Endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûhammed Ayten di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.
Gava Ayten ji bo îfadeyê birin Edliyeya Rihayê, destên wî ji paş de hatin kelemçekirin. Parêzeran bertek nîşanî vê yekê da.
Îfadeya Ayten bi rêya SEGBÎS’ê hat girtin û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Ayten da. Ayten birin Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê.
Endamê PM’ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten hate girtin
Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike