Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel beriya 25’ê Mijdarê roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku di qonaxa heyî de tenê li ber rabûn, gotina ‘na’ yan jî di rojên diyar de li hev civîn, têre nake û got ku divê têkoşîneke berfirehtir a jinan were avakirin.
‘GER EM NIKARIN ENCAMÊ BIGUHERÎNIN, WÊ DEMÊ DIVÊ RÊBAZÊ TÊKOŞÎNÊ BIGUHERÎNIN!’
Çalakvana TJA û siyasetmedar Sebahat Tuncel diyar kir ku ew îsal jî 25’ê Mijdarê roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bi komkujiyên jinan pêşwazî dikin û destnîşan kir ku di 25’ê Mijdaran de tundiya li ser jinan zêdetir xuya dibe, lê encam nayê guhertin. Tuncel destnîşan kir ku divê ji ber vê yekê rêbazên têkoşînê werin guhertin û got ku pêwîstiya têkoşîna jinê bi hilm û têkoşîneke bandortir heye û wiha got, “Em ji roja ku me got em ê darbestek din hilnegirin, me zêdetir darbestan hilgirt. Ev pirsgirêkekî mezin e. Zext, tundî û kedxwariya serweriya mêr a li ser jinan her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewş bandor li ser jiyana jinan dike û jiyana wan bi tevahî ji dest wan tê girtin. Me tam di qonaxeke wiha de, weke TJA’yê pirsa em dixwazin di cîhaneke çawa de bijîn kir û me diyar kir ku divê em ji bo civakekî bêyî kedxwarî, zêdetir birêxistin bibin. Ji ber ku di qonaxa heyî de tenê li ber rabûn, gotina ‘na’ yan jî di rojên diyar de li hev civîn, têre nake. Divê em li ser bixebitin ku em çawa bikaribin li dijî pergala serweriya mêr, jiyana azadîxwaziya jinê bi hev re birêxistin bikin.
‘DIVÊ EM BÊN GEL HEV Û DÎWARAN DERBAS BIKIN’
Sebahat Tuncel diyar kir ku heta zîhniyeta serweriya mêr neyê guhertin wê jiyana jinan jî neyê guhertin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li hemberî me zîhniyeta serweriya mêr a pir birêxistinkirî heye. Ji bo derbasbûna vê zîhniyetê, pêwîstî bi rêxistinbûneke zêdetir û guherîneke zêdetir a zîhniyetê heye. Li vir ne tenê zîhniyeta jinan, bi esasî divê zîhniyeta mêran were guhertin. Divê di vê mijarê de xebatên xurtir bêne kirin û tedbîr bêne girtin. Ji bo guherîna jiyanan, divê em zêdetir birêxistin bibin, bên gel hev û wan dîwaran derbas bikin. Ji bo ku bikaribin dîwarên li pêşiya xwe rakin, divê azadiya jinê xurt bikin.”
‘YA KU TÊ JIYÎN, NE PIRSGIRÊKA JINÊ, PIRSGIRÊKA MÊR E’
Sebahat Tuncel bilêv kir ku divê tevgera jinan perspektîfeke ku bi hemû cureyên tundiyê re têbikoşe, pêş bixe û bal kişand ser girîngiya têkoşîneke ku ji qada kedê bigre heta hemû qadên jiyanê guhertinê esas digire. Sebahat Tuncel bi bîr xist ku herî dawî li febrîqeya parfuman a bi navê Ravive ya li Dilovayê, ji bo berjewendiyê sê jê zarok 6 jin hatin qetilkirin. Tuncel destnîşan kir ku ev komkujî ji karê pergala serweriya mêr ne cuda ye.
Sebahat Tuncel bi bîr xist ku serweriya mêr li ser jinan hiyerarşiyek ava kiriye û wiha got: “Newekhevî ji vir destpê dike. Divê em vê ji holê rakin. Ji ber vê yekê tenê têkoşîna jinan têre nake. Divê mêr li gorî perspektîfa azadîxwaziya jinê werin guherîn. Ji ber ku pirsgirêka ku em jiyan dikin, ne pirsgirêka jinê, lê pirsgirêka mêr e. Divê em pirsgirêka mêr derbas bikin. Ger jin li dora daxwazên xwe birêxistin bibin ev yek wê pêkan bibe. Civaka birêxistinkirî dikare gelek pirsgirêkan derbas bike.”
‘AŞTÎ DAXWAZA BINGEHÎN A HEMÛ JINAN E’
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku 25’ê Mijdara îsal daxwaza aştiyê bi dengekî bilindtir li kolanan biqîrin û bi bîr xist ku şer qada ku tundiya dewlet û mêr xwe lê herî zelal dide nîşandan e. Tuncel anî ziman ku ew li ser mijara aştiyê bi hezaran jinan re axivîne û bilêv kir ku aştî daxwaza bingehîn a hemû jinan e, lê nebaweriya ji bo desthilatdariyê bi awayekî giştî di mirovan de rê li ber fikarên mezin vekiriye. Hûn dizanin, herî dawî em weke jinan ber bi Enqereyê ve meşiyan. Me li Meclîsê daxwazên xwe anî ser ziman. Di vî aliyê de ked û hewldaneke mezin heye. Lê di encamê de ji bo pêşveçûna pêvajoyê berpirsyariyên ku dikeve ser milê dewletê heye. Jin jî têkoşîna vê dimeşînin û di pêşberê wê de çi dixwazin? Dixwazin ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike. Dixwazin ku qanûna aştiyê, vesererastkirinên qanûnî yên têkildarî pêvajoyê bên derxistin.
‘DIVÊ VESERERASTKIRINÊN QANÛNÎ KU PÊŞIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ VEKE, BÊ KRIN!’
Tuncel got, “Mînak gerîlayan çekan şewitandin, lê nehatin Tirkiyeyê. Ji ber ku tecrubeya vê berê çêbûye, wê bêne girtin. Ger were bîra we, du komên aştiyê hatin û du komên aştiyê jî ketin girtîgehê. Ji ber vê yekê ev rewş bi awayekî erênî di bîra Kurdan de ye. Dayik dixwazin zarokên xwe hembez bikin, lê niha zemîna vê tune ye. Biryarên Dadgeha Mafên Miroavan a Ewropayê û Dadgeha Destûra Bingehîn jî nayên pêkanîn. Divê meclîs û komîsyon îradeyê nîşan bidin. Di cihekî ku nûnertiya ji sedî 90’ê civakê dike de, divê ji bo derxistina qanûnên aştiyê yên pêwîst însîyatîfê bigre. Di encamê de tevgereke siyasî ku xwe fesih kiriye û dixwaze tevlî siyaseta demokratîk bibe, heye. Lê ji bo vê vesererastkirinên qanûnî tune ye. Aştî, demokrasî û azadî ne tenê meseleya Kurdan e, meseleya tevahiya Tirkiyeyê ye. Mînak, rejîma qeyûmê berê tenê ji bo Kurdan dihate pêkanîn. Lê niha ji bo tevahiya Tirkiyeyê tê pêkanîn. Berê siyasetmedarên Kurd dihatin binçavkirin û girtin, niha heman bêhiqûqî li siyasetmedarên CHP’ê jî tê kirin. Ji ber vê yekê siyaseta aştiyê ya giştî pêwîstiya me hemûyan e. Em bi rastî jî aştiyê dixwazin? Em bi rastî jî dixwazin çek neyên bikaranîn? Bersiva vê pirsê wê ne Kurd, Tirkiye bide.”

