Çarşem, 19 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel, gotinên serokatiya MHP’ê û helwesta AKP’ê ji hev cuda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna 17’emîn a komîsyona li Meclîsê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê komîsyon bi wêrekî biryarê bide, qanûna derbasbûnê zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li rojnamevan Hamdullah Bayram 7 sal û 6 meh ceza hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîdên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li bajarên cuda ên Rojhilatê Kurdistanê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: ‘Em ê bi hev re tundiyê rawestînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em bi xurtî tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kaplan: Ji bo jineke din ji nava me kêm nebe em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye
Rojane

Hêlîn Umît: Yekane krîtera rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye

Endama Têkoşîna Azadiyê Hêlîn umît diyar kir ku yekane krîtera rê û rêbaza rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya li Rêber Apo ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 21 dq.
Parvekirin

Endama Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît ji televîzyona Medya Haber TV re axivî û bûyerên di rojevê de nirxand.

Di destpêka axaftina xwe de Hêlîn umît bi navê hemû hevrêyên xwe hezkirin û silavên xwe pêşkêşî Rêber Apo kir û got, “Li Tirkiyeyê mijara esasî ya rojevê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Her kes hewl dide qonaxa heyî ya pêvajoya aştî û civaka demokratîk fêhm bike.

Afirînerê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Yanî eger ji 27’ê Sibatê û vir ve hêviyek afirî be, eger qala pêvajoyekê tê kirin ev ye bi saha pêngav, hewldan, ked û fedakariya Rêber Apo ye. Lê belê her kes dibêje ku rêveberiya Tirkiyeyê di vê mijarê de gaveke cidî neavêtiye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku ji bilî Rêber Apo kesî nikarîbû ev pêvajo bida destpêkirin û ev tespît kir: “Mîmarê rasteqîn ê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ne ti hêzê dikarîbû dawî li hebûna rêxistinî ya PKK’ê bianiya, ne dikarîbû çek bida danîn, ne bikira ku dawî li stratejiya têkoşîna çekdarî bîne, ne jî hêzeke wê ji cihekî vekişanda cihekî din.”

Umît bal kişand ser pêvajoya têkoşînê ya 47 salên dawî û got, “Bi taybetî di nava 10 salên dawî de şerekî gelekî giran qewimî. Ya ku nehat kirin nema. PKK’ê ji çepereke bi tenê jî paşve gav neavêt. Kesî nikarîbû ev bikira, nikarîbû bida kirin. Ez çima bi taybetî vê mijarê destnîşan dikim? Ji ber ku li Tirkikyeyê demagojiyek heye. Bi taybetî li nava baskê desthilatdariyê bêsamîmiyeta nêzîkatiya li pêvajoyê rê li ber vê yekê vedike. Weke ku firsendek bi vî rengî bi dest xistine, weke ku Tevgera Azadiyê ya Kurd qedandine, weke ku hêzeke berxwedêr nîne hewl didin bikin û biqedînin. Hem xwe hem jî bi esasî raya giştî ya Tirkiyeyê dixapînin, şaşitiyê dikin. Ez bang li her kesî dikim ku cidî bin, bang li her kesî dikim ku samîmî bin. Bang li her kesî dikim ku hurmetê nîşanî heqîqetê bidin.”

KOMÎSYONA HEYÎ VEGUHERIYE KOMÎSYONEKE MIJÛLKIRINÊ

Hêlîn Umît işaret bi komîsyona li meclîsê kir û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li dora komîsyona meclîsê hin nîqaş têne kirin. Hûn jî zanin komîsyona meclîsê hinekî bi daxwaza me, bi ferzkirina me ava bû. Belê, daxwazeke CHP’ê jî ya bi vî rengî hebû. Me beriya niha gelek caran anîn ziman bê em çima avabûna komîsyona meclîsê dixwazin. Ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk, pirsgirêka nasname û hebûnê ya li Kurdistanê, pirsgirêka azadiyê, pirsgirêka yekbûna gelê Kurd a bi Komara Tirkiyeyê re ne tenê pirsgirêka siyaseta AKP’ê ye, lê pirsgirêka siyaseta tevahiya Tirkiyeyê ye, lewma me xwest, ku meclîs xwedî li vê pirsgirêkê derkeve û ji ber vê jî me avakirina komîsyonê ferz kir. Heta niha hinekî kar kirin. Lê belê hîn eşkere nebûye bê karên komîsyonê erênî ye yan na, bi kêr tê yan zerarê dide.

Ev komîsyon bi halê heyî veguheriye komîsyoneke mijûlkirinê. Mijûlkirin, belavkirina li demê. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku belê komîsyon komîsyoneke guhdarîkirinê bû. Ji destpêkê ve wezîfeya xwe pênase kir. Got, em ê li aliyan guhdarî bikin, lêkolîn bikin. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em ê pêşnûme qanûnekê ji bo meclîsê ava bikin û pêşkêş bikin. Li derdorên cuda guhdarî kirin. Lê belê li muxatabê herî esasî guhdarî nekirin. Li Rêber Apo guhdarî nekirin. Kongreya PKK’ê ya 12’emîn Rêber Apo weke muzakerevanê sereke diyar kir. Weke nûnerê sereke destnîşan kir. Weke aktorê sereke ragihand. Bi rengekî eşkere ragihand ku eger Rêber Apo bimeşîne, Rêber Apo hebe wê biryar bi cih bêne anîn û ev pêvajo bi pêş ve biçe. Û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Lê belê bala xwe bidinê; komîsyon nêzî 2 meh in, ez dibêjim du meh lê beriya wê jî heye, di rojevê de ye lê hîn nîqaş dike bê wê biçe Îmraliyê yan na? Nîqaş dike bê divê biçe yan na? Tê gotin, van rojan wê biryar bê dayin. Vaye komîsyon wê cara dawî guhdar bike. Yanî çima nebe? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.

RÊBER APO 60 MILYON KURDAN TEMSÎL DIKE

Weke ku min got, Rêber Apo aktorê sereke ye, rêveberê sereke yê vê pêvajoyê ye. Ji bilî wî kesî nikarîbû rê li ber van pêşketinan vekiribûya. Binihêrin, mirov bi hişê xwe yê polîtîk dikare bibe wezîr, dikare bibe siyasetmedar, dikare bibe serokkomar, dikare bibe her tişt. Lê belê Rêbertî tiştekî gelekî cuda ye. Her kes nikare bibe rêber. Yanî Rêber Apo rêberê gelekî ye. Divê kesek bi gotinan tevlîheviyê neke, rewşê berevajî neke. Ez hişyar dikim. Rêber Apo ne siyasetmedarekî ji rêzê ye, ne kesekî ji rêzê ye. Zêdetir e. Rêber Apo nûnerê 60 milyon Kurdî ye. Weke min got, eger em Kurdên li tevahiya cîhanê bihesibînin jê zêdetir e. Lê belê nûnertiya 60 milyon Kurdî dike, weke Rêberekî ku şerê hebûn û azadiyê dimeşîne, weke Rêberekî hatiye qebûlkirin, Rêberek e ku di oxira wî de bi hezaran mirovan canê xwe feda kirine, bi hezaran fedaî di rêzê de ne, bi sedan ji wan di dema komploya navneteweyî de bedena xwe dan ber agir. Mînakeke vê yekê nîşan bidin, yek bi tenê jî nîne.

Yanî divê her kes zanibe ku bi rêzdarî nêzî rastiya Rêbertî bibe, divê zanibe rast nêzîk bibe. Hinek radibe dibêje nizanim Kurdan hemûyan temsîl nake. Dibêjin PKK, Rêber Apo hûn ji ku derdixînin, ew Kurdan hemûyan temsîl nakin. Belê hinekî bi eslê xwe Kurd radibin vê dibêjin, radibin bi rêya vê yekê hin tiştan bikin. Lê belê 50 sal in ‘Bi hemû saziyên delweta Tirk re’ hewl dan Tevgera Azadiyê ya Kurd tine bikin. Ew mezin kirin, cerdevanî ava kirin, li Bakur artêşa cerdevanan ava kirin. Li qada siyasî yanî li parlamentê bi gotina wekîlên Kurd xistin meclîsê. Tenê ji bo Tevgera Azadiyê mezin nebe Kurdistana Federe erê kirin, dewleteke biçûk a Kurd ava kirin. Çi bû? Yanî ya ku van Kurdan kir çi bû? Gelo karîbûn bibin nûnerên Kurdan? Ev hemû çîrok in, divê kes bi van nexape.

Netewebûna Demokratîk a Kurd xwedî rêberekî bi tenê ye, ew jî Rêber Apo ye, mecbûr e ew muxatab bê dîtin. Çima vê dibêjim? Ji ber ku niha ev yek li ber komîsyonê ye. We pirsîn, bê pêvajo di kîjan qonaxê de ye? Tenê krîterek heye ku nîşan dide bê pêvajo wê çawa bimeşe. Ew jî nêzîkatiya li Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo me hemûyan temsîl dike. Rêber Apo temamiya gelê Kurd temsîl dike, Rêbertiya gelê Kurd e.

Dixwazim gotinê bînim ser vê yekê. Di halê hazir de du wezîfeyên komîsyonê hene. Yek ji wan ev e: Wê li Rêber Apo guhdarî bike, lê belê neçar e ku bi Rêber Apo re nîqaş bike. Çima neçar e nîqaş bike? Niha di vê dema sedsala 21’ê de, eger hebûna Kurdan gihîştibe wê astê ku êdî nikare bê înkarkirin, eger bû be aktorekî herêmî, eger êdî bi polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê nêzîkatî li gelê Kurd nikare bê kirin, wê demê dewleta Tirk wê bi van Kurdan re çi bike? Neçar e ku biryara vê bide.

Yanî hebûna Kurdan wê bibe parçeyek ji Komara Tirkiyeyê yan na? Wê weke berê di polîtîkaya asîlîasyon û qirkirinê de bê israrkirin an na? Yan jî wê hebûna Kurdan bê qebûlkirin? Komîsyon divê bersivê bide vê pirsê. Kurd heye yan nîne? Hebe mafên xwe heye yan na? Mafên xwe hebe, ev maf wê bê dayin? Ev pirsên ewçend hêsan in. Lewma nuqteya herî girîng a ku pêvajo gihîştiye ev e. Êdî kêliya biryardanê ye. Di nav de çiqas mirovên bi nêta baş hebin jî eger vê mîsyona xwe nikaribe pêk bîne, yanî perspektîfeke têkildarî cihê Kurdan ê li nava Komara Tirkiyeyê nikaribe derxîne holê, hingî ji bilî komîsyona mijûlkirinê bi navekî din nikare bê nirxandin. Eger ev komîsyon dixwaze xwe ji vê rizgar bike, tekez neçar e bersivê bide vê yekê.”

‘NÊZÎKATÎ Û DAXUYANIYÊN DEVLET BAHÇELÎ BI WATE NE’

Hêlîn Umît işaret bi axaftina Devlet Bahçelî ya hefteya derbasbûyî kir û got, “Xweş axivî, baş axivî. Rêberê me weke Rêberê Damezrîner careke din pênase kir. Em wateyê didin vê yekê. Bi dîtina min di vir de mebest 2 wate ye. Dibe ku ez wateyeke zêde lê dikim, lê belê bi vî rengî hewl didim nêzîkatiya Bahçelî fêhm bikim. Yanî, belê hem Rêberê damezrîner ê PKK’ê ye, lê belê di heman demê de jî ber bi Tirkiyeya nû ve, ber bi avakirina Tirkiyeya nû ve jî xwedî heman wateyê ye, em peyameke bi vî rengî fêhm dikin. Ev bi wate ne, xweş dibêje. Lê belê kêm dibêje. Dîsa jî kêm dibêje.

Belê, weke ku Devlet Bahçelî jî got, Rêber Apo her tiştên ku heta niha got bi cih anî, soza xwe pêk anî. Ji xwe em bi Rêberê xwe zanin. Yek ji taybetmendiyên bingehîn ên ku Rêber Apo kir rêberekî bi vî rengî ew e ku ji bîr nake. Her kes ji bîr dike, lê Rêbertî ji bîr nake. Çima bi milyonan mirov ewqasî bi Rêber Apo ve girêdayî ne? Çima milîtan ewqasî pê ve girêdayî ne? Çima hevrêyên wî dilsozê wî ne? Ji ber ku Rêber Apo li ser soza xwe ye. Soza ku dide ti carî ji bîr nake, nade jibîrkirin û tekez pêk tîne. Em bi vê zanin. Bi vî rengî em dilsozê wî ne.”

EM DIXWAZIN TEVLÎ TEVGERA SIYASÎ YA NÛ BIBIN KU RÊBER APO AVA BIKE

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît destnîşan kir ku di rewşa heyî de ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û got, “Em dixwazin rewşeke welê bê afirandin ku mafên siyasî û hiqûqî yên Rêber Apo bêne naskirin û karibe siyasetê bike. PKK hate fesixkirin. Em dixwazin tevlî tevgera siyasî ya nû bibin ku Rêber Apo ava bike. Ez û hemû hevrêyên min. Em tevlî PKK’ê bûn, lê ya rast em tevlî Rêbertî bûn. Rêbertî çi bike em dixwazin bi wî re bixebitin.

Ji ber vê yekê divê şert û mercên fîzîkî yên Rêber Apo bêne sererastkirin. Divê azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Şert û mercên dîlgirtinê divê êdî ji holê bêne rakirin. Mafê hêviyê divê pêk were. Di vê çarçoveyê de zemîna hiqûqî û qanûnî divê bê avakirin.”

ŞARA WEKE LÎDEREKÎ NOKER Ê NÛ XUYA DIKE

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de hevdîtina navbera Ahmed el Şara û Donald Trump jî nirxand û got “Em hewl didin vê hevdîtinê fêhm bikin. Lê belê tiştên hatin nîşandan balkêş bûn. Weke ku bala we jî şikand Şerî bi merasîmeke fermî qebûl nekirin. Ji deriyê pişt ve xistin hundir. Dîmenekî welê balkêş xuya kir. Bi dîtina min dîmenekî gemarî bû. Weke polîtîkaya Emerîka û Îngilistanê xeteke welê heye ku li Rojhilata Navîn lîderên noker biafirînin, xwe bispêrin wan û bi vî rengî polîtîkayên xwe li herêmê bimeşînin. Ev yek ne polîtîkaya îro ye. Bi sedan sal in ji dema avabûna modernîteya kapîtalîst û vir ve tiştekî bi vî rengî li ser herêmê ferz dikin. Ji wê rojê û vir ve Rojhilata Navîn, gelên Rojhilata Navîn, gelên Ereb, Tirkiye, Kurdistan, gelê Kurd, gelê Fars di nava zextekê de ne. Dema ku min Şara bi dîmenên li Qesra Spî nirxand, nêrîna ‘lîderekî nû yê noker ava dikin’ kete aqlê min.

Beriya niha di hevdîtinên aştiyê yên Xezeyê de ketibûm nava heman hest û fikrî. Li wir jî Trump weke şovmenekî tevgeriya bû û dev dirêjî her kesî kiribû, henek kiribû, nizanim çi kiribû. Weke bibêje patronê esasî ez im, xwediyê vê erdnîgariyê ez im, peyamek dabû. Ev yek jî dewama wê ye.

Şara bi rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re li hev kir, ji xwe ji bo lihevkirinê çûbû wê derê. Di kîjan mijarê de li hev kir? Yek, soz da ku tevlî koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê bibe. Ev tê vê wateyê ku wê tevlî wan hewldanan bibe ku dixwaze tevgera ew berê di nav de bû tine bike.

Yanî tê wê wateyê ku wê li hemberî yên ku berê hevalên wî bû û li heman eniyê bi hev re şer kiribû, şer bike. Ya duyemîn got, wê tevlî eniya li dijî Îranê bibe. Ev jî tê wê wateyê ku wê angajeyî polîtîkayên nû yên Emerîka û Îsraîlê yên li herêmê bibe. Hûn jî zanin di ser Iraqê re, di ser herêma heyva Şîa re polîtîkaya tengavkirina Îranê tê meşandin. Di şexsê Emerîka û Îsraîlê de hevsengieyke herêmî heye ku gav bi gav Îranê dike hedef. Diyar e wê bibe şirîkê wê jî, ji bo wê jî soz da.

Ya sêyemîn jî got, wê dijberiyê li Îsraîlê neke, pê re li hev bike, wê ewlekariya Îsraîlê nexe metirsiyê. Ji ber vê jî diyar e ku serî li ber DYE’yê tewandiye, serî li ber Îsraîlê tewandiye.

Di rewşeke bi vî rengî de ne bawer im ku Şara demeke dirêj karibe li ser piyan bimîne. Ne bawerim ku karibe pêşengiyê ji pêwîstiyên civaka Sûriyeyê re bike. Her çend hewl dide bi piştgiriya derve li ser piyan bimîne jî zehmet xuya dike. Bêguman ev yek çavdêriya min a giştî ye.”

Hêlîn Umît anî ziman ku piştî vê hevdîtinê mutabaqata 10’ê Adarê careke din kete rojevê û got, “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev yek careke din bi bîr xist û got, ew dilsozê lihevkirina 10’ê Adarê ye û bawer dikin ku rêveberiya Şamê wê di vê mijarê de hin gavan biavêje. Têkildarî vê yekê dikarim bibêjim; diyar e di vê mijarê de sekneke polîtîk heye ku hîn bêhtir nêzî hev dibin.”

‘TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ HÎN GIRAN DIBE’

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît li ser 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê anî ziman ku veguheriye rojeke girîng ji bo bibe têkoşîna bihara jinan û ev nirxandin kir: “Rojeke sembolîk e, lê belê ji bo zanebûnê, ji bo têgihiştinê, ji bo hişyarbûnê girîng e. Ji bo jin bigihêjin hev û xwe biparêzin girîng e. Lewma weke Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê, weke PAJK’ê em wateyeke mezin didin vê rojê, girîng dibînin.

Polîtîkayên li hemberî jinê, nêzîkatiya li jinê her roj hîn giran dibe. Ya rast eger hûn bipirsin bê pirsgirêka herî esasî ya li ser rûyê erdê çi ye, bersiv ew e ku pirsgirêka jinê ye, pirsgirêka jinan e, pirsgirêka azadiya jinê ye, pirsgirêka hebûna jinê ye. Pirsgirêkeke din ji vê pirsgirêkê girantir nîne. Eger mirov ji nêz ve lêkolîn bike, binirxîne wê bê dîtin ku di navenda hemû pirsgirêkan de kolekirina jinê, tundiya li jinê û zilm heye.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku di şexsê jinê de civak bi temamî di nava tundiyê de tê tepisandin û kolekirin û got, “Dieciqe, tine dibe, îradeya wê tê şikandin. Lewma rojên bi vî rengî gelekî girîng û bi wate ne ku divê bêne nîqaşkirin û zêdekirin. Belê em qala rojeke sembolîk dikin, em qala 25’ê Mijdarê dikin. Em qala roja têkoşîna li dijî tundiya li jinê dikin. Lê belê em jin divê ne rojekê, hemû rojan bikin rojên xweparastinê. Yanî nêzîkatiya me divê bi vê nêrînê be.

‘ROJEVA ME XWEPARASTIN E’

Bala xwe bidinê, di her kêliyê de li devereke cîhanê jinek tê kuştin. Belasebep tê kuştin, ji aliyê xizmê herî nêzî xwe ve tê kuştin. Ji aliyê hevserê xwe ve tê kuştin, ji aliyê birayê xwe ve tê kuştin, ji aliyê hezkiriyê xwe ve tê kuştin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Divê baş bê fêhmkirin. Lewma weke PAJK, weke Tevgera Azadiyê ya Kurd em çi dixin rojeva xwe? Em xweparastinê dixin rojeva xwe. Jinên ku xeta xwe ya xweparastinê ava nekiriye, jinên ku nebûne xwedî hêza xweparastinê li her cihî di her kêliyê de dikare li her cûre tundiyê rast bên. Ev yek dikare tundiya li malê be, dikare tundiya li kar be, dikare tundiya li naverastê be. Em bi rastiyeke bi vî rengî re rû bi rû ne.”

Hêlîn Umît bi wesîleya 25’ê Mijdarê ev bang li jinan hemûyan kir: “Jin ew hebûne ye ku bi afirîneriya xwe, bi hunera xwe dikarin sîstema xwe ya azadiyê, sîstema xwe ya jiyana komunal ava bikin, biafirînin.

Em weke jinên Kurd bi saya Rêber Apo, weke tevgera jinên Kurd zane bûn. Me xwe nas kir, sîstema xwe nas kir, mêr nas kir. Gav bi gav bûn xwedî îdeolojiyekê. Bûn xwedî îdeolojiya rizgariya jinê. Bi zanista Jineolojiyê em ronî bûn. Veguherîn tevgereke civakî. Niha jî ji bo bi danheviya xwe bikevin pratîkê, polîtîk bibin, bibin hêza biryardanê em gihîştin wê nuqteyê ku xeta çalakiyê ya azadiyê biafirînin, li ser vê bingehê hem azadiya jinê hem jî azadiya civakî ava bikin. Ez bang li jinan hemûyan dikim ku encamên pêwîst ji vê tecrûbeyê werbigirin û tevlî bibin. Ji bo jinan jiyaneke ji vê hêjatir nîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Humsê gorên Xiristiyanan hatin wêrankirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPS JIN: Me agir berdan otobusa kesekî faşîst

Yekîneya Bersivdanê ya YPS JIN a Şehîd Benda Amed ragihand ku li Stenbolê otobuseke 'kesekî…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên nexweş divê bên berdan

Di çalakiyên li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyên nexweş…

Ji aliyê Stêrk TV

4 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Yavûz Oghan, Şaban Sevînç, Berpirsê Weşana Giştî yê Aykiriyê Batunar Çolak û Soner Yalçin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2025’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Humsê gorên Xiristiyanan hatin wêrankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komîsyon di 21’ê Mijdarê de bi rojeva serdana Rêber Apo bicive

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?