Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    33’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP’ê 5 şaredaran îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî ragirtina ji 22 salan Cevher Ay hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cihê gora gerîlayê HPG’ê Gezîcî piştî 21 salan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Pervîn Buldan: Di pêvajoya pêşiya me de wê gavên bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sakarya, Konya û Hatayê 3 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me!
Kurdistan

KCK: Azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me!

KCK’ê têkildarî hevdîtinên şandeya Îmraliyê daxuyanî da û got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:

“Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê, bi Rêber Apo re hevdîtin kir û piştre di çarçoveya vê hevdîtinê de bi partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk re dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê bi daxuyaniyên dayî encama xebata xwe bi raya giştî re parve kir. Hevdîtina Îmraliyê û daxuyaniya şandeya DEM Partiyê, di raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de cihekî fireh girtiye û di serê rojevê de cih girtiye. Şandeya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di çarçoveya nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo de, çi li meclîsê çi jî ji dervey meclîsê hevdîtinên wan erênî derbas bûne û têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer îradeyeke xurt derketiye holê. Destnîşan kirine ku ew ê li ser bingehê encamên erênî yên derketine holê, wê car din biçin Îmraliyê û hevdîtineke din jî bi Rêber Apo re bikin. Ji daxuyaniya şandeya DEM Partiyê tê fêmkirin ku ji bo çareseriya pirsgirêkê îradeyek girîng derketiye holê. Em gihiştina pêvajoyê ya vê qonaxê, erênî dibînin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û bi dawîbûna pêvajoya şer, em piştevaniya partiyên siyasî û rêxistinên girseya demokratîk girîng dibînin, em dixwazin bînin ziman ku em vê yekê ji bo çareseriya pirsgirêkê esas dibînin û em piştgiriyê didin vê îradeyê.

Em bi dawîbûna tecrîda mutlaq weke geşedana herî girîng a vê pêvajoyê û weke qonaxeke girîng a têkoşîna xwe ya Pêngava Azadiya Gerdûnî dibînin. Êdî di tecrîda mutlaq de valahî çêbûye, dewlet Rêber Apo muxatab digire. Nêrîn û pêşniyarên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, bi dawî bûna pêvajoya şer û demokratîkbûna Tirkiyeyê di qada siyasetê de hatiye nîqaşkirin û piştgirî dîtiye. Ev geşedaneke dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.

Demokratîkbûna Tirkiyeyê girêdayî çareseriya pirsgirêka Kurd e, bi vê yekê pêkan e. Çareseriya pirsgirêka Kurd tenê wê pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê veneke, wê ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî girîng be. Di vê pêvajoya dîrokî de Rojhilata Navîn jinûve tê dîzaynkirin, di vê pêvajoyê de avakirina geşedaneke wiha wê li ser navê azadî, wekhevî, xwişk-biratî, demokrasî, şoreş û sosyalîzmê bibe gaveke dîrokî. Bi vê berpirsyariya dîrokî, ji bo serkeftina pêvajoya Rêber Apo hewl dide pêş bixe, divê piştgiriyê bidin. Destpêkê divê hemû hêzên şoreşger, demokrat û azadîxwaz piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji bo serkeftina wê bi awayekî çalak bixebitin. Mirov dikare metirsî û gumanên ku ji ber nêzîkatiyên dewlet û hikûmetê peyda bûne, bi xwedîlêderketina pêvajoyê û xebateke çalak pûç bike. Divê hêzên demokratîk ên şoreşger ji bo serkeftina vê pêvajoyê xwe wek berpirsyarê sereke bibînin û li ser vê bingehê bibin pêşengên pêvajoya nû.

Her wiha gelek giring e ku di serî de CHP, divê mixalefeta Tirkiyeyê jî xwedî li pêvajoyê derkeve û piştgiriya wê bike. Em ji daxuyaniyên şandeya DEM Partiyê fam dikin ku mixalefet nêzîkatiyeke erênî nîşanî pêvajoyê dide. Jixwe Rêber Apo jî ji bo çareseriya pirsgirêkê bal kişandibû ser rola mixalefetê û girîngiya navendî ya parlamentoyê.

Ev geşedanên dîrokî encama Pêngava Azadiyê ya Cîhanî ye. Bi kêfxweşî û coşa vê encama dîrokî, divê em Pêngava Azadiyê ya Cîhanî pêş bixin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk û ji bo dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir bixebitin. Em careke din bang li gelê xwe, dostên xwe û hemû hêzên demokratîk ên şoreşger dikin. Ji bo serkeftina pêvajoya ku Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pêş xistî, em bang li hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê û tevgerên çepgir û sosyalîst jî dikin ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin ser piyan û pêşengiya pêvajoyê bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îdirê gel li dijî dagirkeriyê meşiya
Nûçeya Pişt re Dewleta Tirk Kobanê, Tişrîn, Til Temir û Qamişlo bombebaran kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeya Ewropayê bi kesên bi darê zorê hatine koçberkirin re civiya

Şandeya Ewropî ku ji parlamenter û hiqûqnasan pêk tê, bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Çaglar Demîrel anî ziman ku qanûna çarçoveyê gava destpêkê ya hiqûqî ye û got, "Meclîs…

Ji aliyê Stêrk TV

Azadî û Nan

Li ser mijara azadî û nan, nirxandin û fikirîn, mijareke cuda ye ku min jî…

Ji aliyê Seevan SAEED

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Pisporên NY’yê banga bidawîkirina komkujiyên kolberan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li sînorê Îranê kolberekî Kurd hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Darên ku li Amêdiyê tên birîn, ji bo Tirkiyeyê tên veguhastin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Çelê li Şengalê bi merasîmekî hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?