Li bajarê Ludwigshafenê zilamê bi navê Umut K. (39) şeva 2’yê Mijdarê jina 37 salî Dîlan K. li ber çavên du zarokên wê yên 6 û 10 salî, li malê bi kêran qetil kir. Tevî hemû hewldanên ekîbên tenduristiyê jî Dilan K. jiyana xwe ji dest da. Zarokên biçûk ên Dilan K. di bin çavdêriya daîreya ciwanan de hatin bicihkirin.
Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) Rheinland-Pfalz bi daxuyaniyek nivîskî komkujî şermezar kir û sersaxî ji malbat, xizm û gelê welatparêz ê Dîlan K. re xwest.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zayendperestî, nîjadperestî, olperestî û milîtarîzm îdeolojiyên bingehîn ên avaniyên dewleta mêr in û ev avanî her roj rê li ber tundiya li dijî jinan û qetilkirina jinan vedikin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku şerên hegemonyayê yên li dora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêş ketine herî zêde jin mexdûr bûne û jin di her aliyê jiyanê de bi tundî, mêtingerî û komkujiyan re rû bi rû mane.
Di daxuyaniyê hat destnîşankirin ku YJK-E bi armanca ku yek jin jî bê rêxistinkirî nemîne têdikoşe û wiha hat gotin: “Li dijî avaniyên zîhniyeta serdest a mêr û her cûre paşverûya mêran têdikoşin. Em diyar dikin ku tolhildana me li dijî her cûre paşverûya mêran wê bi mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî bidome. Em sersaxiyê ji malbat, xizm û raya giştî ya welatparêz re dixwazin.”

