Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû biryara komîsyona li meclîsê ya ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Medya Haber TV re nirxand. Hevpeyvîna bi Mûstafa Karasû re bi vî rengî ye:
Em di salvegera 47’emîn a damezrandina PKK’ê de ne. PKK a ku beriya 47 salan li gundê Fîsê yê navçeya Lice ya Amedê ava bû, ji bo gelê Kurd û têkoşîna sosyalîst tê çi wateyê?
Bi wesîleya salvegera 47’emîn a damezrandina PKK’ê rêberê damezrîner ê PKK’ê Rêber Apo silav dikim. Şehîdan jî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Yên ku têkoşîna 50 salî ya PKK’ê gihand vê astê Rêber Apo û şehîdên li ser xeta Rêber Apo têkoşiyan bûn. Her wiha gaziyên me ne. Bêguman gelê me jî di nava van 50 salî de her tim piştgirî da PKK’ê, li pişt PKK’ê sekinî, tevlî têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê bû. Cejna partiyê ya gelê me jî di vê salvegerê de pîroz dikim. PKK di dîroka Kurd û Kurdistanê de bi rastî jî xaleke werçerxê ye. Salên herî bi wate yên dîroka Kurd û Kurdistanê ye. Ev 50 sal di dîroka Kurdistanê de pêşketineke bi qasî sedan salî bi xwe re anî, dînamîzmek derxiste holê. Lewma ev 50 sal rastiya civaka Kurd ji nû ve afirand. Nirxên gelekî girîng tevlî Kurdîtiyê kir. Taybetmendiya herî girîng a vê têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê nirxên nû, nirxên azadî û demokratîk, maf, hiqûq, nirxên mirovî, xeta azadiya jinê, hesasiyeta ekolojîk da gelê Kurd. Em dikarin bi vî rengî bibêjin; gelê Kurd ê beriya 50 salî û gelê Kurd ê niha weke hev nîne, guherî ye, gelekî guherî ye. Bi dînamîzmeke mezin, di fikir de guherî, di helwestê de guherî, nasnameyeke nû ya Kurd derkete holê. Bêguman ev li ser hebûna Kurdan a xwe dispêre bi hezaran salî ava bûye. Bi vî rengî 50 salên dawî hêjayî lêkolîneke mezin e. Çi da Kurdan? Ev yek divê gelekî baş bê lêkolîn û destnîşankirin. Em qala 50 salan dike. Behsa Komara Kurd a Mahabadê tê kirin, temenê xwe 6 meh bû. Raperînên Kurd ên cuda rû dan, temenê wan 6 meh, salek bû. Lê PKK 50 sal in li ber xwe dide. Şer, têkoşîneke gelekî mezin meşand. Ne tenê li hemberî dewleta Tirk, li hemberî paşverûtiya herêmî, li hemberî hêzên navneteweyî û li dijî paşverûtiya Kurd têkoşîneke mezin meşand. Di nava têkoşîneke bi vî rengî de nirxên gelekî mezin afirand. Lewma dema ku mirov îro PKK’ê dinirxîne bi taybetî divê bê nîşandan bê çi afirandiye. PKK’ê rastiyeke çawa ya Kurd afirand, çandeke Kurd afirand, exlaqeke Kurd afirand, nirxên moralê, nirxên neteweyî da Kurdan? Divê ev hemû baş bêne lêkolîn.
Di dawiya salên 1960’î, di destpêka salên 1970’î de rastiya Kurd li ber mirinê bû. Hîn rastiyeke Kurd hebû. Lê belê di bin qirkirin û komkujiyên fîzîkî û çandî de li ber tinebûnê bû. Lewma destpêka rabûna PKK’ê tê wê wateyê ku Kurd li ber zinar bi per û bask kir, firand. Bû têkoşîneke bi vî rengî. Ji ber vê dema ku şert û mercên wê demê li ber çavan bêne girtin, destpêkirina tevgereke bi vî rengî bi rastî jî ne hêsan bû. Kurd ji rastiya xwe direviyan. Ji xwe li qada navneteweyî piştgirî ji gelê Kurd re nedihate dayin. Ji ber ku Tirkiye endamekî NATO’yê ye bi her awayî piştgirî ji dewleta Tirk re dihate dayin. Lewma rabûna PKK’ê dîrokî ye. Karekî mezin ê wêrekiyê ye, jiholêrakirina bendên mezin e, şikandina dorpêçê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Çep a li Tirkiyeyê bi rengekî rast nêzî pirsgirêka Kurd nedibû. Komên Kurd jî ne di wê astê de bûn ku têkoşîneke radîkal bimeşînin. Xwedî nêzîkatiyên reformîst, neteweperest bûn. Û ev hemû li pêşiya destpêkirina tevgera me asteng bûn. Lê belê li gel vê yekê jî Rêber Apo bi wêrekiyeke mezin xwe spart hebûna Kurdan û bi baweriya ku dema fikrê azadiyê hate afirandin wê hemû astengiyan ji holê rake, ev têkoşîn da destpêkirin. Ji ber vê yekê PKK rêxistineke fedaî ye, PKK’ê berdêlên giran daye. Pêwendiya vê yekê beriya her tiştî bi rabûna Rêbertî heye. Di nava wan şert û mercan de pêkanîna vê pêngavê ne hêsan bû. Kesî nikarîbû bikira. Rêbertî wêrekî kir û kete nava vî karî. Bêguman ne tenê wêrekî, her wiha bi hêza xwe ya fikrî, bi sekna xwe ya îdeolojîk û hişê xwe yê polîtîk astengî ji holê rakir û têkoşîna PKK’ê 50 sal in meşand û gihand vê astê.
Di nava van 50 salan de bi rastî jî têkoşîneke gelekî mezin hate meşandin. Li gel hemû zext û êrişan li ser piyan ma. Ev yek di heman demê de ne tenê PKK, tevgera me xurt kir, her wiha gelê me jî li hemberî van êrişên giran li ser piyan ma, li hemberî êrişên giran hilneweşiya û xurt bû. Gelê Kurd di dîroka xwe de yekemcar di bin ewqas êrişên giran de li ber xwe da, li ser piyan ma. Ne berxwedaneke 6 mehan e. Çend nifş? Çar, pênc nifş dikare bê gotin. Di nava vê têkoşînê de mezin bûn. Hema hema her kesên niha li Kurdistanê ev têkoşîn dîtin, bi naskirina nirxên vê têkoşînê mezin bûn. Divê ev yek bi vî rengî bê dîtin. Bi vî rengî çandeke nû hate afirandin, çandeke nû ya têkoşînê derkete holê. Ne şeş meh, ne salek, ne 10 sal, rastiyeke civakî heye ku di encama têkoşîna dehan salan de hate afirandin, rastiyeke siyasî heye, çandek heye. Lewma ji qirkirina çandî hişyarbûneke çandî derkete holê. Belê qirkerî, mêtingeriyê dewam kir, bi taybetî her cûre amûrên qirkirina çandî hate bikaranîn. Lê belê Kurdan, her kes bi nasnameya xwe hesiyan. Nasnameya Kurd ne tenê nasnameyeke otantîk bû nasnameyeke têgihiştî. Xwedîderketineke bi vî rengî pêk hat. Îro yên AKP’yî jî, piraniya wan dibêjin em Kurd in, xwedî li Kurdbûna xwe derdikevin. Hewl didin xwedî lê derkevin. Ew asta xwedîderketinê têrê dike yan na? Ew cuda ye. Têrker nîne. Lê belê têkoşîna me bandor li wê derdorê jî kir. Bandor li her derdora li Kurdistanê kir û kir ku haya xwe ji rastiya Kurd çêbibe. Bêguman hîn hinek hene ku Kurdbûna xwe qebûl nakin, bi hebûna xwe dijberiyê li Kurdan dikin, zerarê didin Kurdan, di nava Kurdan de kurmê darê ne, di nava xiyanetê de ne. Ev hene. Lê belê rastiyeke Kurd a gelekî dînamîk heye. Niha atmosfereke Kurd heye. Bi Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat, bi li derve rastiyeke Kurd hate afirandin, atmosfereke Kurd hate afirandin. Çi ji wê re dibêjin? Dibêjin aora? Belê avhewayek, atmosfereke Kurd, derdoreke Kurd çêbû. Eger îro li Rojava têkoşîneke gelê Kurd hebe, li Bakur rastiyeke mezin a têkoşînê derketibe holê, li Başûr qala destketiyan tê kirin, li Rojhilat gel jî dînamîk e, ev hemû encama vê têkoşînê ne. Li çar parçeyan û cîhanê afirandina atmosfereke bi vî rengî karekî gelekî mezin e. Encameke gelekî mezin e. Têkoşîna ji niha û pê ve jî wê xwe bispêre vê atmosferê, vê derdorê, van nirxan wê bê meşandin û pêşvebirin. Rastiyeke bi vî rengî heye ku PKK’ê afirandiye.
Kurd berê li Rojhilata Navîn weke gelekî paşmayî dihate dîtin. Li ser qaşo paşdemayina Kurdan gelek çîrok hatibûn afirandin. Eger niha qalê bikim bi dehan çîrok hene ku henekê xwe bi Kurdan dikir, Kurd biçûk didît. Çandeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn ava bû. Gelo niha bi vî rengî ye? Niha, bi têkoşîna azadiyê ya PKK’ê re niha Kurd civaka herî ronakbîr a Rojhilata Navîn e. Di nava vê serdema demokrasiyê de civaka ku hişmendiya xwe ya demokratîk herî bilind e Kurd in. Azadiya jinê, jin a ku civak û mirovahî afirand li Rojhilata Navîn bi rastî jî di bin zexteke giran de hate hiştin, lê îro bi fikrên Rêber Apo jinên Kurd ne tenê li Rojhilata Navîn li seranserê cîhanê jin a herî bi fikrê azadiyê ye. Ev nîşaneya wê yekê ne ku Kurd ji ku derê gihîştine ku derê. Her kes vê qebûl dike. Li cîhanê her kes qebûl dike. Tenê Tirkiye qebûl nake. Yên ku li ser Kurdan xwedî serweriyê ne vê qebûl nakin. Naxwe li tevahiya cîhanê îmaja Kurdan gelekî guherî ye. Li aliyê din hêza siyasî ya Kurdan a li Rojhilata Navîn jî gelekî bi bandor bûye. PKK’ê Kurd ji cihekî biçûkxistinê gihandiye cihekî bi rûmet, serbilind, bi dilxwaziya xwe ya azadî û demokrasiyê bûye mînak ji cîhanê re.
Civaka Kurd şoreşa xwe ya demokratîk pêk aniye. Ya rast Kurdan di mijara şoreşa demokratîk de pêşketinên gelekî girîng afirandine. Şaş e ku şoreşa demokratîk bi dewletbûyînê re yek bê dîtin. Eleqeya dewletbûyîn û şoreşa demokratîk re nîne. Şoreşa demokratîk nîşaneya veguherîna mezin a dînamîzma li nava civakê ye. Serhildanên salên 1990’î, jin, ciwanan qad dagirtin. Gund, bajarok, bajarê ku serhildan lê nebû, tine bû. Otorîteyên berê yên kevneşop hatin hilweşandin. Îradeya gel bi ser ket. Gel êdî weke berê ne di bin kontrola axa, began de ye. Berê bi rêya çînên serwer, noker li Kurdistanê kontrol dihate danîn, hegemonya dihate danîn. Niha lingên hêzên qirker mêtinger lawaz bû. Civak bû hêz.
Ev hemû ew nirx in ku bi têkoşîna PKK’ê hatin afirandin. Belê, li Bakurê Kurdistanê hîn polîtîkayên qirkirina çandî dewam dikin. Bi rastî jî di vê mijarê de hîn polîtîkaya tinekirina Kurdan tê meşandin. Lê belê hişmendiyeke girîng hate afirandin, di çand û hunera Kurd de pêşketinên girîng pêk hatin, di fikrê Kurd de pêşketinên girîng çêbûn, Kurd gihîştin wê astê ku êdî ji bo xwe nêrînan diafirînin. Êdî xwedî li nirxên xwe derdikevin. Berê çand, hunera Kurdan, govenda Kurdan her tiştên Kurdan dibûn amûrên civakên din. Niha ne welê ye. Niha civaka Kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve. Di vî warî de jî pêşketineke girîng heye.
Ji xwe li çar parçeyên Kurdistanê hişyarbûneke bi vî rengî heye. Ev hemû encama têkoşîna PKK’ê ye. Divê Kurd hemû vê yekê bi vî rengî binirxîne. Eger PKK derneketibûya ser dika dîrokê, niha wê li çar parçeyên Kurdistanê Kurdîtî bi erdê ve bihata kaşkirin. Destketiyên li Başûrê Kurdistanê jî di nava atmosfera têkoşînê ya PKK’ê de bûn hebûn. Ev têkoşîn nebûya, têkoşîna li wê derê, keda hate dayin, berdêlên hatin dayin wê encam bi xwe re neaniya. Wê di nava wê xefik û zexta Kurd de bifetisiyan. PKK weke tevgereke ku xefik, zexta li ser Kurdan şikand cihê xwe li ser dika dîrokê girt. Berdêlên giran da, têkoşîneke mezin meşand. 50 sal, nîv sedsal e, 50 salên Komara Tirkiyeyê di nava vê têkoşînê de derbas bû. Meşandina têkoşîneke bi vî rengî li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî di serdema netewe dewletan de ne hêsan bû. Di nava fitneya netewe dewletê ya Tirk, Fars û Ereb de Kurd li ber tinebûnê bûn. PKK’ê ev ye şikand. Di vê çarçoveyê de nirxên gelekî mezin afirand. Heta ku nirxên ku PKK’ê afirandiye neyê dîtin, rastiya gelê Kurd nikare bê vegotin. Di vê mijarê de divê mirov hîn bêhtir li ser bisekinin.
Kurdan îro bi pêkanîna şoreşa demokratîk veguherîn pêşengên demokrasiyê, di mijara azadiyê de bûn pêşeng, di mijara jinê de bûn pêşeng. Li aliyê din PKK di mijara têkoşîna sosyalîst, civakî û li dijî hegemonya navneteweyî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bû mînak. Rojhilata Navîn eger ne ji têkoşîna 50 salan a PKK’ê bûya wê bibûya Rojhilata Navîn a tarî. Îro em ê di nava Rojhilata Navîn a cuda de bûna. Lê belê vê têkoşîna 50 salî gelek tişt guherand. Li Iraqê jî guhert, li Sûriyeyê jî guhert, li Îranê jî guhert, li Tirkiyeyê jî guhert. Tevahiya Rojhilata Navîn guherî. Lewma dema ku salvegera PKK’ê hate bîranîn bi taybetî divê bê zanîn bê PKK’ê çi afirand, kîjan nirx afirand. Divê ev yek bê dîtin û fêhmkirin. Di salvegera 47’emîn de cejna partiyê li tevahiya gelê me pîroz dikim. Şehîdan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Em di salvegera destpêkê ya damezrandinê ya piştî fesixkirina PKK’ê de ne. Gelo divê gelê Kurd bi çi rengî nêzî vê rewşê bibe? Divê bi çi rengî xwedî li mîrateya PKK’ê derkeve?
Bêguman me PKK fesix kir. Me sedemên fesixkirina PKK’ê berê eşkere kir. Di encama têkoşîneke 50 salî de. Bêguman cîhan, Rojhilata Navîn guherî. Êrişkariya kapîtalîzmê li holê ye. Heta bi hişê çêkirî hate afirandin. Li cîhanê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan gihîşt qonaxên nû. Di nava vê rewşê de pêwîstî pê hebû ku PKK jî ji aliyê stratejîk û taktîkî ve bê guhertin. PKK’ê rola xwe ya dîrokî bi cih anî. Nirxên mezin afirand. Hebûna Kurdan misoger kir. Belê hîn li Tirkiyeyê nehatiye naskirin, li Îranê hîn nehatiye naskirin. Li Iraqê û Sûriyeyê hîn pirsgirêk hene. Lê belê hebûna Kurdan derxist holê. Bi vî rengî ya herî rast ew bû ku bi vî rengî cihê xwe di dîrokê de bigire. Bi nêzîkatiyeke nû ya stratejîk û taktîk diviyabû têkoşîn bihata meşandin. Lewma PKK hate fesixkirin. Fexiskirina PKK’ê nayê wateya destberdana ji têkoşîn û dozê. Ji xwe têkoşîn her tim rê û rêbazan diguherînin. PKK’ê jî guhertina stratejîk kir, biryar da ku êdî ne bi têkoşîna çekdarî lê bi siyaseta demokratîk têkoşînê bimeşîne. Gelê me dema ku PKK bi bîr anî, divê zanîn ku stratejîk û taktîka nû di encama nirxên 50 salên têkoşînê de hate afirandin. Ev nebûya me yê niha nikarîbû bigota em ê bi têkoşîna siyaseta demokratîk encamê bigirin. Hêzeke gel derkete holê, hişmendiya demokratîk derkete holê. Hişmendiya demokratîk a Kurd gelekî bilind e. Me li ser van nirxan stratejî û taktîk guherand. Û em ketin nava pêvajoyeke nû ya têkoşînê. Em dixwazin li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk bimeşînin. Li şûna têkoşîna çekdarî û têkoşîna gerîla, tercîha me li ser têkoşîna bi siyaseta demokratîk e. Eger bi israr êrişa tinekirinê li hemberî me neyê kirin, bêguman em dixwazin bi têkoşîna demokratîk siyasî vê têkoşînê bimeşînin.
Lewma gelê me divê vê têkoşîna 50 salî her tim bi bîr bîne. Yên ku bi dîroka xwe nizanin, yên ku xwe nespêrin dîroka xwe nikarin bibin xwedî paşerojekê. Eger Kurd wê paşerojê bi rengekî demokratîk û azad bijîn, divê bi vê dîroka PKK’ê zanibin, wê xwedî lê derkevin, bi nirxên wê paşerojê demokrasî û azadiyê bi dest bixin. Ji ber vê xwedîderketina li PKK’ê girîng e. PKK’ê hebûna Kurdan garantî kir, hebûna Kurdan anî vê nuqteyê. Ji xwe di destpêka PKK’ê de armanca me ya bingehîn ew bû; afirandina gelekî ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Hemû armancên ku di destpêka PKK’ê de hatin destnîşankirin bi ser hatin xistin. Belê, PKK’ê jî wextekê got dewlet, nêzîkatiyên xwe yên bi wî rengî hebû lê belê hîn ji destpêkê ve nêzîkatiyeke welê hişk nebû. Her tim xwişk û biratiya gelan, Rojhilata Navîn a demokratîk diparast. Ji aliyê îdeolojîk ve me dest ji reel sosyalîzmê berda, me dest ji feraseta wê ya dewletê berdan. Me destnîşan kir ku dewlet û sosyalîzm nabe, sosyalîst nabe bibe dewletparêz. Niha em ketin nava demeke nû ya têkoşînê.
Bêguman me divê salvegera PKK’ê her tim pîroz bike. Cejneke partiyê ye, cejneke berxwedanê ye. Vejîn û hebûn bi rêya wê pêk hat. Heta ku ev neyê bîranîn, hişmendiya 50 salî ya têkoşîna PKK’ê neyê fêhmkirin, bêyî fêhmkirina rastiya Rêbertî û PKK’ê Kurd nikarin bi rengekî çêker û xurt li paşerojê binihêrin. Nikarin paşerojê ava bikin, nikarin jiyana azad û demokratîk bi dest bixin. Ji ber vê di salvegera partiyê de divê li her derê pîrozbahî bêne lidarxistin. Divê her kes li her derê nîqaş bike, nirxên PKK’ê fêhm bikin. Pîrozbahî divê di vê çarçoveyê de bêne kirin. Yanî pîrozkirina her salê ji bo fêhmkirina nirxên PKK’ê û bi vî rengî bidestxistina paşerojê ye. Divê di nava hewldaneke bi vî rengî de be.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li gelek deverên cîhanê bi çalakiyan tê pêşwazîkirin. Di demekê de ku tundiya li hemberî jinê zêde bûye, girîngiya belavkirina xeta azadiyê ya jinê û têkoşîna li dijî tundiya bi serweriya mêr çi ye?
Xwişkên Mîrabel ên ku li tundiyê rast hatin û hatin qetilkirin, hemû jinên hatin qetilkirin bi minet û hurmet bi bîr tînim. Têkoşîna jinê têkoşîna mirovahiyê, azadiyê, demokrasiyê ye. Têkoşîna jinê têkoşîna pêkanîna hebûna civakê ye. Têkoşîna jinê têkoşîna xwedîderketina li hemû nirxên mirovahiyê ye. Lewma tundiya li hemberî jinê bi eslê xwe êrişa li dijî mirovahiyê ye, êrişa li ser civakê ye, êrişa li dijî azadiyê ye. Êrişa li hemberî hemû nirxên erênî ye. Divê ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Jin zayenda bingehîn e ku civak afirandiye. Lewma şaneya me ya bingehîn e ku mirovahî, civak ava kiriye. Lewma êrişa li hemberî jinê ne tenê tundiya li hemberî jinekê ye. Yan jî ne tenê êrişa li hemberî zayenda jinê ye. Êrişa li hemberî tevahiya civakê, mirovahiyê ye, êrişa li dijî her kesî ye. Li cîhanê 6, 7 milyar mirov hene, lewma her kes divê êrişa li dijî jinê weke êrişa li hemberî xwe bibîne. Yên bi vî rengî nêzîk nebe, xwe nas nake. Dûrî xwenaskirinê ye. Fêhmnekirina mirov û civakê ye. Rabûna li ber tundiyê sekneke gelekî girîng e, helwesteke girîng e. Heta ku sekn li dijî tundiya li jinê neyê nîşandan, kes nikare azadîparêz, demokrat û sosyalîst be. Mijareke ewqasî girîng e. Bilindkirina dest li hemberî jinê, bilindkirina dest li hemberî mirovahiyê ye. Rakirina dest li hemberî jinê di heman demê de tê wê wateyê ew kes li xwe jî dixe.
Divê mirov mijara jinê rast fêhm bike. Di vê mijarê de Rêber Apo pêngaveke girîng kir, rastiya jinê bi kûrahî raxist pêş çavan, danî pêşiya jinan û mirovahiyê. Karekî pîroz e. Yek ji karên herî pîroz ên dîrokê, pêngava azadiya jinê ya Rêber Apo ye. Kar û nirxandinên wî yên têkildarî azadiya jinê ye. Pir pir girîng e. Qîmetê vê yekê wê paşerojê hîn bêhtir bê fêhmkirin. Hîn jî hinek hene ku xeta azadiya jinê fêhm nekirine. Sosyalîstan bi xwe jî baş fêhm nekirine. Demokratan jî baş fêhm nekirine. Fêhmkirina xeta azadiya jinê demokratbûn, sosyalîstbûna rasteqîn e. Divê ev yek bi vî rengî bê destnîşankirin.
Tundiya li hemberî jinê tê wateya tirsa ji xurtbûna jinê. Tirsa ji xurtbûna jinê ne tenê tirsa mêrekî ye. Tirsa sîstemê ye. Ev tirsa sîstema modernîteya kapîtalîst, tirsa sîstema serwer e. Xurtbûna jinê, azadiya jinê tê wateya azadiya giştî. Ev jî qelihandina koka kapîtalîzm û dewletparêziyê ye. Ji ber vê li dijî têkoşîna azadiya jinê êrişeke sîstemî heye. Êrişeke dewletan heye. Ne weke berê bi rengekî hişk, lê êrişên gelekî bi zirav dikin bi her rê û rêbazê. Bêguman ji xurtbûna jinê ditirsin. Mêr jî dibînin ku dema jin azad bibe, wê feraseta serweriya mêr hilweşe ku bi hezaran salan ketiye nava genê wan. Kompleksa serweriyê bi hemû mêran re heye. Di nava hezaran salan de ev hatiye afirandin. Ev yek bi taybetmendiyên şexsî yên mirovan re nîne. Di nava dîroka bi hezaran salî ya mirovahiyê de ketiye nava genê wan, mejiyê bi serweriya mêr. Kompleksa serweriyê heye. Ji ber vê azadiya jinê weke êrişek li ser wê komploksa serweriya mêr dibînin. Ji wan heye ku wê tiştekî winda bikin. Ew komplek komplekseke pûç e, feraseteke pûç a serweriyê ye. Ji ber vê divê mirov li ber tundiya li dijî jinê rabin.
Tundiya li hemberî jinê pîralî ye. Tundiya li dijî jinê bi hezaran rûyî tê kirin. Piralî ye, ne tenê kuştina fîzîkî ye. Ew jî heye, bi rastî jî bi hêsanî dikarin bikujin. Çend mêran jin kuştin? Çend jinan mêr kuştin? Bila bidin ber hev. Çima mêr bi hezar qatî, bi deh hezar qatî zêdetir jinan dikujin? Jin çima tiştekî bi vî rengî nake? Divê li vê yekê bê pirsîn. Li hemberî jinê bilindkirina dengê xwe jî tundî ye. Mêr bi rehetî li pêşberî jinê dengê xwe bilind dikin. Jin zêde zehmetiyê nekişînin, tengav nebin dengê xwe bilind nakin. Bi hestewarî nêzîk dibin, dema pir giran be nerazîbûnê nîşan didin. Lê belê mêr dema ku tiştek bibe, li hemberî xwe jinekê bibîne dikare bi hêsanî dengê xwe bilind bike. Ew jî tundiyek e. Her cûreyên tundiyê heye. Tundiya civakî, çandî, aborî heye. Jin dibêjin em nikarin bi şev derkevin derve. Mêr bi rehetî digerin. Çima? Jin jî dikare bigere. Feraseteke kevneşop heye.
Jin bi rengekî rêxistinbûyî li ber tundiyê radibin. Em vê helwesta wan silav dikin. Rabûna li ber tundiya mêr tê wateya dijberiya li şer. Rabûna li ber her cûre tundiyê ye. Ji ber ku kok, çavkaniya hemû tundiyan ew e. Heta ku mirov ji tundiya li hemberî jinê re nebêje na, ti wate û qîmeta rabûna li ber şer nîne. Ji ber vê rabûna li ber tundiya li hemberî jinê pir pir girîng e. Bi vê wesîleyê em Rêbertî careke din bi hurmet silav dikin. Rêbertî di vê mijarê de fikir da me hemûyan. Ne tenê karê azadiya jinê kir, ne tenê azadiya jinê bi pêş xist. Em jî, mêr jî ji koletiya xwe rizgar kir. Em jî koleyên kompleksê mêr û serweriyê bûn. Lewma jin bi gelek tiştan deyndar in, lê belê mêr jî divê bibînin ku bi gelek tiştan deyndar in.
Li Kurdistanê welatparêzên me hene, divê helwesta wan a li hemberî jinê biguhere. Divê kes tundiyê li jinê neke. Eger ji derdora xwe, ji nava xizmên xwe bibihîze ku tundî li jinê tê kirin, divê li ber rabe. Mêr ên ku ji kompleksa serweriyê rizgar bûne divê li ber tundiya li dijî jinê rabin. Di nava civakê de divê vê çandê biafirînin. Wê bibêje ‘ez welatparêz im’ lê belê tundiyê li jinê bike. Jin weke welat e, divê bi vî rengî bê dîtin. Çawa ku mirov li ber tundiya li hemberî welêt radibe, divê bi heman rengî li ber tundiya li jinê jî rabe. Ev ne tenê pirsgirêka jinê ye, bi esasî pirsgirêka mêr e. Em qala tundiya mêr dikin. Lewma divê mêr ji vê çanda tundiyê rizgar bibin. Ev çand gelekî qirêj e, gelekî nebaş e. Mêr ê ku xwedî çanda tundiya li hemberî jinê ye mêr ê nebaş e. Yê ku tundiyê li jinê bike nikare bibe welatparêzekî baş, nikare bibe demokratekî baş. Ne tenê wê wekhev bibîne, wê bi qîmet bibîne. Hem wê wekhev bibîne hem jî bi qîmet bibîne. Azadiya jinê tişta herî hêja û bi qîmet e. Ne tenê ji bo jinê, ji bo tevahiya civakê tişta herî hêja ye. Bi vê wesîleyê li gel piştevaniya bi têkoşîna jinan em bang li mêran hemûyan jî dikin ku li ber tundiya li jinê rabin. Welatparêziya rastî, têkoşîna azadiyê ya rastî beriya her tiştî bi vê seknê dibe. Gelekî girîng e ku mirov xwe bigihîne vê têgihiştinê.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ku di 21’ê Mijdarê de li hev kom bû, biryar da ku li Îmraliyê hevdîtinê bi Rêberê gelan Ocalan re hevdîtinê bike. Beriya her tiştî we ev biryar çawa pêşwazî kirin?
Bêguman em biryara çûyîna gel Rêbertî erênî dibînin. Ji xwe ev daxwaza me jî bû. Li aliyê din Rêbertî di sala 2012’an de jî gotibû ‘Bila komîsyonek ava bibe, ez nêrînên xwe ji wê komîsyonê re ragihînim’. Rêbertî dixwaze ji Meclîsa ku dibêje ew temsîla gelên Tirkiyeyê dike, qala rewşê bike. Me çima serî rakir, em çima têkoşiyan, ev têkoşîn, ev serîrakirin wê bi dawî bibe, eger em ê bibin xwişk û bira ev yek wê çawa pêk were? Dixwaze vê vebêje. Vegotina ji meclîsê re, vegotina ji komîsyona meclîsê re vegotina ji civaka Tirkiyeyê re ye. Rêbertî vê girîng dibîne. Dixwaze Kurd bêne fêhmkirin. Kurdan çima serî rakir? Niha tê xwestin ku dest ji vê serhildanê bê berdan û xwişk û biratî bê avakirin. Tê xwestin ku bi Tirkiyeyê re entegrasyona demokratîk pêk were. Dixwaze vê ji meclîsê re vebêje. Lewma biryareke bi vî rengî girîng e. Mijarek bû ku Rêber Apo dixwest, meclîsê dixwest. Ji ber vê biryar hate dayin. Em hêvîdar in ku bi xêr be. Ewqas hevdîtin hatin kirin, bi her kesî re hevdîtin hate kirin. Herî dawî jî bi Rêber Apo re hevdîtin tê kirin. Bêguman wê bi Rêber Apo re hevdîtin bê kirin, muxatab ew e. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtin neyê kirin, her hevdîtin wê kêm bimîne. Wê nikaribe Kurdan temsîl bike. Nikare rastiya Kurdan dîne holê. Belê, bi her kesî re hevdîtin hate kirin û bi xwezayî herî dawî hevdîtina bi muzakerevanê sereke û Rêberê Kurdan bêguman mijareke girîng e. Gaveke girîng e. Diviyabû ev gav bihata avêtin. Eger wê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, Tirkiye wê demokratîk bibe diviyabû ev gav bihata avêtin. Ev gav hatiye avêtin. Em bi vî rengî erênî dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi xêr be.
Ev hevdîtin ji bo pêvajoyê xwedî girîngiyeke çawa ye?
Ev hevdîtin bêguman girîng e. Bi vê hevdîtinê re wê pêvajoyeke nû destpê bike. Yanî piştî hevdîtina bi Rêber Apo re êdî pêvajoya berê nikare dubare bibe. Nikare dubare bibe. Li her kesî hate guhdarîkirin, li Rêbertî hate guhdarîkirin wê demê divê êdî ev nîqaş, nirxandin bigihêje encamê. Ev encam jî guhertinên qanûnî û avêtina hin gavan be. Naxwe, wê bibe hewldaneke vala. Beriya her tiştî divê şert û mercên azadiyê yên Rêbertî bêne afirandin. Divê Rêbertî di rewşeke welê de be ku karibe bi rengekî azad û tenduristî bixebite. Eger wê pirsgirêkeke bi vî rengî ya dîrokî çareser bibe, bêguman Rêber Apo divê karibe bi kes û derdorên cuda re hevdîtinê bike. Naxwe we çawa bibe? Heta niha dewlet, komîsyonê hevdîtin kir, lê guhdarî kir, Rêbertî bi dewletê re hevdîtinê dike, lê belê divê êdî karibe ji civakê re jî bibêje. Pirsgirêkeke civakî ye. Ji bo vegotina ji civakê re, ji bo îqnakirina civakê divê Rêbertî karibe bi rola xwe rabe. Tu yê rabe bi yekalî propagandayê bike, bibêje ‘Apo nebaş e, pirsgirêka Kurd nîne’, bi gotinên yekalî nabe. Divê derdorên civakî û cuda zanibin ku aliyê vê meseleyê çi difikire. Li aliyê din bêguman divê hin qanûn bêne derxistin. Qala qanûnên derbasbûnê hate kirin. Belê, PKK hate fesixkirin, çek hatin şewitandin, gelek gav hatin avêtin. Niha çarçoveya qanûnî ya vê yekê wê çawa bibe? Çarçoveya wê ya hiqûqî wê çawa be? Wê siyaseta demokratîk bê kirin. Gelo niha siyaseta demokratîk dikare bi awayekî azad bê kirin? Bi hezaran siyasetmedarên demokratîk girtî ne. Hîn jî siyaseta demokratîk di bin gefê de ye. Wê demê divê rewşeke welê derkeve holê ku siyaseta demokratîk bi rengekî azad lê bê kirin. Em ji vê re bibêjin Qanûnên Azadiyê.
Bêguman piştî ku bi Rêbertî re hate axaftin divê pêvajoyeke nû destpê bike. Ji xwe komîsyon wê raporê amade bike. Eger bi rastî jî dewlet wê vê pirsgirêkê çareser bike, meclîs a ku nûnerê civakê wê vê pirsgirêkê çareser bike divê bi cidî nêzîk bibe. Divê bi taktîkî nêzîk nebe, neke weke amûrekê, divê cidî nêzîk bibe. Pirsgirêkeke cidî ye. Nîvê sed salên Tirkiyeyê bi şer derbas bû. Ev tê çi wateyê? Dewletek, hêzek eger ewqasî bi şer ve mijûl bibe, wê ji hal nekeve? Wê gelek tiştan winda neke? Hevsengiya wê, wê xera bibe. Hevsengiya wê xera bûye.
Ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê, ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek e. Divê ev yek rast bê nirxandin û xwe ji pirsgirêkên 50 salan rizgar bikin. Divê xwe ji vê ragirtinê rizgar bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev gav, yanî hevdîtina bi Rêbertî re divê pêvajoyeke bi vî rengî bide destpêkirin. Divê bi vî rengî be.
CHP’ê biryar da ku neçe Îmraliyê. CHP piştî vê biryarê wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de karibe roleke çawa bilîze?
Eger bi vî rengî nêzîk bibe CHP wê di çareseriya pirsgirêka Kurd de nikaribe bi rol rabe. Belê wê gotinan bibêje, dikare di gotinê de bîne ziman lê belê tevkariya wê ya li çareseriya pirsgirêkê wê zêde nebe. Çima biryareke bi vî rengî dan? Bi rastî jî nêzîkatiyeke seranser e. Nizanim di bingehê de, di nava gel de filan nerazîbûn heye, ji filan cihî ev nerazîbûn heye? Ne welê ye. Rast nîne. Di bingehê de nerazîbûnek welê nedihat. Dibe ku ji hinekan bihata. Di bin bandora hin derdorên klasîk ên li dijî Kurdan, dijminê Kurdan, yên ku hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nakin de ma û bi vê bandorê ev biryar wergirtin. Naxwe bingeha CHP’ê ne weke ku wan gotine. Ji ber ku li Çûkûrovayê, Derya Spî, Ege, Marmarayê bingeha CHP’ê û Kurd di nava hev de ne. Û di çend hilbijartinan de ji ber nêzîkatiya Kurdan CHP bi ser ket. Di hilbijartinên şaredariyan de bi ser ket, di hilbijartinên Serokkomariyê de dengê herî zêde ji Kurdan wergirt. Lewma, berê hebû, belê. Dijberiyeke li Kurdan hebû, lê belê ew dijberiya li Kurdan hate şikandin. Ji ber vê yekê hincetên CHP’ê rast nînin. Gelekî seranser in, hincetên sivik in. Di wê astê de ye ku li qehwexaneyan ji hin kesan re propagandaya wê bê kirin e. Ev yek pirsgirêkeke dewletê ye, ne pirsgirêka partiyê ye. Belê, kiryarên AKP’ê hene, wê dikin hincet. Belê em jî rast nabînin. Ev pirsgirêk eger pirsgirêkeke giştî ya Tirkiyeyê be divê piştgiriya civakî bê zêdekirin. Lewma me polîtîkayên li hemberî CHP’ê rast nedîtin. Me nêzîkatiyên AKP’ê yên têkildarî pêvajoyê û çareseriyê rast nedît. Lê belê ev nêzîkatî ne nêzîkatiyeke welê ye ku bi nêzîkatiya AKP’ê ve bê girêdan. Ev mijar dewletê, gelên Tirkiyeyê eleqedar dike. Mijareke ku Erdogan, AKP’ê eleqedar dike nîne. Ji ber vê yekê bi gotina, ‘AKP filan tiştî dike’ nikare helwesta xwe mafdar nîşan bide. Ya rast AKP’ê ev dixwest. Ketin xefika AKP’ê. Qaşo bi xwe biryareke azad wergirtin, ne welê ye. Biryareke azad nehatiye girtin. AKP bi nêzîkatiyên welê hewl da CHP’ê bixe nava rewşeke bi vî rengî û di dawiyê de jî bû. Ya ku AKP’ê dixwest, bû. Yên ku ji ber vê herî zêde kêfa wan bê AKP’yî ne. Ev mijar mijareke cidî ye.
Wekî din ev gotin, demogojî ye. Divê nebêjin, nekin. Dibêjin, ‘Em ê nizanim bi yên rewa re biaxivin, bi DEM’ê re biaxivin, bi filan kesî re biaxivin’. Ev demogojî ye. Ev yek nedîtina hestên Kurdan e. Cih, wateya Rêber Apo di nava Kurdan de tê zanîn. Nizanim dibêjin, ‘Di nava Kurdan de bandora xwe nîne’. Tiştekî welê nîne. Ew gotin e. Heta ku hurmet ji Rêber Apo re neyê nîşandan, hurmet ji gelê Kurd re nayê nîşandan. Her kes wê bi vê zanibe.
Dibêjin, nizanim 50 hezar kes mirine. Ya şer qewimî şer. Vaye tê xwestin ku şer bê rawestandin. Tê xwestin, şerek bê qedandin. Ev helwest alîgiriya dewamkirina şer e. 50 hezar kesên din bêne kuştin. Tê vê wateyê. Belê di şer de mirin. Leşker jî mirin, gerîla jî mirin. Belê şer qewimî. Niha dibêjin filan tişt bû, nizanim li filan cihî filan kes mir. 4 hezar gund hatin valakirin, bi milyonan mirov hatin koçberkirin. Derdora 17 hezar kuştinên kiryar nediyar hene. Di odeyên lêpirsînê de bi salan êşkence hate kirin. Bi sed hezaran mirov ketin zindanê, bi deh hezaran hîn jî girtî ne. Ma çi neanîn serê vî gelî. Bi her awayî zilm hate kirin. Niha dibêjin, nizanim ewqasî leşkerên me mirin. Belê, mirin. Ewqasî jî ciwanên Kurd mirin. Şer çima bû? Ya ku bû sedema vî şerî polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan e. Kurdan li ber vê yekê serî rakirin. Niha tê xwestin, ev şer bê rawestandin. Ji xwe yên ku şer kirine wê aştiyê bikin. Ji Mandela re jî çi digotin? Heman nêzîkatî dihate nîşandan. Çi bû? Dibêjin, nizanim lîderê vê rêxistinê, berpirsyarê ewqas kuştinan e, bi wî re nabe. Ev demogojî ye, nêzîkatiyeke erzan e. Ev yek axaftina ji mirovekî ji rêzê yê li taxê ye. Ma siyaset bi vî rengî tê kirin? Em ne bawerin ku civaka Tirkiyeyê, bingeha CHP’ê weke ku ew dibêjin difikirin. Eger nêzîkatiyeke rast nîşan bidana wê bingeh piştgiriya wan bikira. Tu pêşeng e. Divê tu polîtîkayê hilberîne. Di bingehê de eger tiştek hebe, tu yê bibêje ya rast ev e. Na, dibêjin ‘bingeha me bi vî rengî ye’. Bi dîtina min ev şaş e. Argumanên CHP’ê hemû şaş in. Niha hewl didin biparêzin, lê dikevin rewşeke hîn xerabtir. Dibêjin me ji ber filan tiştî kir, ji ber filan tiştî em endam nadin heyetê. Yanî ewqasî tengav bûne hema çi tê ber devê wan dibêjin.
CHP bernameyek amade kiriye, dibêje em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, pirsgirêka demokratîkbûnê çareser bikin. Baş e, ev ê çawa bibe? Bi vê nêzîkatiyê nabe. Tu yê Kurdan bixeyidîne, ji civaka Kurd nerazîbûnê werbigire, ev nêzîkatiya demokratîk nîne. Belê kiryarên AKP’ê rast nînin, tiştekî demokratîk nîne. Lê belê ev nikare ji helwesta CHP’ê re bibe hincet. Wê demê hinekî din wê timî te bi rê ve bibe. Tu çima filan tiştî bêvan tiştî dike hincet. A rast çi ye? A rast çi be, tu yê wê bike. Ya rast çûyîna gel Rêber Apo bû. Nûnerê vî gelî ye. Muzakerevanê sereke ye. Piraniya Kurdan Rêbertî weke Rêberê xwe qebûl dikin. Ji vê rastiyê nikare bireve. Dibêjin, ‘Na, Kurdan temsîl nake’. Qala Selahattîn dikin. Selahattîn niha bi van dikene. Ew helwest beriya her tiştî bêhurmetiya li hemberî Selahattîn e. Bila biçin jê bipirsin bê Selahattîn wê qebûl bike vê helwesta wan? Selahattîn Demîrtaş jî ji her kesî bêhtir dixwaze ew heyet biçe gel Rêbertî. Naxwaze bê gel wî, dixwaze biçe gel Rêbertî. Ji ber vê bila navê Selahattîn bilêv nekin. Selahattîn jî parçeyek ji vî gelî ye, ji nava vî gelî rabûye, siyasetmedarekî hêja ye. Ew jî weke hemû Kurdan Rêber Apo weke Rêberê gelê Kurd, muzakerevanê sereke dibîne. Rêbertî, muzakerevaniya sereke ne tiştekî welê ye ku li dora maseyê diyar bibe. Di encama têkoşînekê de, di encama siyasetekê de derdikeve holê. Selahattîn Demîrtaş jî di encama vê siyasetê, vê têkoşînê de derkete holê. Eger deng stendibe bi wî rengî deng stendiye.
Ji ber vê yekê CHP dive şaşitiya xwe bibîne. Em lê binihêrin, çiqasî wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl bide, çiqasî wê xwedî lê derkeve. Bernameyeke xwe ya Kurd heye? Tiştên giştî dibêje. Perwerdeya bi zimanê dayikê heye? Demokrasiya xwecihî heye? Qebûlkirina Kurdan, nasnameya Kurdan li destûra bingehîn heye? Bila projeyekê dîne holê. DEM’iyan gelek caran gotin. Bila CHP pêşengiyê bike, bernameyekê dîne holê ji bo pirsgirêka Kurd. Heye? Na. Tiştên giştî dibêje. Belê pirsgirêka Kurd heye. Heye, lê wê çawa bê çareserkirin? Gotina ‘Heye’ têrê nake. Di heman demê de divê rêbaza çareserkirinê bê destnîşankirin. Wê van destnîşan bike. Demokratîkbûn bi vê yekê dibe. Wê qala demokrasiyê bike, wê kiryarên nedemokratîk ên AKP’ê rexne bike, lê belê wê têkildarî pirsgirêka Kurd helwesta pêwîst, îrade, bername neyê nîşandan. Lewma bi gotinê nabe.
Bêguman Kurd wê têkoşîna xwe dewam bikin. Belê helwesta CHP’ê demokratîk nîne. Biryar, encameke ku ji dijberiya li Kurdan bi bandor bûye. Li hemberî dijberiya demokratîk a AKP’ê radibe, lê bi heman rengî bê bêhurmetiya li hemberî îradeya gelê Kurd, bi nirxandina hest û îradeya Kurdan li gorî xwe, CHP heman tiştî dike. Ez vê gavê mijara CHP’ê bi vî rengî dinirxînim.

