Ji Kembera Sahel a Efrîkayê heta bi herêmên ziwa yên Başûrê Asyayê, ji qadên çandiniyê yên peravê Başûrrojhilatê Asyayê heta bi ‘Korîdora Ziwa’ ya Emerîka Navîn li cografyayeke berfireh krîza avhewayê gefê li hilberîna xurekê dixwe. Ziwatî, lehî û pêlên germê çandiniyê lawaz dikin, bi milyonan malbatî ji cih û warê wan dikin.
Li herêma Salehê -Li kembera nîv ziwa ya ji Senegalê heta bi Sûdanê- ziwatiya demdirêj û paletiya nebaş, Ji ser Nîjer û Maliyê ber bi Efrîkaya Bakur û di ser Derya Spî ber bi Ewropayê koçberiyê zêde dike. Lehiyên ku li Başûrê Asyayê dubare dibin, pêlên germa zêde li Hindistan û Bangladeşê bi milyonan mirovî bêmal dihêlin. Asta deryayê ya li Başûrojhilatê Asyayê bilind bûye, cotkaran neçar dihêle ku ber bi herêmên navîn ve koç bikin.
Li herêma Korîdora Ziwa ya li Emerîka Navîn jî rewş bi heman rengî ye: Kêmbûna berhemên li zeviyan ku bi salan e dewam dike, malbatan neçar dihêle ku zeviyên xwe biterikînin û ber bi bakur ve bikevin nava lêgerîna li xurek û ewlekariyê.
Tê payin ku bi taybetî li herêma Sahelê nifûs heta sala 2050’î bi du qatî zêde bibe. Ev yek jî zexta li ser zeviyên çandiniyê zêde dike ku hejmara wan ji xwe kêm e. Li gorî pisporan, ji bo mirov karibin li ser xaka ku lê ne bimînin, divê karibin ji her hektarê hîn bêhtir berheman bi dest bixin.
Di 16’ê Cotmehê Roja Xurekê ya Cîhanê de pispor destnîşan dikin ku ewlehiya xurekê ne tenê krîzeke mirovî ye, di heman demê de divê weke meseleyeke aştiyê û aramiyê bê dîtin.
Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya ji bo Herêmên Tropîkal ên Ziwa ya Navneteweyî (ICRISAT) ku ji bo herêmên nîv ziwa tovên welê afirandiye ku dikarin li nava germê û ziwatiyê şîn bibin, li vê qadê encamên cihê hêviyê bi dest dixe.
Li gorî saziyê, razemeniya li ser karên çandiniyê yên domdar û nûbûnên zanistiyê, dike ku civak li ser xaka xwe bimîne.
Li herêma Bundelkhand a Hindistanê, bi saya projeyên tejaneya avê ya li ser bingeha zanistî, xaka ku wextekê ziwa bû niha jinûve berhemdar bûye. Li Nîjerê cûreyên garis û sorgûm ên ku li nava ziwatiyê dikarin şîn bibin, her wiha amûrên çandiniyê yên dîjîtal berhemdariya cotkaran zêde dike û derfetê dide mirovan ku bêyî ji cih û warê xwe bibin debara xwe bikin.
Li gorî Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) her razemeniya dolarekî ji bo çandiniya domdarî wê paşerojê bi 7 heta 10 dolarî derfetê biafirîne ku li rêveberiya koç û alîkariya mirovî bê xerckirin. Li gorî Banka Cîhanê heta sala 2050’î li Efrîka û Başûrê Asyayê 216 milyon mirov bi rîska koça ji ber avhewayê re rû bi rû ne.