Sêşem, 25 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Çûyîna komîsyonê ya ji bo giravê pêşketineke dîrokî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vahap Coşkun: 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo ya ji bo 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şandina heyetê ji bo Îmraliyê, dawî li nîqaşa li ser muxatabiyê aniye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Daxwaza aştiyê bi yekalî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo malbata şervana YPJ’ê serdana sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK’ê hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Mûnzûr: Jinên Kurd bi saya hêza ku Rêbertî daye îrade bidest xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona Kongra Star: Li dijî desthilatdariyê em hêza xwe bikin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    SAMER: Di navbera 1’ê Tîrmehê-24’ê Mijdarê de herî kêm 362 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Yekîtiya jinan wê Aştî û Civaka Demokratîk garantî bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Êzidî û Ereb peyama 25’ê Mijdarê: Em ê bi ramanên Rêber Apo bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran bangên ji bê meşên 25’ê Mijdarê hatin kirin: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > YPG’ê fermandarê serfiraz Masîro Xabûr bi bîr anî
Rojava

YPG’ê fermandarê serfiraz Masîro Xabûr bi bîr anî

YPG'ê fermandarê serfiraz ê berxwedana Kobanê Masîro Xabûr bi bîr anî û got " Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li tevahiya gelên Sûriyeyê belav bûye bêguman hevalê Masîro bi xwe ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 16 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê şehadeta yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

’’Bi xemgîniyeke mezin me bihîst ku yek ji fermandarên efsanewî yên berxwedana dîrokî ya Kobanê û her wiha endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê heval Bedirxan Abo (Masîro Xabûr) gihaştiye şahadetê. Heval Masîro, ku di dema berxwedana Kobanê de hatibû Rojava, bi taktîkên xwe yên fermandariyê û ruhê xwe yê şer pêşengiya pêşveçûna berxwedanê kir û bi fedakarî gelê me li dijî êriş çeteyên DAIŞ’ê parast. Îro, em ji bo şehadeta Heval Masîro, ku yek ji pêşengên berxwedana ku li seranserê bakur-rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, sersaxiyê ji hemû gelê xwe, bi taybetî ji malbata wî ya welatparêz a bi rûmet re dixwazin.

Hevalê Masîro Xabûr li gundekî navçeya Gever a Colemêrgê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hestên wî yên welatparêziyê girêdayî hawirdora lê mezin buyî bi xurtî pêşketine. Ji ber ku malbata wî rastî zilma dijmin hat, di temenê xwe yê ciwan de rastiya berxwedanê naskiriye. Ji ciwaniya xwe ya zû ve, sempatiyeke wî ya xurt ji bo tevgera azadiya Kurd hebû. Piştî ku tevgera azadiya Kurd nas kir, tevlî refên gerîla bû. Wî di şerê gerîla de bi salan ezmûneke şer a berfireh bi dest xist. Hem di şer de û hem jî di fermandariyê de jêhatî bû. Bi kesayeta xwe ya şerker hebûna xwe li çiyayên Kurdistanê dide diyarkirin. Bi şerê gerîla yê meşandî di serî de li Botan, Behdînan, Zagros, Qendîl, Bradost û Çiyayên Amanosê, ezmûneke berfireh bi dest xist. Ji bo parastina gelê me; li gorî pêdiviyên têkoşîna azadiya Kurd, li her derê bi awayekî çalak beşdarî hewldanên parastinê bû.

Bi “Bihara Erebî” ya ku di sala 2011’an de dest pê kirî, li seranserê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêvajoyek şoreşgerî dest pê kir. Komên çete yên cîhadîst ku dixwestin şoreşa gel asteng bikin, bi taybetî êrişî şoreşa Rojava kirin. Li gelek deverên ku Kurd lê dijîn, ji Efrîn, Kobanê, Heleb û heta herêma Cizîrê, komkujî hatin kirin. Piştî çeteyên Artêşa Azad û El Nusra, êriş zêde yên çeteyên DAIŞ’ê dest pê kirin. Li hemberî van êrişan  li çar beşên Kurdistanê û cîhanê bertekên mezin hatin nîşandan. Bi taybetî ciwanên Kurd li hember van êrişan bêxem neman û ji bo parastina gelê Rojava bi awayekî çalak seferber bûn.

Di sala 2013’an de gefên mezin ên komkujiyên li ser gelê me zêde bûbûn û ji ber vê jî hevalê Masîro bi komeke gerîlayan re ji çiyayên Amanos derbasî Efrînê bû û tevlî hewldanên parastina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bû. Bi saya ezmûna xwe ya dirêj a şerê li çiyayên Kurdistanê, heval Masîro pêşengiya şervanên YPG-YPJ kir. Piştî ku demek kurt beşdarî berxwedana berdewam a li Efrînê derbasî Kobanê bû. Ev dem, dema ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê dest bi tevgerînê kirî  û gelek deveran dagir dikir bû. Ji destpêkê ve, heval Masîro beşdarî xebata ku di nav gelê Kobanê de yekitî avakirinê bû û gel beşdarî xebatên parastinê kir. Wî bandor li her kesê ku bi wan re diaxivî, bi taybetî ciwanan bandor kir. Heval Masîro ne tenê bandor li gelê Kobanê, di heman demê de li gelek ciwanên li Bakurê Kurdistanê jî tesîreke mezin kir, wan teşwîq kir ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava. Wî her kesî, ciwan û mezin, li dora xwe kom kiribû, wan di milê parastinê de perwerde dikir û wan ji bo êriş dijminan amade dikir. Ji sala 2014’an pê ve, çeteyên DAIŞ’ê pêşî hewl dan ku gundên Kobanê û deverên derdora wan dagir bikin. Di vê heyamê de, li deverên rojhilatê Kobanê yên wekî Sauma Sirînê, Tepe Sêvê, Gundê Kendalê û Gundê Bîrgulê şerên bênavber dest pê kirin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî van deveran kirin, bi hêzên parastinê yên li van gundan koordîne dikir û li kêleka şervanan di eniyên pêş de cihê xwe girt, hevalê Masîro bixwe bû. Ne ji dûr ve, rasterast di nav şer de koordîne dikir.  Bi vî awayî gelek êriş çeteyan têk biribû.

Çeteyên DAIŞ’ê, piştî ku di êriş destpêkê de derbeyên giran xwarin, di payîza 2014’an de êriş xwe jinûve dest pê kirin. Vê carê, li Dibistana Serzorî û li gundê Kopirilik, li dijî çeteyên ku navenda bajarê Kobanê hedef digirtin, rastî berxwedana bênavber a şervanên YPG-YPJ’ê hatin. Ev berxwedanên dîrokî, ku ji hêla heval Masîro ve dihatin koordînekirin, ji çeteyên DAIŞ’ê re nîşan dan ku berdêla êrişa wan a li ser Kobanê dê giran be. Çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran endamên çeteyan, digel hemû tank, top û çekên din ên ku ji Iraq û Sûriyeyê desteser kiribûn, Kobanê dorpêç kir û hedef girt. Di wê demê de, heta hêzên navneteweyî jî li hember DAIŞ’ê di nav tirs û xofeke mezin de bûn. Bajarên li Iraq û Sûriyeyê, ku ji hêla deh hezaran leşkeran ve dihatin parastin, ji tirsan radestî çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin. Wekî din, gelek dewletan bi taybetî dewleta Tirk her cûre piştgirî dan çeteyên DAIŞ’ê. Bi kêfxweşiya serkeftinê ya ku bi dest xistibû DAIŞ’ê êrişî Kobanê dikir. Lê Kobanê cihê şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Lewma ev êrişa DAIŞ’ê tevahiya şoreşa Rojava dixist xetereyê. 

Li dijî êriş berfireh ên DAIŞ’ê, gelê Kobanê dê li kêleka şervanên YPG-YPJ’ê ya bi pêşengiya  Fermandar Masîro tevlî berxwedanê bibûna. Tevî ku demek kurt bû jî, gelê Kobanê Fermandar Masîro nas kir û li kêleka Wî li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedanek dîrokî da meşandin. Çeteyan tevahiya bajêr dorpêç kir û bi hemû çekên xwe êriş kirin. Li navenda bajêr şerên kolan bi kolan dest pê kirin. Li Girê Miştenûrê, ku cihê herî stratejîk ê Kobanê ye, şerên dijwar pêş ketin. Di van êriş dijwar de; Heval Masîro bi moral û perspektîfên dida hêzên xwe, zexta psîkolojîk a dijmin şikand. Heval Masîro şêwaz û taktîkên çeteyên DAIŞ’ê zû fam kir û fêm kir ka çawa li dijmin bide. Her ku êriş çeteyan zêde dibûn, şervanên berxwedana Kobanê, bi pêşengiya Heval Masîro, bi nêzîkatiyek tîmê mobîl ji piştê ve dijmin dorpêçkirin û ji nişka ve li çeteyên DAIŞ’ê xistin û ew di şoqê de hiştin. Li ser vê bingehê, wî bi nêzîkatiya hunermendekî, bi baldarî û bi êrişên zirav zanibû derbên giran li çeteyan bide. DAIŞ’a ku êrişî ku derê bikira digirt, li hemberî berxwedana Kobanê har bû û êrişên xwe zêdetir kirin. Êdî di destê wan de bi tenê êrişên xwekujî mabû. Tevî êrişên xwekujî û digel hemû çekên di destê xwe de, xwestin berxwedana Kobanê bişkînin. Bi taktîkên şer ên pêşketî yên Fermandar Masîro, çeteyan derbên giran xwarin. Ew şerê ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan digot; “Kobanê ket ha dê bikeve!” veguherî berxwedaneke mezin û Kobanê  weke Stalîngrada serdemê navê xwe li dîrokê nivîsand.

Gelek şervan û fermandarên ku beşdarî berxwedana Kobanê bûn û gihîştin şehadetê, bi hev re li kêleka ghevalê Masîro şer kirin. Şivan Gever, Cemşît Elî Esker, Zehra Penaber, Çeko Amed, Diyar Bagok, Rêzan Amed, Dilgeş Gûzareşî, Cûdî Amed, Mazlûm Kobanê, Rustem Efrîn, Arîn Mîrkan û bi sedan şehîd û şervanên din ên qehreman, ku pir zêde ne ku meriv behsa wan bike, li kêleka hevalê Masîro di berxwedanê de cihê xwe girtin. Bi saya berxwedana mezin a Kobanê, bi sedan demokratên şoreşger ji çar aliyên cîhanê tevlî têkoşîna azadiya Rojava bûn. Bi dehan ji wan di vê berxwedanê de şehîd bûn. Careke din, di rûpelên dîrokê de hate tomar kirin ku şoreş bi fedakarî û berdêlên mezin tê bidestxistin.

Di berxwedana ku bi pêşengiya Fermandar Masîro de pêşketî, gelek gerîla ji çiyayên Kurdistanê, her wiha şoreşgerên enternasyonalîst ji her çar beşên Kurdistanê, bi taybetî ji Bakurê Kurdistan û ji cîhanê ber bi berxwedanê ve herikîn. Bi berxwedana Kobanê re, şoreşa Rojava hemû sînoran derbas kiribû. Êdî tevahiya cîhanê behsa Kobanê dikir û bi berxwedana Kobanê cesaret girt û li dijî DAIŞ’ê tevgeriya. Bi berxwedana Kobanê re, DAIŞ dest bi têkçûnê kir û ket pêvajoyek ku ber bi qedandinê ve diçû. Berxwedana Kobanê ne tenê ji bo Kurdistanê, di heman demê de ji bo giştî mirovahiyê veguherî şoreşek cîhanî. Li Kobanê, ne tenê pêşeroja gelê Kurd, di heman demê de pêşeroja tevahiya mirovahiyê li seranserê cîhanê hate rizgarkirin. Hevalê Masîro; serpêhatiyên xwe yên di şerê Kobanê de, tevî hemû bûyer û qehremanên wê, di pirtûkek du cildî de bi berfirehî vegotiye. Her bûyer û pevçûnek belgeyeke berxwedanê ya mîna romanekê ye û hevalê Masîro rastiya wê bi awayekî nivîskî ji bo dîrokê hiştiye.

Berxwedana Kobanê, ku bi mehan dom kir, kolan bi kolan, avahî bi avahî berdewam kir. Heval Masîro ku li her eniya berxwedanê hebû, li kêleka hevalên xwe yên şer dixebitî. Ew ji şervanên xwe cuda nebû, di her kêliya şer de li kêleka wan radiwestiya. Piştî ku DAIŞ li navenda bajêr têk çû, heval Masîro beşdarî koordînasyona êrişa li dijî gundên Kobanê bû. Di dema operasyonan de, ku bi mehan berdewam kir, ew kêliyekê jî nesekinî. Heta ku çeteyên DAIŞ’ê ji her gundê Kobanê hatin derxistin, li eniya şer ma.

Piştî rizgarkirina Kobanê, Fermandar Masîro di pêngavên rizgarkirina Bendava Tişrîn û navçeya Sirrînê jî di nav koordîna şer de cih girt. Piştî demeke kurt bi rizgarkirina van deveran şûnde bajarên Eyn Îsa û Girê Spî jî dê ji çeteyên DAIŞ’ê bihatana rizgarkirin. Dîsa heval Masîro van pêngavan koordîne dikir. Heval Masîro, ku li eniya Firatê serkeftinên mezin bidest xist, di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de beşdarî koordînekirina pêngavên Hol û Şedadê jî bû. Heval Masîro di vê pêvajoyê de, wek fermandarê tabûrên mobîl, gav bi gav li kêleka hemû şervanên xwe di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Heval Masîro, piştî ku bi ezmûna xwe ya fermandariyê ku derbên giran li DAIŞ’ê da, di mehên destpêka sala 2016’an de vegeriya çiyayên Kurdistanê.

Heval Masîro, bû yek ji fermandarên berxwedana şoreşa Rojava ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêş ket. Wî salên xwe yên dirêj ên şer û ezmûna fermandariyê veguherandibû felsefeyek jiyanê. Ew xwedî kesayetek serkeftî bû û li hemberî  jiyan û xebatan bi nêzîkatiyeke cidî tevdigeriya. Di jiyanê de dilnizm bû. Ji gotinan zêdetir pratîkî tevdigeriya û qet ji kêleka şervanên xwe veneqetiya. Ew fermandarek ku di kêliyên herî dijwar de jî çareseriyan peyda dikir û qet dudilî jiyan nedikir. Di kêliyên her kesekî hêviya xwe wedakirî de jî; heval Masîro qet dev jê berneda û li ser serkeftinê disekinî. Hevalê Masîro, her hevalekî/e ku pê re dixebitî di nav xebatê de cih dida, wan bipêş dixist û  şêwazê fermandariya hevpar dipejirand. Ruhê berxwedanê yê heval Masîro di bandorkirina gelek ciwanan taybetî ciwanên Kobanê de ji bo tevlîbûna têkoşînê gelekî bi bandor bû. Li her devera ku lê şer kir, wî di dilê gelê Rojava de cih girt. Heval Masîro li her devera ku çûbû, bi taybetî li Kobanê şopek kûr hişt. Gelê me bi rêya heval Masîro fêm kir ku fermandar û şoreşgerek divê çawa be û çawa bijî. Xwezaya wî ya gelêrî her gav ew nêzîkî gel dihişt. Ew xwedî sekneke wisa xurt bu ku, siyaseta dijmin a ku Kurdistan bi sînoran parçe dike paşguh kir.  Her wiha dema ku li deverên Bakur şer dikir, wî sînor derbas kir û hat ku şoreşa Rojava biparêze. Her kêliya ku ew li Rojava bû, bê rawestan ji bo azadiya gelê me şer kir û bû xwedî kedeke mezin. Hevalê Masîro, di dema xwe ya di şoreşa azadiya Rojava de mîraseke têkoşîna bênavber ji me re hişt. Her fermandar û şervanekî/e YPG-YPJ’ê ku li kêleka heval Masîro şer kir û ew nas kir, helwesta wî ya şer û fermandariyê wekî mînak girt û têkoşîna me heta roja îro anîn. Yek ji afirînerê têkoşîna me ya îro, ku bi navê QSD’ê şênber bûye û li nav tevahî gelên Sûriyeyê belav bûye bêguman hevalê Masîro bi xwe ye. Li ser bingeha felsefeya berxwedana şoreşgerî ya Apociyan, hemû gelên Sûriyeyê di têkoşîna hevpar de cihê xwe girtin.

Heval Masîro Xabûr, fermandarê efsanewî yê şoreşa Rojava û berxwedana dîrokî ya Kobanê, mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hişt. Îro, em li ser bingeha mîrasa ku şehîdên me ji me re hiştine têdikoşin. Bêguman em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku heval Masîro ji me re hiştiye heta dawiyê biparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em azadiya gelê xwe bidest bixin. Em careke din soz didin ku em ê mîrasa berxwedanê ya hemû şehîdan ji me re hiştiye, di şexsê Fermandar Masîro Xabûr de heta dawiyê biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîl careke din kete nava Quneytrayê
Nûçeya Pişt re ‘Şandina heyetê ji bo Îmraliyê, dawî li nîqaşa li ser muxatabiyê aniye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dewleta Tirk li wesayîta malbateke Ereb xist: Birîndar hene

Dewleta Tirk a dagirker li Duhokê êrîşî wesayîta malbateke Ereb kir. Hat diyarkirin ku birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 3’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Navê Sirri Sureyya Onder li navenda çandê ya Şemrexê hate kirin

Şaredariya DEM Partiyê ya navçeya Şemrex a Mêrdînê, li ser daxwaza gel navê Sirri Sureyya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Şandina heyetê ya ji bo Îmraliyê, biryareke derengmayî ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî banga xwepêşandanan li bajarên peravê tevgera leşkerî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Bi banga Rêber Apo re pêvajo bi ser ketiye’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Ermenistanê tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?