Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê li gel biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn jî daxwaza berdanê ya girtiyê ji doza Berxwedana Geziyê Tayfûn Kahraman red kir.
Hevjîna Kahraman Merîç Kahraman li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal agahî da û got, “Îtiraza me ya li hemberî biryara Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîn a Stenbolê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 14’emîn a Stenbolê ve hate redkirin.”
Dadgeha Destûra Bingehîn 31’ê Tîrmeha 2025’an biryar dabû ku mafê darizandina adîl a girtiyê ji doza Gezî Tayfûn Kahraman hatiye binpêkirin, divê Kahraman bê berdan û jinûve bê darizandin.

