Di 19’ê Îlona 2019’an de li qada Tolhildanê ji ber êrîşên dewleta Tirk şervanên HPG’ê Roşer Tolhildan (Alî Kemal Aslan) û Çekdar Bêzar (Ozcan Bektaş) şehîd bûbûn. Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr, di der barê jiyana têkoşînê ya hevrêyê xwe Roşer Tolhildan de axivî.
Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer Tolhildan li bajarê Semsûrê di malbateke welatparêz û Elewî de hatiye dine û got, “Heval Roşer ji Semsûrê ye, ew jî baweriya Kurdên rêheq e, ji eşîra Bala ye, eşîreke ji Semsûrê ye. Eşîra bala du beş in, yek beş ji Meletiyê ye, beşek jî ji Semsûrê ne, û ew jî ji Semsûrê ye. Û derdorên wan welatparêz in. Herêmeke xwedî çandekî û baweriyeke rêheq e û di wî warî de cihê ku heval Roşer lê mezin dibe herêmeke xurt bû. Di ciwantî de xebatên xwe li wir dike. Heval Roşer di 2003’an e tevlî dibe, hevalekî kevn bû. Heval Roşer xwendî bû, dema dibêjin jîrekî Heval Roşer tê bîra mirov. Yanê mijar dema bibe jîrbûn û kûrbuyîna tiştan Heval Roşer tê bîra mirov. Xwedî jîrbûneke tuj bû. Mînak tiştekî ku mirov nedikarîn çareser bikin, Heval Roşer dikarî nirxandinekî bike û derxe holê. Ev raman tê wê wateyê heke ramanekî te nebe tu nikarî pratîkê bidî meşandin. Û Heval Roşer jî kesayetek wisa bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe dema tevlî dibe zû jî dikeve çavê hevalan. Min got ya yên ku tên wê heremê rêxistin hildibijêre. Belkî bêjin ev tesadufe ku heval hemû wekî hev in. Ji ber wê rêxistin hildijibêre û Heval Roşer jî yek ji wan e. Lê Heval Roşer çawa bû? Berê jî pratik kiribû, hevalekî kevn bû. Weke berpirsiyar hatibû jixwe. Di heman demê de di hêzên taybet de bû. Bi salan di hêzên taybet de xebat meşandibû.
Berî ku were qadê jî li Amanosan ma bû. Yanê Heval Roşer tiştên ku hatine serê wî ango serpêhatiyên wî pir in. Gelek heval jî jixwe wî nas dikin. Heval Roşer ji ber ku zû tevlî dibe, diçe hêzên taybet û di hêzên taybet de dimîne. Rêvebertiyê dike, heta ku hate eyaleta tolhildanê ango Amanosê dîsa bi wê erkê hat. Yanê dîsa hêzên taybet bû. Ji bo karên taybet hatibû. Û vê yekê piştre em hîm bûn, me ev yek destpêkê nizanî bû. Ji ber ku rêzikeke ev, divê heta yê kêleka te jî nizanibe. Û di Heval Roşer de ev tişt hebû. Bi hestiyarî tevnedigeriya. Analîtîk difikirî. Mirov bêje ku bi tevahî analitik bû û ji hestan qut bû, na. Ji ber ku mirovekî ku bêhest be, wisa bawer im wê nikaribe ji bo welatê xwe vî şerî bimeşîne û wan zor û zehmetiyan nade ber çavan, ji ber wê hestên wî xurt bûn bêguman.
Lê weke hinekan heval Roşer hestên xwe diyar nedikir. An jî bi hestiyarî tevnedigeriya. An jî nişkave biryar nedigirt. Mînak heval kom dibûn û digotin em di vî warî de divê wisa bikin, lê heval Roşer wê bisekiniya, bi sebir bû . Ev sebra wî ji jîrbûna wî dihat. Digot ka em vê qasê biryar nedin, li ser bifikirin û em ê piştre dîsa mêze bikin. Ji ber ku rastî jî wisa ye. Bixwe jî dema karê pratîkê tînim ber çavan, dinirxînin, piranî wisa dertê. Û dema serneketiye jî ew jî ji ber sedema ku me biryarên nişkav girtine ye. Bi carekî de em ketine nav û bêyî ku li ser bifikirî, hema germ e germ, an jî bi du-sê gotinan ketine nav. Lê Heval Roşer, wisa ne bû. Bi plan difikirî, bi sebir bû, diçe ser karê xwe jî. Yan taloq bikim, ka bila bisekine, na. Lê çi digot, digot hewce ye em zû biryarê nedin li ser tiştan. Ji ber ku rastiyên heremê tên zanîn. Çima? Dema hat min û Heval Roşer me li Amanosê hev dît. Me gotibû ne, du komên me, em li hundirê bakur, li Botanê hatibûn.
Di 2014 û 2015’an em ji xetên Botan û Xerzanê hatin. Piştî ku rê vebûn komên me ji xeta Amanosê dihatin. Heval Roşer jî wekî hevalên me yên dîtir, ew taybetmendiyên xwestek û azwerî, cihên ku gerîla tune em biçin, wan qadan dîsa vekin wî gelî bikin nava kar û xebatan, û ji dijmin ra bêjin binêre te digot min ev der vala kiriye, lê em g3rîla li her derê ne. Yanê Heval Roşer kesekî wisa bû. Û rêxistin jî Heval Roşer baş nas dike, ji ber ku hem hevalekî kevn bû hem jî gelek çalaki jî kiribûn û ev tişt piştre me bihîst. Ji ber ku em her tiştî ji hev ra nabêjin. Lê piştî şehadeta wî hevalên ku li vir mane qal kirin, çend çaran çûbû bakûr û hatibû yanê pratîkên xwe berê jî hebûn. Mînak; li amanosê 2007-2008’an, yanê bixwe qal kir; jixwe dema em di heremê da bûn jî, hinek milîsên ku têkiliyên me bi wan re hebûn jî qal kirin; ku hevalekî wisa hatiye li vir, navê wî filan bûye xelkê filan derê bû ye… lê me wê deme nas nedikir ku ji malbatên filan derê ne, lê me wî gundî û warê wan dizanî. Yanê ew tekiliyên ku saz kirine ew têkilî domiyan. Piştî ku ew ji wir derketine jî ew têkilî domiyan. Çima? Mirovan baş rêxistin dike. Yanê tenê ji bo xwarinê yan jî cebilxaneyê na. Wekî me got ne bi qarakterê xwe yê jîr, bi sebir e, bi plan e, û hesabê wê baş dike. Çi dibêje? Dibêje ciwaneke ez ê pê re biaxivim û heke min karî ez ê tevlî bikim, ha tevlî nekim bila karên dîtir bike. Û heke sibê ez li vir nebim hewce ye ew karê xwe bimeşîne. Yanê têkilî wisa ava dikir. Yanê gelek caran me têkilî çêkirine dema ku em li wir derdiketin, wan kesan jî têkiliya xwe bi rêxistinê ra qut dikir. Yan jî gelekî ji me çi dikir? Têkilî bi awayê takekesî ava dikir. Û dema kes dihatin û pirsa filan kesê dikir û dixwast bibîne û dema ew kes ne li wir ba ji rêxistinê qut dibû. Û va şêweyê têkiliyê zirarê dide.
Ev awayê têkiliyê dikare bi dijmin re jî kar bike. Lê Heval Roşer têkilî wisa ava kiribûn, dema em çûn me Heval Roşer bi milîsan nas kir. Ji ber ku 2007-2008’an hatiye amanosê, li amanosê israr dike ku dibêje ez dixwazim herim herêma xwe, li wir gerîla tune, çima gerîla nebe? Heman hestên ku wê demê me jiyan kiriye Heval Roşer jî jiyan kiriye. Em çima neçin wir, çima gerîla li wir ava nebe? Ev daxwazên xwe bi hevalan daye pejirandin û hevalan jî ev yek pejirandiye. Ji ber ku xwedî şiyan e û pratîkên wî di berê de hene û bawerî jî daye.”
DI HEMÛ QADÊN KU ÇÛ DE XEBATÊN SERKEFTÎ MEŞAND
Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer ji ber îxanetê kesekî li herêma Tolhildanê tenê maye û wiha pê de çû: “Rêxistin zû bi zû, herkesê hema wisa pêşniyarekî bike ka ez biçim filan derê naşîne. Cihekî ku tu dixwazî ji nû de destpê bikî yanê rêxistin zû bi zû qanih nabe. Ji ber ku zor e û rêxistin jî naxwaze şehadet bê armanc biqewimin. Ne gel radike vê yekê ne jî rêxistin. Lê Heval Roşer ji ber pratîkên xwe rêxistin qanih kiribû. Û hevalekî didin cem, diçin xetên Semsûrê diçe herêma xwe, li wir dest bi kar dike, têkiliyan çêdike, piştre vedigerin dîsa amanosê, yanê pêş-amadekariyekî dike. Lê mixabin ew ê kêleka xiyanetê dike. Di encama vê îxanetê de Heval Roşer tenê dimîne, yanê tena serê xwe di Eyaleta Tolhildan de dimîne. Mînak qadên me yên dîtir çawa ne? Di qadekî de, dema tiştek bû du saet, sê saet yan jî şevekî du şevan de xwe digihînin heremekî, lê vir ne wisa ye. Heval Roşer li wir tena serê xwe dimîne di eyaletekî de. Çi dike? Nabêje ka ez ê tena serê xwe çi bikim? Çima? Ji ber ku mirovekî bîrdoz e, mirovekî rêxistinkirî ye. Yanê keda ku rêxistinê daye Heval Roşer, Heval Roşer haj pê heye. Li gorî vê yekê nêzîk dibe. Yanê tu hincetekî ji xwe re çênake. Dikare bêje ka tenê ez ê çi bikim, ka ez vegerim.
Lê na karê xwe didomîne. Çima? Ji ber ku armancên xwe hene. Dibêje dema ez vegeriyam ez ê dîsa hevalan hildim û werim. Ji bona vê jî dibêje hewce ye ez li vir amadekariyên xwe bikim. Amadekariyên xwe dike. Min got ne dema em 14 kes jî çûn hinek milis jî me nas kir ku Heval Roşer bi wan re têkilî danî ye. Yanê xebata Hevalê Roşer li wir ku demeke kurt dixebite û zêde nîn e. Ji ber sedema vê îxanetê û vedigere diçe amanosê dîsa. Li amanosê kar û xebatên xwe dimeşîne û demekî jî dimîne û serkeftî ye. Piştre vedigere başûr, dîsa xebatên xwe yên saziyê dimeşîne di saziyê de. Diçe qadên din jî kar dike. Piştre ku em çûn, ew jî dibihîze ku heval çûne wan deran û pêşniyar û israr dike û dibêje ez dixwazim biçim. Heval tê. Heval bi grûba xwe re tên. Û Heval Sebrî jî gel wî ye, Sebrî Gozubuyuk. Ew jî ji eşîrên xilsorên malê bava dibêjin ji wan re. Ew heval jî rastî jî nirxekî me yê mezin bû, mirov çiqasî qal bike ne layîqî wî ye. Bi hev re hatin, 5 heval bûn li amanosê bûn. Ez jî wê demê li vir bûm. Gotin wê derbasî Eyaleta Tolhildan bin.
Lê rê zor û zehmet e. Hewce ye neh roj, deh roj an jî danzdeh rojan divê bimeşî. Û van danzdeh rojan de, di navberan gundên…yanê herêm herêm ne Kurd in. Yanê encax tu xwe bigihîjînî Tolhildan dikevî herêma Kurdistanê. Lê navbera Amanos û Tolhildanê Tirk in. Yanê tu bêjî ka zor û zehmetî bû, ez biçim derîkî bidim ka parî nan bidin min, ne wisa ye. Kî te bibîne an jî şopa te bibine dikevin pey te. Heval Roşer wan koma li wir bû, em bixwe jî amade bûn, wisa me nîqaş kir. Ji ber ku me jî hinek pratik li wir meşandibû. Hinek tişt me wisa veguhest. Ji ber ku wek rêveberî jî hatibû, fermandarî. Rastî jî planên ku di rê de kiribû hinek bi me re parve kir. Armancên xwe yên bi biryar hebû ku bigihîje armancê. Hîn bîr nekiribû, qal kir. Yanê 2008 li ku 2017 li ku digot filan kes hebû, hûn nas dikin? Me digot erê em nas dikin. Yanê piranî têkiliyên wî hebûn. Erê herêm ji ber ku ew e û em jî ji wir in, zarokên wir in, têkilî dema tu ava dikî, ew mirovana li me geriyan yanê. Yanê têkilî wisa çêkir.
Yanê têkiliya, usluba Hevalê Roşer, divê mirov li ser bisekine rastî jî. Yanê pênaseyekî dixwaze. Em dibêjin pakrewanên me ji bo me pîvan in. Çi ye pîvan? Her şehîdekî pîvanekî derdixe. Û ev yek ji bo me dibe ferman jî. Em dibêjin, Heval Mazlûm gotiye pêwîste hûn li berxwe bidin û wê esas bigirin. Ev yek ji me re bûye pîvan. Û Heval Roşer jî ji me re pîvanek ava kiriye. Yanî têkiliyeke tu ava bikî deh sal derbas be jî, dîsa bikevim pey hevalan û heval tunebin jî bikaribin karê xwe bimeşînin, yanê ev yek ne hêsan e.
Ji ber ku me xwe têkilî ava kirine, em sê mehan qut bibin em neçin wî gundî û wî mirovî bibînin, tu dinêrî di halê xwe da maye. Çima? Ji ber ku me tam ew rêxistin nekiriye. Li hember civakê çawa nêz dibû? Wekî ku li hember wî qadroyek heye. Ev pir girîng e. Yanê nedigot ev gundiyeke, hema bila torbekî ar ji min ra bîne an jî bila notekî biçe û bê. Yanê gelekan ji me wisa kiriye. Têkilî xwarine, cebilxane ye, tevlêkirine, lê ew Heval Roşer li hember têkiliyan wisa nêzîk nedibû. Ji ber ku me di pratîkê de li ber çavan dît. Bi kasî ku ez dizanim du têkiliyên Heval Roşer hebûn ku destpêkê de bi wan re axivîbû û piştre me nas kir. Heta kêliyên dawî jî yek xeta nekirin, heta di gelek tiştan de ew ji me re dibûn alîkar. Wekî leşkerekî difikirîn, xwe dabûn ber vî karî. Ji ber ku me pir caran digot; heke tu dixwazî bi me re kar bikî tu Apoyiyî, yanê tu ne legalî. Û ev kes vê yekê dipejirîne. Yanê dizane dijminê berê xwe bide wî jî. Malbata wî heye, hevjîna wî heye, zarokên xwe heye lê van dide ber çavan. Çima dide ber çavan? Ji ber ku qanih kiriye.
Heval Roşer qadên ku ne welatparêz, gundên ne welatparêz hewil dida rêxistin bike û xebatan bimeşîne û li wan gundan têkiliyan ava bike û kesan qanih bike. Wî digot gundên welatparêz jixwe welatparêz in, ya girîng ew e ku li qadên ne welatparêz xebat werin meşandin. Ji ber vê li dora gundên welatparêz mayîn û dem derbas kirin nedipejirand.”
LI HERÊMÊ HEVRÊYEKÎ KU DIHAT HEZKIRIN BÛ
Gerîlayê HPG’ê Bêzar Semsûr anî ziman ku Şehîd Roşer di gundên ne welatparêz de jî peywendî pêşxistibû û wiha anî ziman:“Heval Roşer ji bo çalakiyan jî projeyên xwe yên pir xurt hebûn. Yanê teorik ez bînim ziman na. Bele teorik jixwe hebû lê di warê pratik de jî projeyên têr û tije bûn. Heval Roşer rastî zû şehîd ket. Şehadeteke pir zû bû. Bi Hevalê Çekdar re şehîd ket. Bihara 2017’an hatibûn amanosê û bihara 2018’an jî ji amanosê derketin. Yanê di wê rêyê de çûyîn bi serê xwe serkeftinek bû. Dema gihîştin cihê xwe û di bêtêlê de tekmîl dan, em pir kêfxweşbûn. Ji ber ku hevalên pir kevn û xwedî şiyan bûn. Û Hevalê Sebrî jî wisa bû, demekî li herêma Mêrdînê pratik meşandibû. Her du heval jî fermandar bûn, kevn bûn. Û hevalekî ku tê hezkirin bû. Yanê gotin û pratika wî yek bû. Kesekî em bêjin wisa zede biaxive nebû. Dema ku biaxiviya jî li ser tiştekî esasî diaxivî. Me jî wê demê ew taybetmendiya wî ferq kir. Ez pir kêfxweşbûm ku min ew nas kir.
Me dizanîbû ku dema derbasî wir bibe wê kare xwe pir baş bike. Lê belê dema şehadet çêdibe bar giran dibe, ya Heval Roşer wan jî wisa bûbû, heval şehîd ketibûn. Û ew wisa tena serê xwe dimînin û wî halê xwe nabêjin em sê kes mane em ê di eyaletê de çi bikin. Lê karê xwe dikin, dibêjin em ê çalakiya xwe bikin. Qadeke ku difikiriyan, ku qadeke zêde em nediçûyan ku ne welatparêz in, çalakiya xwe bi serkeftî pêk anîbûn û dijmin hejandibûn. Û hevalên wisa dema şehîd dikevin dijmin pir kêfxweş dibe. Ji ber ku dijmin baş dizane ew kes ne yekî ji rêzê ye. Ji bona wî operasyon bê navber dimeşe. Di nav vê operasyonê de jî tu van karên xwe hemû pêk tînî. Yanê dijmin jî dizane ev kes ne ji rêzê ye. Dijmin bi salane dixwaze li wir projeyên asîmîlasyonê pêk bîne. Projeyên dewletê ji komarê vir ve çi ye? Wî milê Firatê ji Kurdistanê nahesibîne. Heta niha jî wisa ye. Lê tu diçî dihesibînî…Carna ez dibêjim ev fikir yê Medan e. Heval dibêjin çawa? Ji ber ku Keyakser heta Qeyseriyê çû. Sînorê Medan Qeyserî bû. Lê niha dijmin wisa li me kiriye me sînorê xwe aniye rojhilatê Firatê mixabin. Yanê ewqas şehîdên me salên 1980’an hene û Roşer jî yek ji wan şehîdane ku digot ew herêm ne Tirkiye ye ew herêm Kurdistan e! Ji Hûriyan, Mîtaniyan, Medan Kurd wir hene, îro jî hene, rast e. Hinek beş dagir kirine, gund vala kirine.
Hevalê Roşer ligel Heval Çekdar 2019’an li qada Şehîd Fîdan, jorê gundê Akçaliyê li wir şehîd dikevin. Heta dawî şer dikin, bandorek ava kirin û xemgîniyek jî di me de çêkirin. Heval Çekdar jî û Heval Roşer jî windahiyên giranbûn ji bo herêmê. Ji ber ku ji nû de wan hevalan perwerde bikî ne hêsane. Ji ber ku hema wisa bi yek perwerdehiyeke akademîk ev kar nabe, ne wisa ye. Rastî jî di nav Tevgera Apoyî de kesayet wisa rihet çênabe. Heval Roşer jî mirov dikare wisa bîne ziman. Azweriyên wî gelek tişt kirin pîvan. Em ê xwedî li van pîvanan derkevin û xurt bikin. Ji bo me dibin rêber, pêşeng.
Rastî jî li ser wan axaftin zor e, kêm dimîne, û em rexneya xwe jî didin. Ji ber ku hewce ye em hîn zêdetir qal bikin. Rastî jî kêm heval wisa derdikevin, taybet jî li herêmên wisa. Û hewce ye gelê me xwedî li hevalên wisa derbikevin, ew hevalên li wir şehîd ketine. Eşîra wî em bêjin…eşîra bala ku welatparêz e, ciwanên herêmê, Mereşê, Meletiyê, Dîlokê û Semsûrê divê bibin layiqê Heval Roşer wan. Divê em daxwazên wan bi ser bixin. Em jî wekî rêhevalên Heval Roşer, soza me daye Rêber Apo, partiyê û şehîdan em ê bi ser bixin. Û em di vê îdîayê de ne ku di vê rêyê de bi azwerî bimeşin. Û em ê bibin kesayetê ku herkesî bi xwe re dixe tevgerê. Ji ber ku wan di vê rêyê de ji me re fikrek ava kirin û ev fikir keda şehîdan a mezin e. Dikarim van bibêjim; em li ser soza wan û rêya wan bimeşin. Û daxwaziyên wan ava bikin.”

