Pêncşem, 6 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    TJA’yê banga bi temamî vekişandina paketa nû ya darazê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinûve darizandina Kahraman hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akgok ku berdana wî 2 caran hate taloqkirin piştî 31 salan ji girtîgehê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşa ku bûye sedema mirina Hakan Tosûn de gumana çeteyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    MYK a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajoyê’ û ‘biryara DMME’yê civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Leyla Ehmed: Dixwazin biyaniyan li ser ewlehiya Sûriyeyê bikin gef

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hezar û 516 navendên hilbijartinê heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Şehîdan: Bi bêdengiyê pêvajo nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kedkarek bû ku rastiya gerîla bi belge dikir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê bi koma 164’an berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: DAÎŞ û Baas li Xaneqînê têk çû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Xwendekar her roj ji bo Rojîn Kabaîş di çalakiyê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star ji bo jinên El Faşêrê bang kir: Em bi we re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ’ê, piştgirî da pêngava TAJÊ

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Cotmehê zext û sansura li hemberî rojnamegeran zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Awazên Çiya albûmekê nû derdixe: Têkoşîn û berxwedan bêyî hunerê nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Serçavan-Rojên Film destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Farqîn Azad li Parîsê sala xwe ya 35’an a hunerê bi konsereke bi coş pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herekol bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Omer Ocalan behsa hevdîtina bi Rêber Apo re kir
Rojane

Omer Ocalan behsa hevdîtina bi Rêber Apo re kir

Omer Ocalan, behsa hevdîtina xwe ya dawî ya li gel Rêber Apo kir û got, “Divê dewlet wêrektir be, cidîtir tevbigere û gavan biavêje. Hewce ye bi Serok re hevdîtinê bikin û wêrek bin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 17 dq.
Parvekirin

Wekîlê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan, tevî endamên din ên malbatê, li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Omer Ocalan, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got ku piştî bi salan cara ewil Fatma Ocalan jî di hevdîtinê de cih girt. Omer Ocalan, diyar kir ku Rêber Apo ew li eywanê pêşwazî kiriye. 
 
Omer Ocalan, diyar kir ku Rêber Apo di hevdîtinê de bi taybet jî xizm û derdora xwe ya di dema zarokatî û ciwantiya xwe de bi hev re li gund mabûn pirsiyaye û got: “Bîranînên xwe vegot. Her wiha ji xwişka xwe Fatma Ocalan jî xwest ku bîranînên xwe yên zarokatiyê vebêje.”
 
Omer Ocalan, bi bîr xist ku di salekê de cara 5’an e bi Rêber Apo re hedîtinê dikin û got ku li gorî hevdîtinên ewil, vê carê Rêber apo bêhtir bi mirûz û tendurist dîtiye. Omer Ocalan, wiha domand: “Ji hêla fîzîkî ve baştir xuya dikir. Bandora fîzîkî ya tecrîdê di hevdîtinên berê de bêhtir ferq dikir. Di hevdîtina 31’ê Cotmehê de me gelek bitendurist, bimirûz û bicoş dît. Em enerjiyê ji wî digirin û mirûzê me xweş dike. Me motîve dike, pêşniyaran dike. A rast dikarim bibêjim, rewşa wî bihêz bû.”
 
TECRÎD JI HIN ALIYAN VE DIDOME
 
Omer Ocalan, diyar kir ku tecrîd hê jî didome lê belê Rêber apo zêde xwe nade ber pirsên têkildarî xwe de û wiha domand: “Serok, têkildarî xwe nirxandinan nake. Ji bo pêvajo bidome gelek fedekariyan dike. Heke em niha bibêjin ‘Qanûnên Înfazê li Îmraliyê di meriyetê de ne.’ Ev ne tiştekî rast e. Ev bi eşkerayî tê zanîn. Em dizanin ku ev hevdîtin bi boneya pêvajoya siyasî ye. Li Tirkiyeyê gelek girtîgeh hene û kêm zêde qanûnên înfazê li van girtîgehan tên cihbicihanîn. Bêguman li girtîgehên din jî pirsgirêk hene lê belê li Girtîgeha Girava Îmraliyê, tecrîda herî giran a sedsalê di meriyetê de ye. Derhiqûqtî herî zêde li vir tê kirin. Ger gotin di cih de be hatiye îzolekirin. Bêguman di çarçoveya hevdîtinên malbatê de me di nava salekê de 5 hevdîtin kirin. Ji hêla zagonî ve, ji hêla qanûnî ve pêwîstiyên qanûna înfazê nayên cîbicîkirin. Lê heke em pirsa gelo tecrîda topyekûn hêj didome bikin, ez ne di wê noqteyê de me. Rewş hinek sivik bûye lê tecrîd ji hin aliyan ve hêj didome. Hatin û çûna parêzer û şandeyan, ya malbatê heye. Lê belê li gorî me ev têr nake.”
 
‘DIVÊ RAYEDAR WÊREK TEVBIGERIN’
 
Omer Ocalan, got ku hewceye şert û mercên Rêber Apo bên başkirin û guherandin û wiha domand: “Niha li wir lîderek, muxatabê sereke yê pirsgirêkê heye. Divê hikûmet şertên xebata wî biafirîne. Rastiyeke hikûmet û dewleteke xwedî îdiaya çareserkirina pirsgirêkê heye. Raya giştî jî dizane ku aliyekî meseleyê Serok e. Divê rayedar jî di vê çarçoveyê de bêhtir wêrek tevbigerin.”
 
Omer Ocalan, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd zêdetirî sed sal in didome û 52 salên wê jî bi têkoşîna bi pêşengtiya Rêber Apo didome. Omer Ocalan, got hewceye dewlet vê rastiyê bibîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Madem têkiliyên Kurd û Tirkan dispêrinên kûrahiyekî dîrokî, madem qala dîrokeke hezar salî dikin, wê demê hewceye hûn vê meseleyê di noqteyekê de çareser bikin. Divê ku îradeyeke siyasî ya ku vê wêrekiyê û ferasetê nîşan bide derkeve holê. Ji ewil divê şertên li Îmraliyê bên başkirin. Piştre jî bi rê û rêbazên cuda, derfetên xebateke azad ên Serok ava bikin. Ev yek ji bo me, gelê me û partiya me gelek girîng e.”
 
‘CIHÊ EM HEVDÎTINÊ LÊ DIKIN HER TIM HEMAN CIH E’
 
Omer Ocalan, anî ziman ku di şertên Îmraliyê de tu guhertin nînin û wiha pê de çû: “Ev saleke diçim û têm. Cihê em hevdîtinê lê dikin her tim heman cih e. li Girava Îmraliyê tu guhertinek nîne. Di şert û mercên Serok de tu guhertin nînin. Em nizanin dê di dema pêş de çi bibe. Bêguman heke pêvajo bi ser keve, pêş bikeve divê ev mijar tev jinûve bên nirxandin.”
 
DERÎ BI DERÎ XEBATÊN AVAKIRINÊ
 
Omer Ocalan, da zanîn ku têkildarî biryara vekişînê ya hêzên gerîla û bertekên erênî agahî bi Rêber Apo re parve kiriye û wiha got: “Serok jî got ku bi vê geşedanê re derfet çêbûne. Ji me re got; ‘êdî derfetên we yên xwerêxistinkirinê çêbûn. Divê hûn tevî gelê me vê pêvajoyê birêxistin bikin. Divê ev pêvajo bi tevlibûna gel were birêxistinkirin. Heke hewce bike bajar bi bajar, navçe bi navçe, gund bi gund, tax bi tax, derî bi derî vê pêvajoyê vebêjin û modela em dixwazin ava bikin ji gel re vebêjin.’”
 
RÊXISTINBÛNA CIVAKÎ
 
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan, daxuyand ku Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye ku dewlet li şûna li ser gavên hewce dike biavêje bisekine, li ser gavên ku Kurd û tevgera siyasî ya Kurd diavêje disekine û wiha axivî: “Di esasê xwe de pir wate dide rêxistiniya cewherî û rêxistiniya civakî. Bi xwe vê rewşê wiha vedibêje; ‘Belê, dema me ewil dest pê kirî hejmara peyvên me bi kar tîna kêm bûn. Li ser zimanê me çar pênc peyv hebûn. Derfet tune bûn. Em ji wan rojan gihaştin van rojan. Niha li gelek deveran gelek derfet hene. Hêza me heye ku li her derê siyasetê bikin. Ev derfet hatine afirandin. Divê hûn vê pêvajoyê tevî gel birêxistin bikin. Ne tenê meseleyeke ku sazî tenê bikarin çareser bikin e. Hewceye gel jî di vê pêvajoyê de cih bigire. Pêwîst e ji bo pergala civakî ya ku em li aliyekî pêvajoyê birêxistin dikin û li aliyekî jî ava dikin sûdewer be.’ Bi giştî nêzikatiya Serok bi vî rengî ye.”
 
‘JI GOTINÊ ZÊDETIR PRATÎK GIRÎNG E’
 
Omer Ocalan, anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de gotiye potansiyeleke mezin ê Kurdan li Rojhilata Navîn heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Got ku di heman demê de hêzekî demokratîk in û xwedî wê ferasetê ye ku pergalekê ava bikin. Têkildarî bêbaweriya gel a li dijî pêvajoyê jî nirxandin kir. Serok, wateyeke pir mezin dida zanatiya gel. Serok digot ‘gel mafdar e.’ Qedr û qîmetekî mezin dide tecrûbeya gel, zanîna gel. Lê belê rastiyek heye ku tenê kesên li dijî hev şer dikin dikarin aştiyê bikin. Serok, ji bo ev şer, ev pevçûnên heyî heta hetayê nedomin, înîsiyatîfeke mezin li xwe girtiye. Hewl dide dewletê jî bikişîne ser vê xetê. Serok pir baş dizane, beşekê dewletê jî dizane; Serok carnan behsa ‘dewleta îllegal’ dike. Hewceye em li dijî van hişyar bin. Ji gotinê zêdetir pratîk girîng e. Ji bo me ya girîng ev e.”
 
ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK TÊ ÇI WATEYÊ?
 
Omer Ocalan, di berdewamiyê de wiha got: “Serok behsa hinek bîranînên xwe dike; ‘Dema ez zarok bûm, li ber dîwarê mizgefa Amarayê rûniştim. Kesekî kal li wir hebû. Dema me behsa hêmaya Kurdbûnê dikir, ji min re got; ‘Gelo ma tu dikarî ruh bidî vî darê hişk bûyî? Têkoşîna te jî ev e.’ Kedeke mezin, bedelên mezin û têkoşîneke siyasî ya mezin hate dayin. Yên niha li ser navê Kurdayetiyê siyasetê dikin jî divê rêzê ji bo vê mîrateyê bigirin û xwedî lê derkevin. Ez, entegrasyona demokratîk bi eşkerayî vebêjim; tê wê wateyê ku dewlet we bi nasnameya we, bi çanda we, bi fikra we, bi erdnîgariya we, bi welatê we, bi baweriya we qebûl bike. Yanî nayê wê wateyê ku hûn dev ji nasnameya xwe berdin, dev ji zimanê xwe berdin, dev ji xwebûna xwe berdin, dev ji baweriya xwe berdin û tev li dewletê bibin.’”
 
Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke Kurd tev li Komara Tirkiyeyê bibin, ev tevlîbûn dê li ser esasê komara demokratîk bibe. Ji hêla têgehî ve navê vê, entegrasyona demokratîk e. Gelê Kurd tevî cudahiyên xwe dikare daxilî dewletê bibe. Ev sedsal e daxwaza gelê Kurd jî ev e. Di pergala Osmaniyan de, bi sedan salan bi xwebûna xwe jiyan e. Lê belê rastiya Serokatiyê heye ku Kurdayetî zindî kir, rakir ser piyan û hêmaya Kurdîtiyê derbasî astekî nû kir. Serok, formûla pêkvejiyana Kurd û Tirkan, Kurd û Ereban, Kurd û Farisan, Kurd û Sûriyeyiyan çêkiriye. Di heman demê de Kurd di nav xwe de miletekî gelek dewlemend e. Kurdên Elewî hene, yên Êzidî hene, yên Sunî-Îslamî hene. Vê rêbaza têkoşînê, hemû Kurd li dora heman maseyê civand.”
 
‘DIVÊ PERGALA KURDAN BANDOR LI ŞAMÊ BIKE’
 
Omer Ocalan, daxuyand ku Rêber Apo di hevdîtinê de gelek caran der heqê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewce dike rayedarên Komara Tirkiyeyê terka hînbûnên xwe yên sed sal in didome bikin. Gelê Kurd dijminatiyê li tu gelan nake, dijminatiyê li dewletê nake. Kurd, dixwazin hebûn û nasnameya xwe bi awayekî azad bijîn û biparêzin. Nûnertiya hêzeke demokrasiyê ya potansiyel dikin. Kurdan, tu carî bişaftin li tu gelan ferz nekirin. Tenê hewldane xwe biparêzin. Ji bo Sûriyeyê jî ev yek derbasdar e. Serok, têkildarî Sûriyeyê got; hewceye pergala Kurd li wir ava dikin bandorê li Şamê bike. Dibêje ku hewceye hedef ew be ku ji hêla pergalê ve bandorê li tevahiya Sûriyeyê bike. Heke ev pergal li Sûriyeyê were avakirin, Sûriye dê bibe welatekî ku jiyan lê pêkan be. Tirkiye dikare fikar û hînbûnên xwe bi muxatabên wê re nîqaş bike. Wisa texmîn dikim ku di vê mijarê de bi Serok re bi berfirehî diaxivin. Min geşedanên dawî bi Serok re parve kir. Serok, got ku Sûriyeyê dişopîne.”
 
‘HEWCEYE MESELEYA SÛRIYEYÊ BI SÛRIYEYÊ RE BÊ ÇARESERKIRIN’
 
Omer Ocalan, da zanîn ku Kurd di mijara Sûriyeyê de hêj xwedî heman helwestê ne û wiha pê de çû: “Hewceye meseleya Sûriyeyê bi Sûriyeyê re bê çareserkirin. Sûriye jî welatekî serbixwe ye û divê Tirkiye jî li gorî vê hesas nêz bibe. Divê gelek mudaxilî karên navxweyî nebe. Heke têkiliyek were pêşxistin, li wir rayedar, siyasetmedar û pêşengên Kurdan hene. Ji Ahmet Al-Şara zêdetir, dikarin bi Mazlûm Ebdî re hevdîtinê bikin. Dikarin bi Îlham Ehmed re hevdîtinê bikin. Ev der, ew cih e ku ji bo her kesî bûye model û çavê hemû dinyayê li ser e. Divê Tirkiye jî di vê mijarê de sûdewer be. Heke hesasiyeteke wan hebe, bila bi rayedarên HSD’ê re pêwendiyan danin. Ev yek girîng e. Her kes dikare şer bike, bi sê gotinan dikare xerab bibe lê ava kirin, meseleya vîzyonê ye. Serok jî fikrên xwe yên têkildarî Sûriyeyê di demên berê de bi eşkerayî gotibû. Bêguman mijarên weke şêweyê rêvebirinê, zimanê wê, di van mijaran de Serok pozîtîf û çêker e.”
 
DIVÊ TIRKIYE LI HER ÇAR PARÇEYAN BI KURDAN RE AŞTÎ PÊK BÎNE
 
Omer Ocalan, anî ziman ku Rêber Apo ji bo domandina pêvajoya heyî ji her kesî bêhtir kedê dide û têdikoşe û wiha dom kir: “Mîna ronahiya çavê xwe diparêze. Sûriye jî di nav vê de ye. Hêvîdar im ku di demên pêş de alî bên gel hev û di mijara Sûriyeyê de xwedî nêrîneke erênî bin. Heke hûn bixwazin welat mezin bikin, hûn mecbûr in silha xwe bi Kurdên her çar parçeyan re bikin. Hewceye êdî Tirkiye li ser van meseleyên navxweyî û zimanê Kurdan nîqaşan neke. Ji bo bikare cidîtir û wêrektir li siberojê binêre, divê vê meseleya navxweyî çareser bike. Hûn nikarin li Bakur pêvajoya aştiyê, li Rojava jî pêvajoyeke cuda bimeşînin.”
 
DIVÊ CHP’Ê DI PÊVAJOYÊ DE CIH BIGIRE, NEYÊ LÎSTIKAN
 
Omer Ocalan, nirxandinên Rêber Apo ên têkildarî cihgirtina CHP’ê ya di nava pêvajoyê de jî wiha vegot: “Serok, cihgirtina CHP’ê ya di pêvajoyê de pêwîst dibîne. Hewceye nekeve xefikan û guh nede tehrîkan. Ev pêvajo ne pêvajoya AKP û MHP’ê ye; pêvajo tevahiya dewletê eleqedar dike. Qedr û qîmeteke mezin dide cihgirtina CHP’ê ya di pêvajoyê de. Wiha mezin dibe. Di nava CHP’ê de kesên demokrat jî hene. Kesên erênî difikirin jî hene. Yên tehrîk dikin jî ew kes in ên di dojehê de. Hin kes hewl didin pêşiya bidawîbûna şer bigirin. Di esasê xwe de tiştên pir ecêb diqewimin. Di nava salekê de hem gelê Kurd hem jî gelê Tirk ev mijar ji nêz ve şopandin. Divê gelê Tirkiyeyê vê jinêz ve bişopînin. Pirsa ‘PKK çima siyaseta demokratîk derdixe pêş û çekan ji dewrê derdixîne?’ Divê gelê me li dijî vê hişyar be. PKK û Serok, ev 32 sal in ji bo çekan bidin aliyekî û siyaseta demokratîk çalak bikin têdikoş in.”
 
‘DIVÊ ÇANDA DEMOKRATÎK BÊ AVAKIRIN’
 
Omer Ocalan, da zanîn ku yek ji tiştên herî zêde Rêber Apo daxwaz dikir jî avakirina komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin bû û got: “Dixwaze tevahiya civakê bibe parçeyeke vê pêvajoyê. Her çend kêmasiyên wê hebin jî, bandora xwe winda kiribe jî, saziya herî navdar a Tirkiyeyê Meclîs e. Wateyê li vir bar dike, bi qîmet dibîne. Dibêje ku zemîna rewatiyê ev der e. CHP’ê jî ev gelek xwest. Serok, dixwaze tiştên di 52 salan de qewimîn ji komîsyonê re vebêje. Bêguman ji bo siberojê jî dixwaze. Dixwaze êdî tiştên wiha neyên jiyîn. Dixwaze çanda demokrasiyê were avakirin.
 
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN CIDÎ BIAVÊJE’
 
Hûn ê niha li her kesî guhdarî bikin. Lê belê di mijara guhdarîkrina muxatabê esasî yê vê meseleyê, bi muxatabê herî rewa re hûn ê hesasiyetan nîşan bidin. Ev tişt nayên fêmkirin. Divê dewlet wêrektir be, cidîtir tevbigere û gavan biavêje. Hewceye bi Serok re hevdîtinê bikin û wêrek bin. Divê dewlet xwe ji tu tiştekî nede paş û gav biavêje. Pergaleke nû, pêvajoyeke nû, zimanekî nû… Divê ji her alî ve nûbûnekî deyne pêşiya xwe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jinûve darizandina Kahraman hate redkirin
Nûçeya Pişt re HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amed, Îzmîr û Stenbolê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’ hatin lidarxistin

Li Amed, Îzmîr û Stenbolê di çarçoveya kampanyaya 'Diyalogên bi jiyana azad re' bi pêşengiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû

Piştî hilweşîna rejîma Esad, tevgera Îsraîlê ya li Sûriyeyê zêde bû. SOHR’ê ragihand ku Îsraîl…

Ji aliyê Stêrk TV

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şehbayê hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kampa Serdem a Şehbayê hat pîrozkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

TJA’yê banga bi temamî vekişandina paketa nû ya darazê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

HRW: Ji bo aştiyeke mayînde adelet û reformên qanûnî girîng in

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Jinûve darizandina Kahraman hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Şamê ji fatûreyên ceyranê re zema mezin: Hêrsa gel mezin dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?