Li Cadeya Meclîs-î Mebusan a girêdayî navçeya Beyoglu ya Stenbolê, di dema xebata li xeta M7 metroyê ya li nêzî Îskeleya Kabataş de îskeleya li qata -6 hilweşiya.
Di bûyera ku duh bi şev qewimî de, ji 5 karkeran 3 karker bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin û 2 karker jî ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve hatin derxistin. Karkerek jî jiyana xwe ji dest da.
Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîna îdarî daye destpêkirin.

