Piştî banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya Rêber Apo, li Kurdistan û Tirkiyeyê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hate destpêkirin. Di pêvajoya hatî destpêkirin de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Meclîsê komîsyonek hate avakirin, di komîsyonê de gelek saziyên civakî yên sivîl û siyasetmedar hatin guhdarkirin. Di van civînên komîsyonê de îşaret bi bangên aştiyê hate kirin û piştî biryara PKK’ê ya çekdanînê gelek biryarên girîng hatin girtin. Herî dawî komîsyonê biryar da ku biçe Îmraliyê ku ji aliyê her kesê ve weke “qonaxeke dîrokî” hate pênasekirin. Biryara komîsyonê ya dîtina Rêber Apo, hem ji bo hevsengiyên siyasetê hem jî siberoja pêvajoyê deriyê qonaxeke nû vekir.
Doç. Dr. Vahap Coşkun têkildarî biryara hatî dayîn axivî û têkildarî girîngiya hevdîtinê û gavên siyasî yên pê re nirxandin kir. Vahap Coşkun di nirxandina xwe ya têkildarî pêvajoya çareseriyê de biryara Komîsyona Meclîsê ya ji bo dîtina Rêber Apo weke gaveke “dereng lê rast” pênase kir. Coşkun bal kişand ser gavên ku PKK’ê di pêvajoya salekê de avêtine û got, divê hem aktorên siyasî hem jî dewlet gavên şênber bavêje.
Coşkun diyar kir ku di nava salekê de pêvajo di qonaxên krîtîk re derbas bû û wiha got, “Biryara PKK’ê ya xwefesixkirinê, çek danîn, şewitandina çekan, vekişîna ji sînorên Tirkiyeyê û valekirina xeta sînor gavên pir girîng bûn. Civakê jî nêzîkatiyek erênî nîşanî van geşedanan da. Hevdîtina bi Ocalan re jixwe ji destpêka pêvajoyê û vir ve, mijareke dihat nîqaşkirin bû. Lewma komîsyon divê pir zûde ev biryar daba. Lewma dihat hêvîkirin ku partiyên siyasî bêyî ku vê meseleyê veguherînin tengasiyeke siyasî ya nehewce yan jî krîzê, çareser bikin. Lê belê dibe ku partiyan ji ber bertekên muhtemel ên civakê, ev biryar taloq kirin. Lê belê piştî daxuyaniya Bahçelî ya di komcivînê de ya bi rengê ‘Bila êdî her kes rengê xwe diyar bike, her kes biryarekê bide’ komîsyon neçar ma ku vê biryarê bide. Ez difikirim ku ev biryar rast e. Ji destpêkê ve ez dibêjim ku komîsyon divê bi Ocalan re hevdîtinê bike; sedemê vê jî pir eşkere ye.”
ÎMRALÎ AKTORÊ SEREKE YÊ PÊVAJOYÊ YE
Coşkun anî ziman ku biryara komîsyonê ya dîtina Rêber Apo rast e û destnîşan kir ku ev hevdîtin hem di warê pratîk hem jî sembolîk de krîtîk e. Coşkun got, “Li pişt hemû biryarên girîng ên PKK’ê yên heya niha, Ocalan heye. Komîsyon heya îro timî bi rêya hin kesên din fikrên Ocalan guhdar kir. Lê belê hin mijar hene ku endam dixwazin rasterast ji Ocalan bipirsin. Meseleya Sûriyeyê jî yek ji van e. Di heman demê de ev hevdîtin xwedî wateyeke sembolîk e ku nîşan dide pêvajo gihiştiye qonaxeke jêneveger.”
Coşkun ragihand ku cih girtina endamên AKP, MHP û DEM Partiyê ya li şandeyê, rast e û destnîşan kir ku biryara CHP û koma Yenî Yol a ji bo nebeşdarbûna şandeyê, şaş e. Coşkun got, “Piştî hevdîtina komîsyonê ya bi Ocalan re, pêvajo wê bi lez bibe. Ev hevdîtin wê xebatên komîsyonê jî bi lez bike. 2 wezîfeyên girîng li pêşiya Komîsyonê ne: Ya yekem, têkildarî pêvajoya derbasbûnê çarçoveya hiqûqî were avakirin; ya duyem têkildarî pirsgirêkên demokratîkbûnê yên Tirkiyeyê perspektîfek were diyarkirin û ev yek were raporkirin. Dema hemû hevdîtinên bi Ocalan û akademîsyenan re temam bûn, dê xebatên komîsyonê yên guhdarkirinê bi dawî bibin û ev her du wezîfeyên sereke wê bi lez bibin.”
Coşkun bi bîr xist ku têkildarî pêvajoyê di nav civakê de fikar hene û destnîşan kir ku ji bo derbaskirina fikaran, divê gavên şênber bên avêtin.
QANÛNA DERBASBÛNÊ Û GAVA DEMOKRATÎKBÛNÊ
Coşkun diyar kir ku yek ji gavên sereke amadekirina çarçoveya qanûnî ya pêvajoya derbasbûnê ye û ev tişt got:
“Divê êdî sererastbûna hiqûqî ya ji bo çekdanîna endamên PKK’ê, vegera wan a mal û tevlîbûna wan a jiyana civakî, hîn zêdetir were nîqaşkirin. Ev gaveke pir girîng e. Divê biryarên AYM û DMME’yê bên bicihanîn, Selahattîn Demîrtaş were berdan, dawî li pêkanînên qeyim were, şaredarên hatine hilbijartin car din wezîfeya wan bê dayîn, pêvajoya têkildarî girtiyên nexweş were bilezkirin… Ev gav wê baweriya ji bo pêvajoyê zêde bike. Ji bo van pêdivî bi qanûneke nû jî nîne.”
Coşkun bilêv kir ku di nava salekê de her çendî şaştî û hêdîbûn hebe jî, mesafeyeke girîng hate derbaskirin û got, “Ji bo civak ji pêvajoyê neweste, divê gavên şênber bên avêtin. Eger hiqûqa derbasbûnê were amadekirin, rapora demokratîkbûnê were danîn û gavên îdarî bên bilezkirin, wê baweriya civakê teqez bibe.”

