Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Hevşaredarên DEM Partiyên wê îro li Amedê li hev bicivin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê jî wê tevlî civînê bibin.
KCDK-E’yê operasyonên binçavkirinê yên li hemberî civaka Kurd a li Fînlandiyayê şermezar kir û bang li dewleta Fînlandiyayê kir ku li gorî serweriya hiqûqê tevbigere.
Dayika girtî Ahmet Tunelî ku berdana wî 4 caran hate taloqkirin Azîze Tunelî got, “92 salî me, ji bo karibim kurê xwe careke din bibînim li hemberî mirinê li ber xwe didim. Bila dawî li vê êşkenceyê bînin. Ma qet wijdanê wan nîne?”
Psîkolog Heval Sarya Zengîn anî ziman ku yekane bajarê ku mirovên kêmî 15 salî xwe lê dikujin Amed e û bal kişand ser bêrêxistinî, jidestdana nirxên hevpar, çetebûyîn, narkotîk û rewşa ne diyar a aboriyê.
Xizanî bandorê li her qada civakê dike. Bi sermê re mirovên ku li mala xwe sobe heye, ne dikarin êzingan peyda bikin ne jî komirê bikirin. Şêniyên taxa Baglarê nerazîbûn nîşanî bihabûnê dan.

