AKP ku li saziyên cemaweriyê bi salan e hewl dide kadroyên xwe biafirîne û karên perwedeyê jî li gorî berjewendiyên xwe dîzayn dike, êdî îmaman jî ji bo zanîngehan tayîn dike.
Îmam Nûrûllah Arvas ê li Wanê, dizmê namzetê AKP’ê yê Şaredariyê Abdûlahat Arvas e. Kiryarên Nûrûllah Arvas û asta ku hatiye, nîşan dide bê zanîngehên li Tirkiyeyê ji bo kîjan armancê têne bikaranîn.
Nûrûllah Arvas ku salên dûr û dirêj li Wanê îmamtiyê dike, dema ku xizmê wî Nîmetûllah Arvas Miftiyê Bajêr ê Wanê bû, ji bo Serokatiya Şaxê Wanê ya Diyanet-Senê hate tayînkirin ku saziyeke AKP’ê ye. Piştî ku Arvas bû Serokê Diyanet-Senê, di 15’ê Tîrmeha 2016’an de AKP û Fethûllahî ji bo desthilatdariyê bi hev ketin.
Piştî van bûyeran ku weke hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê derbasî dîrokê bûn, Nûrûllah Arvas têkildarî îmaman ji ber fikrê wan ê siyasî dest bi sîxuriyê kir û daxwazname da Miftitiya Bajêr.
Arvas di rapora xwe de ku weke Serokê Diyanet-Senê amade kir, wiha digot “Ji aliyekî ve wezîfeya me ye ku em xayinên welêt kifş bikin û wan beralî bikin. Xayinên welat ên sendîkaya DÎVES’ê ku xwedî bandora çep, HDP û terorê ye, me dixe nava fikaran û dixwazim têkildarî hin karên van de agahiyê bidim we. Xutbeyên ji HDP’ê û îllegal a çep tên, dixwîne, propagandaya partiyê dike û hewl dide dengan bi dest bixe. Bi van tiştan dixwazin tirsê belav bikin, îmamên me bêzar bikin û rewşeke bêewlehiyê biafirînin. Weke Serokê Diyanetê ez navê endam û rêveberên DÎVES’ê ji we re radigihînim. Ji we dixwazim ku giliyê min veşartî bimîne. Gumanan nekin, dema ku agahiyên cuda ji me hate xwestin em ê bi dilxwazî bikin.”
JI BER RAPORA WÎ 81 ÎMAM HATIN DÛRXISTIN
Piştî vê rapora Arvas 81 îmamên endamên DÎVES’ê yên ser bi KESK’ê ve ji kar hatin dûrxistin.
Arvas jî berdêla vê sîxuriya xwe wergirt. Arvas ku pîşeyê wî îmamtî ye, îdîa kir ku ji karê kompûterê fêhm dike û niha li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê ji bo Sekreteriya Fakulteya Veterîneriyê hatiye tayînkirin.
Hevserokê Şaxê Wanê yê Egîtîm-Senê Mûrat Atabay têkildarî tayînkirina bêûsil agahî da û got, kesê navborî dema ku Serokê Diyanet Senê bû lîsteyek ji bo kesên ji karê cemaweriyê bêne dûrxistin amade kirin, ji bo vê jî bi rengekî çalak xebitî.
Mûrat Atabay got, “Em ji rêveberiya Zanîngeha Yuzuncu Yilê re dibêjin; bi tayînkirina van kesan hûn dixwazin peyameke çawa bidin, hûn dixwazin çi bikin? Feraseta we ya liyakatê çi ye?” Mûrat Atabay destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî van kesan wê dewam bike.