Merasîma wê 5 rojan dom bike. Di merasîmê de wê çîrokên li ser welat, windayan û lêgerîna azadiyê pêşkêşî temaşevanan were kirin.
Rojên Film a Kurd bi sernavê “Çîrok xwe li ser perdeyê nîşan didin” li Votivkino wê bernameyeke dewlemend a ku ji filmên bi metraja dirêj, belgesel û kurtefilman pêk tê, pêşkêşî temaşevanan bike. Bi vê bernameyê wê têkildarî rastiya jiyan, dîrok û çanda Kurdistanê perspektîfên cuda bên pêşkêşkirin.
Serçavan – Rojên Film ji sala 1999’an ve tê lidarxistin. Di merasîmê de filmên derhênerên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê yên ku xelat wergirtine yan jî bûne namzetê xelatwergirtinê, tên pêşkêşkirin. Merasîm bi hevkariya Meclîsa Civaka Kurd a Awûstûrya (FEYKOM) û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanî (YXK) bi tevkariya saziyên cur be cur tê lidarxistin.
Nûnera FEYKOM Perî A. ku di komîteya amadekar de cih digire, di vekirinê de ev tişt got: “Peyva ‘Serçavan’ di Kurdî de mêhvanperweriyê îfade dike. Em hêvî dikin ku di rojên pêş de bibin layiqê mêhvanperweriya Kurdî. Bernameya îsal ji film, belgesel û kurtefilmên ku zehmetiyên mirovên li Kurdistanê, xeyal û têkoşînên wan nîşan dide, pêk tê. Her film çîroka cîhaneke bi hêvî û berxwedanê, kevneşopî û nûbûnê hatî hûnandin, vedibêje.”
Nûnera FEYKOM Gulê C. diyar kir ku huner ne tenê nîşandanek e, di heman demê de dengek jî ye û got, “Ev deng welê ye ku dixwaze were bihîstin û divê were bihîstin. Ji bo gelê Kurd nîşandan, hîna jî şêwazekî berxwedanê ye.”
Nûner ev tişt jî got, “Ev film nîşan didin ku di bin zext, sirgûn û sansurê de jî huner şîn dibe.”
Nûner ji damezrînerên FEYKOM’ê Huseyîn Akman ku di meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got, “Jiyana xwe fedayê azadî, edalet û çanda gelê Kurd kir. Em wî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”
Hiqûqnas û parlamentera Partiya Keskan Bêrîvan Aslan jî beşdarî merasîmê bû û axaftinek kir. Bêrîvan Aslan diyar kir ku zimanê Kurdî di sînemayê de xwedî hestekî serbilindiyê ye.
Ji serokatiya herêmê Saya Ehmed ku nekarî beşdarî festîvalê bibe, bi peyamekê piştgiriya xwe diyar kir.
Piştî axaftinan Omid Darwish (Kurdophone) muzîkek pêşkêş kir.
Festîval bi filmê ku jiyana Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn vedibêje, destpê kir. Eren Keskîn wê bi rêya Zoom’ê bi temaşevanan re beşdarî beşa pirs-bersiv biba; lê ji ber ku xet qut bû bi telefonê beşdar bû û temaşevan silav kirin.
Di xwepêşandana film de her wiha qutiyên alîkariyê jî hebûn. Sala 1960’an nêzî 300 zarok di şewata li Sînemaya Amûdê ya Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn. Alîkariyên wê bên kirin, wê rasterast bandorê li jinûve avakirina sînemayê bike.
Eleqeyek zêde nîşanî merasîmê hate dayîn û hemû bîlet xilas bûn.
Roja duyem wê bi filmên 6-20 deqeyî destpê bike (Red Room, Kwistan, Zaam, Dancing Amid Fire, Rising Above Ruins, YARÊ). Şev jî wê filmê bi metraja dirêj Mond (Heyv) a derhênerê Viyanayî Kurdwin Ayup were nîşandan û piştre wê girêdayî filmê ewilî yê derhêner a bi navê Sonne (Rok) li ser azadî û qedera xwe diyarkirinê, axaftinek were kirin.
Roja Îniyê wê filmên Muharrem und Xewna Bê Ziman, Naharina û The Virgin & Child werin nîşandan. Roja Şemiyê wê Asadur, Tevî her tiştî, Hat Nehat, Xweş Xeber, KURMÊ DARÊ ve Eine Brücke nach Rojava werin nîşandan; 1’ê Mijdarê di saet 14.00’an de jî wê li Viyana Schauspielhaus panel were lidarxistin (Essmat Sophie, Ekrem Heydove Robert Krieg wê beşdar bibin).
Roja dawî ya festîvalê wê bi kurtefilman destpê bike (Garan, After What, Şiwênpence) û bi Vartinîs û Siwariyên Şengalê bi dawî bibe. Film ezmûnên travmatîk pêşkêşî bîra kolektîf a Kurd dike.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		