Qîmetê gotinê wan, fikrê wan nîne lê belê têrê dike ku serê mirovan tevlîhev bike. Yan jî rêxistinî lawaz e. Ji ber vê jî eger tevlîheviyeke fikrî hebe, divê teqez ji holê bê rakirin.

DIVÊ EM JIYANA XWE BIKIN KOMUN

Li aliyekî divê em lawaziya xwe ya rêxistinî ji holê rakin. Divê em xwe gelekî bi rêxistin bikin. Ji bo rêxistiniyê timî seferber bibin. Rêber Apo got, mirov bi mirov, mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund, tax bi tax divê em bibin komun. Divê em bibin komun. Divê em vê nêzîkatiya şexsî hilweşînin.

Bi nêzîkatiya ezeztî rabûna li ser sîstemê, rabûna li ber sîstema Îmraliyê nabe. Bi vî rengî rabûna li ber şerê taybet nabe. Weke civak jî nabe, weke ciwan jî nabe. Bi taybetî Ciwanên Apoyî. Ciwanên Apoyî kî ne, .i ne, çawa dijîn, çawa têdikoşin? Divê em li ser van pirsan xwe kûr bikin. Em firsendê bibînin em ê hest û fikrên xwe hîn bêhtir ji hevrêyên xwe yên ciwan re vebêjin. Yanî her kes divê ezeztiyê bişikîne, bibe komun. Rêber Apo hîn did estpêka vî karî de got, ‘Divê em av, ax û enerjiya xwe bikin komun’. Divê em jiyana xwe bikin komun. Bi ezeztiyê, bi madiyatperestiyê û bêrêxistinî rabûna li ber mêtingerî, şovenîzm, kapîtalîzm û faşîzmê nabe. Têkoşîn bi vî rengî nayê meşandin. Têkoşîn bi vî rengî bê meşandin jî serketin bi dest nakeve. Ji vê seknê tenê gilî û gazin derdikeve holê. Em van bişikînin.

Ji ber vê jî divê em rêxistiniya xwe bi pêş ve bibin. Mebesta min çi ye? Divê em têkoşîna xwe, çalakiyên xwe mezin bikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê em çalakiyên xwe mezin bikin. Di sala 3’emîn a pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, divê em bigihêjin asteke welê ya têkoşînê ku azadiyê ne weke dirûşma propagandayê bi kar tîne, lê weke dirûşma çalakiyê bi kar tîne û serketinê bi dest dixe, tevbigerin. Divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikin dirûşma çalakiyê û heta pêkanîna vê li ber xwe bidin, têbikoşin. Divê em rêbazên bi vî rengî yên têkoşînê biafirînin. Rêxistiniya me, piştevaniya me divê di vê astê de be, em bi vî rengî têbikoşin û xwe xurt bikin. Di asta seferberiyê de… Divê welê tevbigerin ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nexwin, venxwin, nesekinin, nebetilin, bêhnê venedin. Seferberî ev e. Têkoşîneke bi vî rengî divê.

DIVÊ EM PAŞEROJÊ BAŞ BIBÎNIN

Çima vê ykeê dibêjim? Ji ber ku em êdî hatine asta dawî. Yanî, yek; eger têkoşîn bi vî rengî bê kirin şert û merc ji bo serketinê guncaw e. Du; eger atmosfera guncaw neyê nirxandin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn neyê meşandin û serketin neyê bidestxistin, hingî paşeroj wê bikeve xeteriyê. Naxwazim qala felaketê bikim, lê belê paşeroj bêyî serketina têkoşîna demokrasî û azadiyê di metirsiyê de ye. Divê her kes vê bibîne. Bila xwe bidin bûyera li Şarm El Şêx; li ser Xezeyê, li ser wê xwînê bazarî hate kirin. Kî wê kê bi rê ve bibe? Li ser wê disekinin. Hilweşandin, şewitandin. Rêber Apo got, ’40 caran wê weke Xezeyê rû bide, min asteng kir’. Dikarin her derê bikin weke Xezeyê. Kurdistanê, Tirkiyeyê… Nebêjin, ku qet ‘nakin’. Li ber çavan e, kirin. Xezeyiyan jî beriya du salan digotin, ‘nabe’. Welê difikirîn, lê belê bû.

Diyar e tiştekî bi navê ‘nabe’ nîne, dibe. Wê demê divê mirov bi aqil be. Paşerojê baş bibînin. Bi berpirsyarî û baldarî tevbigerin û têkoşînê bimeşînin. Divê ciwan pêşengiyê ji vê re bikin.

DIVÊ JIN TÊKOŞÎNA XWE HÎN GIRSEYÎ BIKIN

Belê, divê jin têkoşîna xwe hÎn girseyî bikin. Li hemberî mejiyê bi serweriya mêr, xwedî hêza pêşengiya têkoşîna azadiyê ne. Ji vê têkoşînê bigihîne serketinê divê rêxistiniya xwe xurt bikin.

Civak bi temamî divê çalakiyên encamgir lidar bixe. Em ê çi vexwin, çi bixwin? Karê me divê çalakî be. Divê em kolanan, qadan dagirin. Pêwîstiya siyasetê bi vê heye. Pêwîstiya siyaseta demokratîk bi vê heye. Koma Aştî û Civaka Demokratîk 11’ê Tîrmehê çek û envantera vê radestî rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan kir, radestî ÎHD’ê kir. Berpirsyarê ÎHD’ê got, ‘Me ev yek fêhm kir. PKK’ê ne tenê nûmareya çekan da me; têkoşîn jî radestî me kir. Got, min şer sekinand; wê siyaseta demokratîk ji niha û pê ve bimeşîne. Fermo. Hêza meşandina têkoşîna siyasî hûn in’. Ev yek ji bo her kesî derbas dibe. Bi rastî jî divê ev yek bê nirxandin. Ev rewş ji bo hemû saziyên siyaseta demokratîk derbas dibe. Di vê astê de divê têkoşîn bê kirin. Di serî de jin û ciwanên Kurd civaka Kurd, divê vê rastiyê bibînin, zanibe ku pêvajo pêvajoyeke têkoşînê ye, pêvajoyeke danûstandinê nîne; divê ji kesî tiştekî hêvî neke û ji bo demokrasî û azadiyê têkoşînê bi rêbazên siyaseta demokratîk bimeşîne, hêza gel nîşan bide.

Heman tişt ji bo jin û ciwanên Tirkiyeyê, ji bo civaka Tirkiyeyê jî derbas dibe. Hîn bêhtir pêwîst e. Yanî ev pêvajo di rastiyê de hîn bêhtir nirxandina rastiyên civaka Tirkiyeyê ye. Şer sekinî. Pêşî li şovenîzm, neteweperestî û nijadperestiyê hate girtin. Wê demê nîqaşeke hîn xurt dikare bê kirin. Vebûnên demokratîk dikarin hîn bêhtir bibin. Bi rastî jî dikarin hîn bi xurtî dînin holê. Azadî wê çawa qezenç bike, demokrasî wê çawa bibe? Dikarin bersiva van pirsan bidin, li ser vê bingehê têkoşîna demokrasî û azadiyê hîn xurt bikin. Rewşeke rast û rasteqîn nîne ku vê yekê nîqaş nekin û her tiştî ji meclîsê, desthilatdariyê, dewletê hêvî bikin. Lerwma di serî de ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend divê civaka Tirkiyeyê van şert û mercan baş binirxîne, wê çapemeniya weke jehrê diaxive bide aliyekî û bibîne ku Rêber Apo û PKK’ê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfetên çawa afirandine, xwedî lê derkevin û bi pêş ve bibin. Naxwe wê winda bikin.

Eger vê nekin, Tayyîp Erdogan çû Şarm El Şêx, çû DYE’yê, bi Trump re, bi Netanyahu re li hev dike, wê bi her kesî re li hev bike. Zanibin bê wê çi bê serê we. Heta niha çi hatibe serê we, ji niha û pê ve jî wê heman tişt bê. Ev rastiyek e. Lewma bang li her kesî dikim ku cidî be,  pêvajoyê rast fêhm bike, xwedî li wezîfeyên demokrasî û azadiyê, têkoşînê derkevin, îradeya xwe dînin holê.

DIVÊ EM TI CARÎ JI RASTIYA ŞEHÎDAN QUT NEBIN

Gelê me li her derê bi berpirsyarî tevdigere. Dinirxîne, şehîdan fêhm dike, hewl dide fêhm bike, hêzê ji şehîdan werdigire. Em 24 saetan bi vî rengî dijîn.

Meha Cotmehê meha me ya şehîdên jin e. 25’ê Cotmehê salvegera 33’emîn a şehadeta hevrê Bêrîtan e. Bi taybetî hevrê Bêrîtan û di şexsê wê de hemû şehîdên me yên jin bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Her wiha hin hevrêyên me yên şehîd, di meha Cotmehê de hatin ragihandin. Di şexsê hevrê Şivan û Ronî de van şehîdên me hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim. Soza xwedîderketina li bîranîna wan û serxistina armancên wan dubare dikim.

Destpêkê vê yekê bibêjim. Eger em îro li vê derê rûdinên, dikarin bi vî rengî biaxivin, zimanê me digere, aqlê me dixebite, çavê me dibîne, guhê me dibihîze, ev hemû bi saya şehîdan e. Yên ku vê hêzê didin me şehîd in. Hem hêz hem jî wezîfe dan. Bi vê hêzê xwestin em wezîfeyên xwe bi cih bînin. Yanî ji me xwestin, em armancên wan, hesreta wan pêk bînin. Divê em vê yekê ti carî ji bîr nekin. Jinedîtî ve neyên. Nabe ku em ti kêliyê ji vê rastiyê qut bibin.

Rêber Apo got, ‘Divê em ti carî ji rastiya şehîdan qut nebin’, jê dûr nekevin. Divê her tim hêjayî şehîdên xwe bin, wan rast fêhm bikin, rast bibihîz, armancên wan rast fêhm bikin û ji bo pêkanîna wan jî têkoşîneke hîn bi bandor bimeşînin. Nêzîkatiya rast ev e. Divê em vê rastiyê teqez bibînin.

Hevrê Bêrîtan Hêvî 33 sal in xetek e. Xeta çi ye? Xeta teslîmnebûnê, xeta bexwedanê, xeta şerê rast û jiyana azad e. Em ji vê re dikarin qanûna azadiyê bibêjin. Yanî teslîmî mêtingeriyê, nokeriyê, xayinan nebû. Çeka xwe heta dawiyê ib kar anî. Ne derfetên xwe ne jî derfetên çeka xwe neda dijmin. Bi tenê ma, li ber xwe da. Bi hevrêyên xwe re bû, li ber xwe da. Bû kom, ya herî çalak tevlî bû ew bû. Bû fermandara wan. Demekê têkoşiya.

Yanî hîn nû tevlî bûn; wan hewl didan gerîla, şer fêhm bikin. Lê belê wê ne tenê hewl dida fêhm bike, her wiha dida fêhmkirin. Bû fermandar ji wan re, bû hêza rêveberiyê, îradeya vê yekê nîşan da. Rê û rêbaza rast a jiyanê û têkoşînê raxist pêş çavan. Ev yek nîşanî me hemûyan da. Xet ev e.

Tu yê çawa bi rengekî azad bijî? Qanûn, pîvanên jiyana azad çi ne? Tu yê çawa têkoşîneke rast û bi bandor bimeşîne? Feraseta berpirsyarî û wezîfeyê çi ye? Tu yê çawa xwedî lê derkeve? Tu yê çawa têbikoşe? Tu yê çawa derfetan, firsendan binirxîne? Û tu yê vê têkoşînê çawa dimeşîne? Bi rengê herî bi rûmet… Tu yê her cûre teslîmiyetê çawa red bike, hemû derfetan bi kar bîne û di dawiyê de bibêje ‘Bijî Serok Apo’ û biçe şehadetê? Weke qanûneke milîtanî û fedaîtiyê ev hemû hînî me kir.

Artêşa fedaiyên jin bi vî rengî ava bû. Li dora wê fedaîtiyê fedaîtiya Kurd ava bû. Fedaîtiya ARGK, HPG’ê derkete holê. Yanî bi rastî jî bû pîvanek, bû qanûnek. Hevrê Şivan û Ronî jî dan ser şopa vê xetê û bi cih anîn. Bûn ew fedaî ku bê kêmasî ev xet bi cih anî. Lewma gelekî girîng e ku şehadeta wan di vê mehê de hate ragihandin.

Ji ber ku gerîla bi pêşengiya partiyê, bi pêşengiya Rêbertî ava bû. Ew jî bû navê têkoşîn û jiyaneke bi pêşengiya xeta azadiya jinê. Xeteke din nîne. Jê wêdetir hemû derketina ji rê ye. Rêbertî ji wan re ‘çetetî’ got. Yên ku bi xeta azadiya jinê re nebûn yek, bi xeta partiyê, bi xeta Apoyî re nebûn yek û pêwîstiyên wê bi cih neanîn re ‘çete’ got. Rêbertî ew weke çete pênase kir. Yên ku rast fêhm dikin, têdikoşin û diçin encamê jî ew mirov in ku li ser xeta azadiya jinê têdikoşin.

Hevrê Şivan û Ronî jî bi vî rengî şer kirin û têkoşiyan. Derfet û şensê min çêbû ku herdu hevrêyan nas bikim, demeke dirêj em bi hev re bimînin û têbikoşin. Lewma xwe bi şens dibînim. Gelekî bi wate û hêja bû ku bi wan hevrêyan re me xwarin xwar, av vexwar, hilm stand, keniyan, kêfxweş bûn, xemgîn bûn! Bi rastî jî gelekî diyarker bûn. Weke hevala Bêrîtan berê xwe dabûn têkoşînê, ew hevrê bûn ku xwedî taybetmendiyên erênî û girîng bûn û bi vî rengî têkoşiyan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Çîçek: Helwesta AKP’ê ya di pêvajoyê de bandorê li medyayê jî dike
Nûçeya Pişt re HPG-NRÇ: Navên xwe li dîroka azadiyê nivîsandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 31’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

‘Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin’

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk…

Ji aliyê Stêrk TV

Kanar: Qeyûm mêtingerî ye, zordariya li ser îradeya gelê Kurd e

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku tayînkirina karmendekî navendî weke qeyûm li qada xwecihî, tenê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kerkûkê li ser girîngiya Kurdî festîval hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Wanê komxebata Kurdî dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

CPT: Dagirkerî û talana dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê didome

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Têkildarî Ayhan Bayar ê 30 sal in girtî ye, biryara berdanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?