Dezgeha Ewlekariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şaneyeke çeteyên DAÎŞ’ê ku destê wê di pêkanîna êrîşên li dijî hêzên ewlehî û leşkerî yên herêmê de heye, bê bandor kir.
Şaneya hatiye bêbandorkirin ji Beşar Hemed Xelîfe yê ji Hesekê, Hatim Îd El Casim ê ji gundê Til Irfan ê Hesekê pêk tê û ji hêla Dezgeha Ewlekariya Giştî ve hatin girtin. Di lêpirsînê de her du çete li xwe mikur hatin ku wan êrîşî erebe û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiriye.
Di lixwemikurhatinên çeteyan de hat diyarkirin ku ew şane ji hêla kesê bi navê Qezafî ve bi nasnavê “Ebû Muemer” ku li Şamê rûdine hate avakirin.
Qezafî ev şane bi kesê bi navê “Ebû Esed El Xelîzî “ve ku li bajarê Serêkaniyê yê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin ve girê daye. Ew yek ji serçeteyên şaneyên DAÎŞˊê li herêmê ye. Di vê dawiyê de çek, mayîn, pere û koordînatên cihên hedefgirtî didan şaneyê.

