Ji bo gerîlayê HPG’ê Agît Akgun (Sefqan Garzan) ku 20’ê Adarê li Zapê şehîd bû, li gundê Xizorkîn ê navçeya Tetwan a Bedlîsê li mala malbata wî teziye hate danîn.
Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî û Çanda Piştevaniyê ya Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine ya li Dergûşa Şaristaniyan (MEBYA-DER) serdaneke girseyî hate kirin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî beşdarî serdanê bûn.
Di dema serdanê de Dayikên Aştiyê meşiyan. Serdan bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.

