Komîserê Parastinê yê Yekîtiya Ewropayê Andrius Kubilius destnîşan kir ku Ewropa ji bo êrîşeke pêkan a Balafirên Hewayî yên Bêmirov (BHB) ên Rûsyayê bi têra xwe ne amade ye û got ku divê kapasîteya parastinê ya ku Ukraynayê pêş xistiye, demildest di stratejiyên parastinê yên Yekîtiyê de bê entegrekirin.
Kubilius li Vilniusê daxuyaniyek da û hişyarî da: “Em amade nîn in ku dronên Rûsyayê tespît bikin û wan bêbandor bikin.”
Komîser Kubilius li Vilniusê bal kişand ser wê yekê ku şerê li Ukraynayê xwezaya şerên modern bi tevahî guhertiye û got, “Şerên siberojê bi dron û mûşekan tên qazanç kirin, ne bi tank û topan.” Ji ber vê yekê, wî anî ziman ku divê Ewropa, bi taybetî ji bo sînorên rojhilat û welatên Baltik, ji ezmûna leşkerî û berhevkirina teknîkî ya Ukraynayê dersan bigire.
Kubilius amaje bi girîngiya avakirina ne tenê hilberîna dronan, lê di heman demê de “ekosîstemeke parastinê ya tevahî” bi hevkariya Ukraynayê kir û got, heke ev neyê kirin, wê bibe “şaşiyeke dîrokî ku dê hem Ewropa hem jî Ukraynayê qels bike.”
Welatên NATO’yê li hember dibetiya êrîşeke pêkan ji aliyê Rûsyayê ve, xurtkirina parastina xwe didomînin. Ligel vê, li Ewropayê ji ber zêdebûna binpêkirinên dronên Rûsî û yên nenas, plana avakirina “dîwarekî li dijî dronan” ketiye rojevê. Lê belê, çarçoveyeke berbiçav a li ser berfirehiya vê avahiyê û çawaniya sepandina wê hê nehatiye destnîşankirin.

