Şemî, 11 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê dewlet di pêvajoya aştiyê de tercîha xwe bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nafî Ergun piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya ji beregeha xwe ya leşkerî ya li Hewlêrê vedikişe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêveberiya Tevgerê di salvegera merasîma şewitandina çekan de daxuyaniya girîng

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ez dayika Serok im, dayika Kurdistanê me’ jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana taziyeya gerîlayê YRK’ê Halîl Çîçek hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Ji bo Konferansa Navendî ya Jinan me dest bi amadekariyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina welatekî demokratîk bi beşdariya jinan dest pê dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji ber koça dawî ya Selvî Tepe sersaxî xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hollanda tundiya psîkolojîk û kontrola bi zorê wê weke sûc bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêwregê meşa li dijî êrîşa zayendî ya li ser jinan: Bersûc bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê bi huner û keda destan aborî û çanda jinan diparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Malbatên Altûn û Kaytan: Erk û wezîfeya me ye ku meşa wan bi azadiyê tacîdar bikin!
Rojane

Malbatên Altûn û Kaytan: Erk û wezîfeya me ye ku meşa wan bi azadiyê tacîdar bikin!

"Ji Qamişloyê heta bi Kolnê, bi deh hezaran Kurd xwedî lê derketin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin gotinek nîne bê gotin. Dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Gulan 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Malbatên Kaytan û Altûn spasiya hemû beşdarên taziye, bîranîn û çalakiyan kirin ku ji bo Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin lidarxistin.

Daxuyaniya malbatên Kaytan û Altûn bi vî rengî ye:

“Di 12’ê Gulana 2025’an de ji me re hate ragihandin ku ji ferdên malbatên me hevrê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn şehîd bûne. Ev yek ne tenê ji bo me, her wiha ji bo her kesên ku şerê azadî û hebûna Kurdan dimeşînin, windahiyeke mezin bû. Li şûna bibin bira, kek û kurek, wan tercîh kirin ku bibin parçeyek ji civakîbûna li Kurdistanê ku her kêliya wê bi ked, xwîn, êş û hêviyê hatiye hûnandin, afirandin. Li şûna vegera li malbatên me, wan xwestin guhertinê bikin. Em jî kirin rêwiyên vê rêya xwe. Ji ber vê yekê êşa me, windahiya me kolektîf e. Bi navê malbatên wan, em navê wan bi serbilindî, bi rûmet radikin.

Wan mîrateyeke gelekî xurt û hêja ji me re hiştin. Baweriya ji bo paşerojeke azad a gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û her mirovên li dijî sîstemê têdikoşin. Ji bo vê baweriyê bi cih bînin, îradeyeke xurt afirandin. Wan ji me bêhtir temenê xwe bi hevrêyên xwe yên têkoşînê û civaka ku pêşengî jê re kirin, bihurandin. Lewma bi hevrê û civaka xwe re hîn bêhtir bîranînên wan hene. Li her mala ku li deriyê wê xist, li her cihê ku tasek av jê vexwar, li her warê ku jê re bû mêvan bandor kir, şopa xwe hiştin, ji şopa li malên me bêhtir. Ji ber vê yekê li çar parçeyên Kurdistanê gel ewladên xwe hembêz kir. Ji Qamişloyê heta bi Silêmaniyeyê, ji Amedê heta bi Torontoyê û bajarê Kolnê yê ku em lê dimînin, bi deh hezaran Kurdan di asteke bilind de xwedî lê derketin û pêşengên xwe bi rengekî hêja oxir kirin. Li pêşberî vê xwedîderketina mezin a gel, gotineke me nîne ku em lê zêde bikin. Lê dîsa jî em dibêjin; Erk û wezîfeya me ya ku vê meşa mezin a hevrê Kaytan û Riza Altûn bi paşerojeke azad tacîdar bikin.

Kurd li her devera ku lê bûn mîna lehiyekê xwedî li nirxên xwe derketin, bi rengekî bêhempa xwe gihandin kok û cewhera xwe, xwestin xwe ji çavkaniya xwe nas bikin û bêne bîranîn. Ev yek nirxekî gelekî hêja ye ku berdêla wê nîne. Ya ku dibe para me ew e, ku em vî nirxî biparêzin, xwedî lê derkevin û zêde bikin. Em ê ji bo vê bijîn, li ber xwe bidin û xurt bin.

Bi vê wesîleyê di serî de malbatên şehîdan em dixwazin spasî û hurmeta xwe pêşkêşî hemû kedkarên tevgera azadiyê û her kesî bikin, ku li ser rêya wan meşiyan û bûn nefes ji me re.

Bi navê malbat û hevrêyên wan em soz didin. Em ê vê kevneşopiya nîv sed salî ku ji Kurdistana Azad re bû hişê jiyanê û bi ked û îradeyê hate avakirin, bi sedan salan dewam bikin. Di vê serdema têkoşînê de weke ku di bîranînên hevpar ên bi deh hezaran Kurdan de jî hate dîtin, em ê dilsozê Rêber Apo, şehîdan û nirxên xwe yên têkoşîna azadiyê bin û bi vî rengî bimeşin.

Şehîd Namirin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Derya Egeyê bi mezinahiya 6.0 pileyî erd hejiya
Nûçeya Pişt re Yuksel Genç: Gelê Kurd li benda gaveke şênber e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alî Çagan ê ji Madimakê ‘bi saxî derket’: Ji saxmayina xwe min şerm kir

Alî Çagan ku 2'ê Tîrmehê li qatê destpêkê yê Otela Madimakê di nava agir û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo şervanê QSD’ê Egîd Şedadê merasîma leşkerî hate lidarxistin

Cenazeyê Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Egîd Şedadê ê ji ber nexweşiyê şehîd bû, li…

Ji aliyê Stêrk TV

Sadiqeh Dowlatabadî li dijî zextê bi pênûsa xwe li ber xwe da

Sadiqe Dowlatabadî, li Îranê weke pêşenga têkoşîna jinan ji bo perwerde û azadiyê tê nasîn.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bi ser Şaredariya Çankaya ya CHP’ê de hate girtin: Gelek kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Çek hatin şewitandin, dewletê gav neavêt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?