Derhêner Lîsa Çalan diyar kir ku daxwaza aştiyê encama pêvajoyek dirêj, westiyayî û berdêlan e û anî ziman ku êş dikare veguhere tecrûbeyê û got ku dema ew dirûşmeyan berz dike jî, hewl dide xwe nespêre êşên xwe, ev ne çareserî ye.
Derhêner Lîsa Çalan di êrîşa bombeyî ya 5’ê Hezîrana 2015’an a li hemberî mitînga hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê de bi giranî birîndar bû. Ji ber bîran xedar û enfeksiyonê herdu lingên xwe winda kir. Lîsa Çalan di van deh salên dawî de bi birînên şer re dijî û hêviya aştiyê winda nekiriye û di pêvajoyê de hêvî û îlham daye bi hezaran kesan.
Lîsa Çalan destnîşan kir ku tevî her tiştî jî aştî ne daxwazek takekesî ye, daxwazek civakî ye û anî ziman ku divê di her şert û mercî dexwedî li vê daxwazê were derketin. Lîsa Çalan anî ziman ku mînaka herî mezin a xirabiya ku ji ber şer derketiye di bîrên wan de veşartî ye.
DAXWAZA AŞTIYÊ NE NÛ YE
Lîsa Çalan banga xwe ya ji bo aştiya civakî dubare kir û got, “Ev ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê pirsgirêka hevpar e. Her kes berdêla şer dide. Daxwaza aştiyê mafê me yê herî xwezayî ye. Pêvajoyên dîrokî yên ku civaka Kurd jiyaye tenê bi 40-45 salên dawî re ne sînordar e; ew dîrokek zilm û berxwedanê ya ku sedsal in didome. Me li van axan serdemên xwînî û komkujiyan derbas kirine. Ji ber vê yekê, daxwaza me ya aştiyê ne nû ye; ew encama pêvajoyek dirêj, westiyayî û berdêlan e.”
NABE KU XWE BISPÊRIN ÊŞAN Û DOMANDINA ŞER BIXWAZIN
Lîsa Çalan diyarkir ku şer ne tenê li ser mirovan, di heman demê de li ser xweza û çandê jî bandorên wêranker dike û got: “Gulek, gundek, darek, heta pisîk an kûçikek li kolanê mexdûrên vî şerî ne. Ji ber vê yekê ji bo me, ev ne tenê şerekî çekdarî ye; ew qirkirinek çandî ye. Ew dizîna çandê ye, hewldana tinekirina gelekî ye. Ez îro wekî jineke ku her du lingên xwe winda kirine diaxivim. Kekê min jî bi heman awayî her du lingên xwe winda kirine. Li Kurdistanê ji her 10 malbatan, nêzî 8 malbatan windayiyên wan hene, lê nabe ku mirov xwe bispêre vê êşê û domandina şer bixwaze. Berevajî vê, divê ev êş bibe sedema ku em hîn bêhtir aştiyê hembêz bikin.”
DIVÊ DAXWAZA AŞTIYÊ BIBE CIVAKÎ
Lîsa Çalan anî ziman ku êş dikare veguhere tecrûbeyeke fêrbûnê û wiha domand: “Dema ku dirûşmeyan berz dikim jî, ez hewl didim ku xwe nespêrim êşên xwe. Ev yek mirovan paşve dixe; ne çareserî ye. Di vê nuqteyê de, divê daxwaza aştiyê tenê wekî pirsgirêkek Kurd-Tirk neyê dîtin. Ev şer tenê bandor li Kurdan nekiriye, bandor li hemû civakên li Tirkiyeyê kiriye: Ermenî, Asûrî, Çerkez… Ji ber vê yekê, divê daxwaza aştiyê bibe civakî. Hunermend, nivîskar û kesên ku bêyî dudilî dengê xwe bilind dikin di vî warî de berpirsiyariyek mezin li ser wan heye.”
DIVÊ LI DERYAYA REŞ JÎ BANG BÊ KIRIN
Lîsa Çalan got, “Daxwaza aştiyê mafê herî xwezayî yê her kesî ye” û destnîşan kir ku divê banga aştiyê bi wêrekî were kirin.
Lîsa Çalan a ku awayê herî kûr ê vê wêrankirinê jiyaye û bawer dike ku ew dikare bibe bangewaziya vê yekê û got: “Çîroka min ne tenê ya min e; ew çîroka malbata min, gelê min e. Divê em hemû berpirsiyariya vê pêvajoyê bigirin ser xwe. Li Amedê behsa aştiyê kirin hêsan e, lê divê em bi heman wêrekî li herêma Deryaya Reş û Konyayê jî behsa wê bikin. Çapemenî, huner û wêje; her yek ji wan dikarin vê qutbûnê tamîr bikin. Divê em wê ji nû ve binivîsin, ji nû ve biaxivin û ji nû ve vebêjin.”
HER ÇIQASÎ ÇÎROK CÛDA BIN JÎ, DAXWAZ YEK IN
Lîsa Çalan diyar kir ku civak bi piranî bi tirsandin û xizaniyê hatiye terbiyekirin û daxuyand ku vejandina bawerî û wêrekiyê ne hêsan e û wiha bi dawî kir: “Divê em bi rêya huner, wêje, medyaya dijîtal û perwerdeyê piştgiriyê bidin vê yekê. Her çiqasî çîrok cûda bin jî, daxwaz yek in; êş yek e. Divê bersivek ji bo van hemû êşan hebe.
Berpirsiyariyek mezin li ser komisyona ku li Meclisê hatine damezrandin heye, lê wekî civak, divê em jî hêza dehfdêr a pêvajoyê bin. Divê em daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman da ku kêmasiyên beriya 2015’an dubare nebin. Divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe û ji bo aştiyê gavên wêrekî bavêje.”

