Endama Akademiya Jineolojî Bihar Ewrîn diyar kir ku 25’ê Mijdarê ne dîrokek sembolîk e û ev tişt got, “Eger em bixwazin li Rojhilata Navîn şoreşekê pêk bînin, divê destpêkê em şoreşeke zihnî pêk bînin. Divê em sînorên hatîn xêzkirin, derbas bikin. Divê li ser esasê perspektîfên Rêbertî têkoşîn were hûnandin.”
Endama Akademiya Jineolojî Bihar Ewrîn bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, têkildarî qonaxa têkoşîna jin gihiştiyê, destkeftî, zehmetî û rêyên wê yên çareseriyê ji ANF’ê re axivî.
Nirxandina Bihar Ewrîn bi vî rengî ye:
“Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de meseleya jin bi berfirehî nirxandiye. Hinek nirxandinên nû jî ser zêde kiriye. Di beşekê de li ser navê xwezaya civakî û pirsgirêkan, şîroveyên nû kiriye. Nirxandinên Rêbertî yên li ser jinê, di parêznameyên berê de jî hebûn. Bi taybetî di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de, di beşa hevjiyana azad de jî li ser ferq û cudahiya di navbera jin û mêr de diaxive. Dibêje, pirsgirêk çavkaniya xwe ji şêwazê fikirandinê digire. Dibêje jinbûyîn û mêrbûyîn encama diyalektîka xwezayê ye, yanî dabeşbûneke bi vî awayî çêbû. Lê dema ev cudabûn bibe dijbertî, wê demê pirsgirêkên civakî ji vir destpê dikin. Lewma dibêje ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, divê em bi şêwazê diyalektîkî û nerm bifikirin. Ji ber xwezaya duyemîn ku em weke civak pênase dikin, di esas de şêwazê fikrekî nerm e. Eger ev ferq û cudahiya jin û mêr a biyolojîk weke dijbertiyekî were hemberî hevdû, wê demê dibe pirsgirêk. Niha dema em li şêwazê fikirandina mirov dinêrin, şêwazê fikirandina mîtolojîk, olî, zanistî, felsefî dinêrin em dibînin ku jin û mêr weke dijberên hev hatine şîrovekirin. Jin tenê weke hebûneke biyolojîk hatiye nirxandin, weke nasnameyeke civakî û dîrokî nehatiye nirxandin. Ev bûye sedem ku mêr her tim weke kirdeyekî be, her tim li ser jinê tehekûma xwe çêbike. Lê belê ev hişmendî tenê li ser jinê pêk nehatiye, di heman demê de hişmendiya desthilatdariyê li ser xwezayê û civaka bindest jî tehekûma xwe çêdike. Lewma mirov dikare bêje, di esas de hişmendiya desthilatdariyê bi vê şêwaza ku jin û mêr tîne dijberê hevdû, destpê kir. Eger em bi şêwazên diyalektîkî vê pirsgirêkê nenirxînin, ev pirsgirêk wê kûrtir bibe. Li gorî min ev mijareke gelekî girîng e. Di hişmendiya desthilatdariyê de, bawerî û civakên cuda weke gefekê tên dîtin. Ferq û cudahî dewlemendiya jiyanê ye. Eger em di vê çarçoveyê de li meseleya jin û mêr temaşe nekin, wê demê pirsgirêk hîn kûrtir dibe.
Mijara tecawizê, ne demkî ye, ango ne mijarekî tenê roja îroyîn e. Dema li dîrokê jî dinêrin, her tim destdirêjî û tecawiz heye. Di çîroka Enkî û Înana de em dibînin ku nirxên Înana tên dizîn, Enkî “ME’yên’ Înana didize. Lewma em tecawizê tenê weke mijareke zayendî nagirin dest. Dagirkirina welatekî, xwezayê û destdirêjiya li hemberî jinê, evane hemû di çarçoveya tecawizê de ne. Rêber Apo di nirxandinên xwe de behsa tecawiza çandî û siyasî dike. Çanda tecawizê niha jî bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Yek ji sedemên ku çanda tecawizê zêdetir dike, milîtarîzm e. Di pêvajoyên şer û pevçûnan de em dikarin bibînin ku tecawiz her tim li ser jinê çêdibe. Ev yek weke amûreke desthilatdariyê li hemberî civakan tê pêkanîn. Di heman demê de em dikarin bibînin ku tecawiz ji dîrokê heya niha bi gelek şêwazên cuda hatiye meşandin. Bi taybet di van salên dawî çanda tecawiz û destdirêjiyê li hemberî jinê gelek zêde bûye. Her wiha li dijî vê yekê têkoşîna jinê jî mezin bûye.
Li Kurdistanê jî bi zêdebûna tundiya dewletê re, tecawiz pir zêde bûye. Çanda tecawizê encama zihniyet û hişmendiya baviksalariyê ye. Rêbertî di nirxandinên xwe de dibêje, weke tevgera jin eger hûn di nava civakê de çanda tecawizê têk nebin, em nikarin qala azadiyê bikin. Ev tecawiz ne tenê di aliyê zayendî de, dest avêtina nirxên jinan, destkeftiyên jinan, yanî bi şêwazên cuda cuda tê meşandin. Civakeke rêxistinkirî, zane û perwerdekirî ji bo pêşî girtina li tecawizê, dikare bibe hêmaneke sereke. Divê bêdengî li hemberî tecawizê nebe. Civakek exlaqî û polîtîk divê li hemberî hemû êrîşên li ser jinê xwedî refleks be. Her wiha di van salên dawî de tundiya li ser zarokan jî zêde bûye. Her çendî ku di van salên dawî de bi pêşengiya tevgera jin gelek agahdarî û zanebûn çêbûne jî, weke ku Rêbertî jî rexne kirî ev yek têrker nîne. Têkoşîneke piralî pêwîst e. Divê kesên dikevin hewla destdirêjiyê, bên cezakirin. Gelek caran tecawiz weke bûyereke şexsî tê destgirtin, yanî girêdayî meyla zayendî tê kirin. Lê belê ev yek rasterast peywendiya xwe bi desthilatdariyê re heye. Yanî qetilkirina jinan jî ne pirsgirêkên malbatê ne, pirsgirêkên sîstemê ne. Li hemberî vê jî têkoşîna jinan pêwîst e. Divê cesareta jinan hebe ku bikarin van tiştan bînin ziman. Divê êdî bikare têkoşîneke xurt bimeşîne. Rêber Apo di destpêkê de çiqasê girîngî da azadiya Kurdistanê, ewqasê girîngî da azadiya jin jî û têkoşîna xwe li ser vê esasê meşand. Ji ber vê yekê jî Rêbertî heya pêşniyarkirina Jineolojî û piştî wê jî ji bo azadiya jinan û avabûna çandeke azadiyê gelek tez pêşkêş kirin û gelek têkoşiya. Bo nimûne îdeolojiya rizagariya jinan weke pîvaneke çarçoveya têkoşîna hatî meşandin û ya heya roja îroyîn e. Ji ber wê yekê jî li gorî nêrîna min azadî mijareke wisa ye ku divê were avakirin. Yanî ne qonax û merheleyek e ku em xwe bigihînin wê. Têkoşîna azadiya jinan jî di van çend salan de gelek destkeftî bi dest xist û bû çavkaniya îlhamê. Ji ber ku hem ji aliyê teorîk ve hem jî ji aliyê pratîkî ve gelek berhemên wê hebûn. A niha hemû cîhan dixwaze ji tecrûbeyên jinên Kurd sûd werbigirin. Lê belê di heman demê de beriya ku em qala mijar û xalên bihêz ên ku dibin çavkaniya hêz û îlhamê bikin, hin xal hene ku divê em li ser bisekinin û em li gorî pêwistiyên demê stratejiyên xwe diyar bikin. Bo nimûne, dema ku Rêbertî dibêje ji sedî 10, bêguman ev ji bo me rexneyeke giran e. Lê belê şert û mercên jiyana me, bi taybetî li erdnîgariyeke weke Rojhilata Navîn ku lê Şerê Cîhanî yê Sêyemîn bi hemû dijwariya xwe tê meşandin jinbûn gelekî zehmet e. Lê belê tevî vê yekê jî Tevgera Azadiya Jinan karî di nav vê dorhêla xwînî, şer û pevçûnan de derketinekê çêbike. Di van salên dawîn gelek projeyên nû pêş xistin. Bo nimûne, mijara konfederalîzma jinan. Ji bo ku jin werin ba hev û tevî ferq û cudahiyan jî bikaribin bernameyeke hevbeş ava bikin.
Rast e, Rêbertî jin weke neteweyekê bi nav kiriye. Lê belê tevî van yekan jî gelek pirsgirêkên wan yên ku werin ba hev jî hene. Ji bo yekîtiya jinan gelekî hewldan jî hatin dayîn. Her wiha ji bo çareserkirina tundiya li ser jinan û pirsgirêkên civakî yên heyî têkoşîn jî tê meşandin. Lê belê pêwîst e ev bigihîje asta herî jor. Rêbertî di sala 2008’an de li gel pêşniyara Jineolojiyê weke zanista şoreşa jinan, di têkoşîna azadiya jinên Kurd de qonaxeke da destpêkirin. Pêwîstiya tecrûbeya jinan bibe weke çavkaniya zanistî ku ev yek jî mijareke girîng e. Yanî bi rastî jî jinên Kurd ketine rêya azadiyê. Lê belê hîna jî rêyeke dûr û dirêj heye. Bo nimûne di van çend mehên dawîn de li gel destpêkirina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ jin dîsa rola xwe hîn zêdetir dilîzin. Em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê û Rojava pêvajoyek destpê kiriye û Rêbertî dîsa jî erk û berpirsiyariyeke dîrokî daniye ser milên jinan. Ji bo vê yekê jî çawa ku Rêbertî dibêje ku sedsala 21’emîn sedsala jinan e, em niha vê yekê dibînin. Em dibînin ku li hemû qadan bi pêşengtiya jinan hewldanek heye. Berovajî şoreşên sosyalîzmê yên berê ku digotin bila mijara azadiya jinan piştî mijara neteweyî were çareserkirin, Tevgera Azadiya Kurd dibêje ku divê em meseleya jinan di nav şoreşê de çareser bikin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin wê pêşketina dîrokî biguherînin. Em dibêjin ku divê destpêkê jin azad bibin piştre em civakeke demokratîk ava bikin. Ji bo wê yekê hîna jî qonaxeke girîng û hesas li pêşiya me ye. Dîsa Rêbertî li ser manîfestoya dawîn li ser pîvanên sosyalîstbûyînê nîqaşan dike. Ji bo mêran dibêje ku mêrekî ku nizanibe wê çawa bi jinan re pêwendiyekê deyne, ew nikare bibêje ku ez sosyalîst im. Her wiha Rêbertî di nirxandinên xwe yên berê de jî gelekî behsa pîvanên sosyalîzmê dike. Dibêje ku israra li ser sosyalîzmê israra li ser mirovahiyê ye. Di heman demê de di berhema xwe ya bi navê ‘Kuştina Mêr’ de jî dibêje ku kuştina mêrtiyê, pêngaveke ber bi sosyalîzmê ve ye. Bi van yekan hemûyan hinekî pîvanên sosyalîzmê jî daniye pêşiya me. Ji ber vê yekê jî di destpêka nirxandinên xwe yên li ser jina komunal de dibêje ku divê jin ji jintî, mêr jî ji mêrtiyê, derbas bibin. Dibêje ku divê jina bindest, kole û mêrê serdest were derbaskirin. Ji ber vê yekê jî ev mijareke gelekî girîng e.
Êdî Rêbertî teoriyeke nû derxistiye holê û dibêje ku di dîrokê de mesele û pevçûna esas, pevçûna di navbera dewlet û civaka komunal de ye. Çawa ku min di dirêjahiya nîqaşa xwe de jî anî ziman, jina komunal di heman demê de jineke sosyalîst e. Jineke têkoşer e û li ber xwe dide. Ji bo vê yekê jî divê ji bo avakirina jina komunal hin xebat werin birêvebirin. Bo nimûne Rêbertî mînaka jina komunal daye û pêşniyar kiriye. Bi nêrîna min jina komunal ew e ku jina bi şêwaza sosyalîzmê dijî. Ya ku di mejî û ruhê xwe de kodên koletiyê şikandiye û ew derbas kirine. Di heman demê de çawa ku me qala nîqaşa ku jina azad kî ye kir, jina azad, jina komunal û jina sosyalîst li ser heman pîvanan e. Yanî a niha bi taybet li Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinan pêk hat, gelek ew qalibên zayendparêz ên heyî hatin şikandin. Gelek jin êdî derketin qadan ew kevneperestiyên ku li ser wan hatibûn ferzkirin, hatin şikandin. Ji bo wê jî kêm zêde hinekî zanebûn çêbûye û hêdî hêdî ew çanda konunal yan jî kesayeta komunal tê avakirin. Helbet ji bo wê yekê jî zehmetî hene. Em dikarin bibêjin ku bandora hişmendiya dewletê, bandora zayendperestiya civakî û gelek tiştên din hê jî nehatine derbaskirin. Ger em bixwazin li Rojhilata Navîn şoreşekê pêk bînin, li gorî nêrîna min divê em di destpêkê de şoreşa hişmendiyê pêk bînin. Yanî divê di destpêkê de em hişmendiya xwe biguherînin. Divê em weke jin jî ew tiştên li ser me hatine ferzkirin û wan qaliban derbas bikin. Divê em ew sînorên sor ên ku li ser me hatine xêzkirin, derbas bikin. Her wiha kêm û zêde ev hatine derbaskirin. Yanî hinekî têkoşîn hatiye meşandin. Lê belê di heman demê de li gorî nêrîna min divê di pêvajoya nû de çanda komunalîte bihêztir bibe. Em tenê di çarçoveya pratîkî de qala wê nakin. Di heman demê de em di çarçoveya hişmendiyê de ku wê hişmendiya komunal çawa were avakirin, qala wê dikin. Dîsa jî Rêbertî rola jinan derxistiye pêş. Lê belê kesayeta komunal ew e ku ji hişmendiya bi hezaran salan e jinan weke kole, zayenda kesê duyemîn, tişteyekê pênase dike, were derbaskirin. Bêguman ji bo vê yekê jî pêwîstî bi têkoşîn, perwerde û zanebûneke jineolojîk heye ku ev yek jî tên meşandin. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku di demên pêş de ev ê zêdetir bihêz û domdar bin. Her çend 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî rojeke sembolîk jî be em nikarin bibêjin ku bes rojek e. Li seranserê cîhanê salane bi hezaran jin tên qetilkirin. Rastî destdirêjiyê tên. Ji aliyê bav, bira û mêr ve tên kuştin. Ji bo ku em ji bîr nekin, em hem mîrateya ku jinan ji bo vê têkoşînê hiştine ji bîr nekin û hem jî têkoşîna xwe xurttir bikin. Bi rastî jî mixabin ku di van salên dawîn de li gel geşbûna Şerê Cîhanî yê Sêyemîn, li hemberî hişmendiya dewletê, çanda olparêzî û zayendperestiya civakî têkoşîna jinan a xurt heye jî em dîsa dibînin ku tundiya li ser jinan gelekî zêde bûye. Ger em bixwazin bi şêwazeke diyalektîkî jî beyan bikin, tu çi qasî îradeya jinan bişkînî, tu di heman demê de dikarî li ser wê serdest bibî. Mixabin ku pirsgirêkeke bi vî rengî heye. Yanî tundiya ku tê meşandin di esasê xwe de ji bo şikandina îradeya jinan e. Ji bervê yekê niha di vê sedsalê de êdî jin gelek mijaran û serdestiyan qebûl nakin. Dixwazin ji bo jiyan û pêşeroja xwe biryara xwe, bi xwe bidin. Pergal dixwaze bi rê û rêbazên tundiyê pêşiya vê yekê bigire. Ji ber wê yekê jî divê em ew pirsgirêkên malbatî, kuştinên di nava malbatê de çêdibin, yên li cihê kar û li her derê çêdibin bes weke bûyerên di nava civakê de çêdibin, nenirxînin. Ev hemû mijarên sîstemîk in û bi awayekî sîstematîk tên meşandin. Belkî gelek caran nayên dîtin jî lê belê em dikarin di ruhê dewletê de vî tiştî bibînin. Em dikarin bibêjin ku ji aliyê qanûnî ve jî ji aliyê hemû dezgehên dewletê ve bi awayekî sîstematîk li ser jinan tundî tê meşandin. Ji bo vê yekê jî ji niha ve li gelek deveran gelek çalakiyan destpê kirine. Ev mijareke girîng e. Çawa ku min beriya niha jî anî ziman li hemberî tundiyê pêwîstî bi têkoşîneke piralî heye. Ger em bikaribin zîhniyeta serdest bişkînin û têkoşîneke xurt bidin meşandin di heman demê de em ê bikaribin tundiya li ser jinan jî kêm bikin. Dikare mekanên ku jin lê tên parastin werin avakirin, gundên jinan û bajarên jinan hebin ku jin bêyî tirsekê xwe ji tundiyê biparêzin. Ev yek jî girêdayî rêxistin û saziyên jinan e. Yanî ji bo parastina jinan dikarin çi qasî bername û projeyên bihêz ava bikin. Lê belê çawa ku min beriya niha anî ziman ku ji bo kêmkirina tundiya di nava civakê de divê di destpêkê de çanda di nava civakê de were guhertin. Divê ew çanda ku li ser esasê olparêzî û kevneperestiyê hatiye avakirin, were têkbirin û hilweşandin. Ez di wê baweriyê de me ku ger em li gel îdeolojiya azadiya jinan û rizgariya jinan, pîvanên azadiya jinan bihûnin, wê tundiya li ser jinan kêmtir bibe û em ê di dawiyê de jî bikaribin qala civakeke azad bikin.’’

