Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Hevala Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir’
Kurdistan

‘Hevala Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir’

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, Bêrîtan li dijî xeta koletî û teslîmiyetê sekneke fedayiyane raber kir û pîvana azadiyê diyar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Gerîlayên HPG û YJA Star’ê bi boneya salvegera şehadeta fermandara artêşbûna jina azad Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nêrînên xwe anîn ziman.

Gerîlaya YJA Starê Rugeş Efrîn:

Ez despêkê di şexsê Heval Bêrîtan de giştî şehîdên şoreşê bibîr tînim û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînim. Heval Bêrîtan xeta jina azad temsîl kir. Li hember zîhniyeta zilamê serdest, li hember paşverûtî û ferasetên feodal şer kir û bû xwedî seknekî dîrokî. Heval Bêrîtan şer kir û bi ser ket, da îspatkirin ku jin dikare şer bike. Jin li ser pîvanên Bêrîtan bûn xwedî artêş û em jî niha li van çiyayan bi pîvanên Bêrîtan şer û têkoşîna xwe didomînin. Heval Bêrîtan di têkoşîna xwe de pîvana xweşikbûyinê nîşan da û got ku jina ku şer dike xweşik dibe û tê heskirin. Lewra îro jî heman pîvan ji bo me derbasdar e. Em ê jî vê xetê bişopînin û heta dawiyê di xeta Heval Bêrîtan de bimeşin.

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Farqîn:

Heval Bêrîtan ji bo me pêşengtiya jinê kir û di roja îro de jî em li ser xeta wê dimeşin. Heval Bêrîtan vê da diyarkirin ku jin jî dikare bi îradeye xwe ya azad tevbigere, dikare şer bike û heman demî de ev tê wateya xweşikbûyina jinê jî. Heval Bêrîtan bi sekna xwe ve ferasetên paşverû yên li hember jinê şikand. Em wekî YJA Star di wê astê de ne ku jinan biparêzin û nehêlin ku jin di bin serweriya zilam de jiyan bike. Divê hemû jin werin gel hev û yekbûna xwe ava bikin. Jin tenê bi dest xistina azadiyê ve dikare parastina xwe bike. Rêya yekane xilasbûyina jinê xwe di azadiyê de mîna Bêrîtanan kîlît kirin e.

Gerîlaya Êzîdî Dûnya Ronahî:

Meha Cotmehê ji bo me mehekî pir girîng e lewra di vê mehê de gelek jinên şoreşger gihiştin mertebeya şehadetê. Em di şexsê şehîdên jin yên meha Cotmehê de giştî şehîdên doza azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin. Heval Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir. Di şexsê Heval Bêrîtan de ji bo hemû jinan xetekî fermandarî ya jin ji bo hemû jinan derket holê. Wekî jinekî Êzîdî me jî xwe çawa di vê xeta têkoşînê de dît li ber çavan e. Ji ber ku civaka Êzîdî bi taybet jî jina Êzîdî ji ber ku nekarî xwe biparêze kete halekî ku li bazara bê firotin û rûmeta wê bê binpêkirin. Lê îro me nasnameya xwe di xeta Heval Bêrîtan de dît û em li gorî wê tevlî bûn. Em ji Heval Bêrîtan fêrî parastina xwe bûn. Bi sekna Heval Bêrîtan ne tenê jin ew pêşmergeyên li hember wê şer dikirin jî bandor bûn û çekên xwe danîn. Hîn jî perçeyên çeka Heval Bêrîtan di wan malan de tê ragirtin. Gelek malbatên me navên zarokên xwe kirin Bêrîtan. Bêrîtan di Kurdistanê de bûye sembola azadiyê. Bangawaziya min jî ji bo giştî jinên Êzîdî heye ku bibin şopdarên Bêrîtan û li ser vê xetê bimeşin. Lewra tekane rêya ku jin ji bindestiyê rizgar bibe, xeta Bêrîtan e.

Gerîlayê HPG’ê Derwêş Kazîwa:

Bi derketina Rêber Apo ya di Kurdistan û Rojhilata Navîn de carekî din hêviyên gelê bindest çêbûn. Hêzên hegemon yên kûrewî ev wekî xeter ji bo xwe dîtin. Carekî din bi rêya Kurdên sexte, Kurdên çêkirî ve xwestin êrîşê nirxên mirovahî bikin. Her wiha di sala 1992’yan de bi rêya Kurdên kevneşop wekî me got Kurdên sexte ve êrîşê herema Xakurkê, tevgera azadiyê kirin. Xwestin di şexsê jinê de îradeya tevgera azadiyê bişkînin. Heval Bêrîtan bi nîşandana îradeya azad ya jinê ve îspat kir ku îradeya tevgera Apoyî, tevgera azadî bi ti awayî nayê şikandin. Heval Bêrîtan bû sembola li hember xiyanet û xeta noker ya berxwedan û şikandina vê xeta noker. Jina Kurd bi berdewan kirina xeta Bêrîtan ve îradeya xwe ya azad diparêz e. Em wekî gerîlayên azadiyê soz didin ku em ê di xeta Heval Bêrîtan û gerîlayên jin ku li ser şopa wê dimeşin de xwe mezintir biafirînin û ti car ji rêya wan nazivirin.

Gerîlayê HPG’ê Mîlîtan Metîn:

Heval Bêrîtan ti caran xiyanetê ji bo xwe qebûl nekir, sekna ku raber kir di roja me de jî berdewan dike. Heval Bêrîtan xeta azadiyê ronî kir û da pêşiya me û îro em jî li ser wê şopê ne. Heval Bêrîtan bi ruhekî fedaiyane û bi fikrê Rêber Apo ve ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendalan avêt û rêya azadiya jinê vekir. Gelek kes tevlî tevgera me bûne navê xwe kirine Bêrîtan. Herî dawî Heval Rojger û Heval Asya jî di wê rêyê de meşiyan. Heval Bêrîtan li hember zehmetiyan sekna pêwist dide raberkirin. Jin îro pêşengê civakê ye. Pêvajoya herî dawî jî pêşengtiya jin da nîşandan. Vana hemû şopên Bêrîtan in, lewra jina Kurd di cihanê de îro li ser şopa wê deng veda ye. Em jî dixwazin di rêya wê de heta dawî bimeşin.

Gerîlayê HPG’ê Erdal Herekol:

Heval Bêrîtan jinekî ji Dersîmê bû. Kevneşopiya ku di şexsê Besê û Zarîfeyan de dihat jiyankirin di şexsê Heval Bêrîtan de hîn bêtir mezin bû û xwe dubare kir. Sekna Heval Bêrîtan li hember teslîmiyetê seknekî berxwedêr bû, bi taybet jî Heval Bêrîtan ji bo tevgera me bû sembola israra di azadiyê de. Em Heval Bêrîtan wekî fermandarekî û wekî rêyekî ji bo xwe esas digirin. Yê ku şer dike azad dibe, yê ku azad dibe bedew dibe û tê hezkirin, ev yek di şexsê Heval Bêrîtan de wateya xwe girt û şênber bû. Rêber Apo ji bo bîranîna Heval Bêrîtan artêşbûna jin pêşxist ev artêşbûna jin ne tenê ji bo Heval Bêrîtan ji bo giştî jinên bindest; bû hêviya xilasiyê. Jinên ku di bindestiya zilam de jiyan dikin û mêrên ku dixwazin bi jinê re wekhev û azad jiyan bikin divê cihê xwe di nava refên şopa Bêrîtan de bigirin.

Gerîlayê HPG’ê Bawer Kobanî:

Di roja salvegera Şehîd Bêrîtan de ez wê bibîr tînim û di şexsê wê de li hember giştî şehîdên şoreşê bejna xwe ditewînim. Çiya cihê xwedawendan û parastgeha bindestan e. Heval Bêrîtan li hember xeta noker berxwedanî kir û em jî vê berxwedaniyê ji bo xwe wekî şanaziyekî dibînin. Xiyanet qirêj e û di dîroka Kurdan de heta roja me îro jî hatiye. Heval Bêrîtan li hember xeta xiyanetê heta guleya xwe ya dawîn şer kir û herî dawî jî çeka xwe perçe perçe kir ku nekeve destê dijmin. Bi tîlîliyekî çalakiyekî fedaî kir. Fermandara me Heval Bêrîtan e û em ê heta dawîn rêça wê bişopînin.

Gerîlaya YJA Star’ê Gulçîn Hîwa:

Em di mehekî girîng re derbas dibin. Ev meha Cotmehê ji bo têkoşîna jin cihekî xwe yê cûda heye. Di serî de Heval Bêrîtan gelek jinên pêşeng di vê mehê de gihiştin şehadetê. Em jî şopdarê van jinên mîlîtan in. Îro ew roje ku wekî jin em hîn bêhtir li nasnameya jin xwedî derbikevin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têkoşîna xwe bilindtir bikin. Lewra ev rêya azadiyê Rêber Apo ji bo me vekir, em jî berpirsiyar in ku ji çiyayan heta kolanan bi ruhê Bêrîtanê têkoşîn bikin û ji bo nasname û welatekî azad asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Gerîlaya YJA Star’ê Vînda Şaho:

Heval Bêrîtan fermandarek me ya mezin e û di şexsê wê de artêşa jin hate avakirin. Em şervanên heval Bêrîtan in û sekna wê ji bo me esas e. Niha di civakê de mînaka Narîn Guran heye. Vana hemû mînakên qetilkirina jin in û êrîşên li ser jin in. Divê jin êdî ji van kiryaran re bêje bes e û ji bo guhertina zîhniyeta zilam têkoşîna xwe bilind bike. Rêya vê jî xwe rêxistin kirin e. Her jin divê Rêber Apo bixwîne û xwe pêş bixe û xwe rêxistin bike. Gotina min a dawî ew e ku divê jin xwedî li fikrên Rêber Apo derbikeve, rêya Bêrîtan bi şopîne û xwe azad bike.

Gerîlaya YJA Star’ê Azê Kurdistan:

Heval Bêrîtan li Xakurkê têkoşînekî pir alî meşand. Hem di jiyanê de hem jî di şer de rolê xwe lîst. Heger îro artêşa jin heye û jin dikarin di van çiyayan de şer bikin yekemîn bi saya Rêbertî piştre jî bi saya keda şehîdên jin in. Di şexsê Heval Bêrîtan de hêza jin hat dîtin. Pêvajoya niha jî ruhê Bêrîtan dixwaze, heger em bi ruhê Bêrîtan şer bikin em ê bikaribin vê pêvajoyê bigîhînin serkeftinê. Netewa jin divê xwe li têkoşînê rapêçe û li dora Rêbertî bibe xelek, heger em wiha bikin wekî jin ne tenê li Kurdistanê em di giştî cîhanê de azad bijîn. Ev jî ruhê Bêrîtan dixwaze û divê em bi ruhê Bêrîtan ve tevlî vê pêvajoyê bibin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
Nûçeya Pişt re Hêlîn Umît: Komîsyon heta ku hevdîtinê bi Rêber Apo re neke, wê ne cidî be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tuncer Bakirhan: Divê lêpirsin li dijî kesên ku gel manîpule dikin bê vekirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê lêpirsîna li dijî axaftina wî ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Gultan Kişanak: Divê pêvajo neyê sistkirin, pêwîste gav werin avêtin

Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku di serî de ji bo azadiya Rêber Apo, divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîna Dokumanter a Gulistan Tara bertek nîşanî sansûrkirina ‘Vejîna Kurd’ da

Hesabê YouTube yê belgefîlma "Vejîna Kurd" bi hinceta "binpêkirina polîtîkayên rêxistinên sûc ên tundûtûj" hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?