Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozsoy: Dewlet hîn jî bi rengekî taktîkî nêzî meseleya Kurd dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdên li Rûsyayê komploya navneteweyî şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Hevseroka DBP’ê li Zurihê ye: Aştî bi muxatabên azadiyê re tê bidestxistin
Jin

Hevseroka DBP’ê li Zurihê ye: Aştî bi muxatabên azadiyê re tê bidestxistin

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku tevlî çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Zurihê bû wiha got, “Aştî bi muxatabên azadiyê re tê bidestxistin. Muxatabnegirtina Ocalan û neqebûlkirina aktorê sereke yê gel, di heman demê de dijberîkirina aştiyê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Helvetiaplatzç çalakî hate lidarxistin. Çalakî bi dirûşmeya “Şerê we, xwîna me ye” hate lidarxistin û Hevseroka DBP’ê Çigdem Kiliçgun Ûçar jî beşdar bû.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Berdevka YJK-S’ Selma Surer axivî û diyar kir ku li Ewropayê jî tundiya li ser jinan dewam dike. Surer wiha got: “Tevî ku em li navînga Ewropayê jî ne, em dibînin ku li dijî têkoşîna ku tê dayîn, tundiya li ser jinan a fîzîkî û manewî dewam dike. Em jinên Kurd ku îro li vê derê hatin ba hev, di têkoşîna rawestandina vê tundiyê de bi biryar in. Her jina bêyî rêxistin, kêmasiya me ye. Armanca me ew e ku em hemû jinan birêxistin bikin.”

 

Piştre danezana ku ji aliyê YJK-S’ê ve hatibû amadekirin, ji aliyê çalakvan Ozen Aytaç ve bi zimanê Elmanî hate xwendin. Aytaç destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî di siya pevçûn û şerên ku ji aliyê pergala cîhanê ya serweriya mêr ve hatiye şêwe dayîn de, tê pêşwazîkirin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rehendên tundiyê ya li ser bingeha zayendiya civakî hate kirin û hate gotin ku tenê di nava salekî de li Elmayayê zêdeyî 250, li Swîsreyê jî 28 jin di encama tundiya mêr de jiyana xwe ji dest dane û hate destnîşankirin ku li seranserê cîhanê her sal zêdeyî 80 hezar jin bi tundiya mêr tên qetilkirin.

Piştre Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar bi Zaravayê Kirmanckî beşdaran silav kir û li ser 25’ê Mijdarê nirxandin kir: “Bi wesîleya 25’ê Mijdarê re hevdîtineke girîng bû. Ji Xwişkên Mîrabel heta Sara, Nagîhan û Gulîstanan, têkoşînek me ya siyasî heye ku bi jinên ku ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin, arastî ye. Divê îro ev mîrate di destê me de veguhere têkoşîneke mezintir.

Ûçar bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî ya jinan û wiha got,  “Tundî, amûreke girîng a di destê serweriya mêr de ye. Ji jiyana rojane heta qada giştî desthilatdariyê di destê xwe de digre. Zanîna ku civaka ku jin tê de ne azad be, ne azad e, ji bo me yek jî rênîşanderên herî girîng e.”

Ûçar têkildarî rewşa heyî ya li Tirkiyeyê wiha got, “Em îro bi hev re li Tirkiyeyê serdemeke taybet tecrube dikin. Li dijî şerê hatî kûrkirin, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Mijdarê de, bi girîngî pê dayîna têkoşîn û azadiya jinan, rêbazeke nû ya têkoşînê pêşkêşî me dike. Ev rêbaz nîşan dide ku jiyaneke cuda pêkan e. Serketina wê bi mîrateya têkoşînê ya berê û xwedîderketina xurt a jinan a pêvajoyê, pêkan e.”

Ûçar bal kişand ser girîngiya Rêber Apo ya di pêvajoya aştiyê de û wiha got, “Gelê Kurd bi Rêber Apo re îradeya jiyana hevpar û hêviya aştiyê zindî girt. Aştî û azadî bi muxatabên xwe re pêkan dibe. Muxatabnegirtina Ocalan û neqebûlkirina aktorê sereke yê gel, di heman demê de dijberîkirina aştiyê ye. Aştiya rast bi muxatabê xwe re tê avakirin. Em bi dostên xwe yên jin ên ji Swîsreyê re ku di vê sarmayê de me bi tenê nehiştin, soz didin ku em ê jiyan û pêşerojeke nû bi hev re ava bikin.”

Çalakî bi pêşandana pandomîm ya hunermendên Hunera Mizgîn û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Rojnameya Ronahî jinûve dest bi weşanê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî: Mîrasa wî rêya têkoşînê ronî dike

PJAK’ê di daxuyaniya ku bi boneya salvegera yekemîn a wefata hevserokê xwe yê berê Ebdulrehman…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê ji DEM Partiyê banga ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê ji bo 'Mîtînga Azadiyê' ya ku 28'ê Hezîranê li Qada…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta Demkî ya Şamê ev 17 roj in ceyranê nade Suwêdayê

Ji 13’ê Tîrmehê ve ye ku Hikûmeta Demkî ya Şamê û çeteyên girêdayî wê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?