Di çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, li dijî tundiyê banga têkoşînê hat kirin.
ÎZMÎR
Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li ser Jinan a Navneteweyî civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna ku li avahiya komeleyê pêk hat, gelek jin beşdar bûn. Hevseroka ÎHD’ê ya Îzmîrê Zîlan Gumuş li ser navê komîsyonê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Zîlan Gumuşê destnîşan kir ku 25’ê Mijdarê tenê ne rojeke bîranînê ye, roja mezinkirina daxwaza jiyanê ya li ser esasê wekheviyê ye û bal kişand ser şert û mercên jiyanê yên jinan.
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 6 a Îzmîrê, bi boneya 25’ê Mijdarê ji ber SGK a Konakê heya Qada Cumhîriyetê meşiyan.
Karkerên jin ên endamê Şaxa Geneş-Îş a Hejmar 7 a Îzmîrê, li ber Buyukpark a Bornovayê kom bûn û bal kişandin ser têkoşîna li her cure tundiya li ser jinan.
EDENE
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê, rapora li ser cinayetên jinan amade kiribû bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê ragihand. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê baran Onerê, daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku kuştin bi taybetî di demên ku jin dixwazin derkevin, bixebitin, an jî li ser jiyana xwe biryar bidin de zêde dibin.
Rapor ji aliyê endama Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa ÎHD a Edeneyê Belgîn Işikê ve hat parvekirin.
AMED
Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber Bîrdariya Danezana Mafên Mirovan a Parka Koşuyoluyê ya Amedê rapora tundiya li ser jinan a sala 2025an eşkere kir. Gelek pêkhateyên Torê beşdarî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê endama Torê Mîna Îlhan ve hat xwandin.
Mîna Îlhan diyar kir ku dema ew salek berê bi îsal ve miqayese dikin tundiya derûnî ji sedî 27 û tundiya aborî ji sedî 44 zêde bûye û got: “Tundiya zayendî û fizîkî jî hem ji aliyê rêjeyê ve hem jî ji aliyê naverokê ve girantir bûye. Em ê wekî Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê li ber tundiyê rabin û ji bo jiyanê bi hevgirtinê û xwebûyînê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Daxûyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û lîlandinê bi dawî bû.
ÊLIH
Li Êlihê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve” meşek li dar xist, dû re jî daxuyaniyek da çapemeniyê.
Jinên ku li Parka Yilmaz Guney kom bûn heta Batman Park AVM’ê meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin Jiyan Azadî”, “Jin Jiyan Azadî, azad bibe Rêbertî” hat berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Zeryam Işık ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinkirî hat kirin.
Her wiha aktîvîsta TJA’yê siyasetmedar Ayla Akat Ata jî axivî û bal kişand ser tundiya li hemberî jinan û got: “Bi salan e em di vê hawîrdora tundiyê de ezmûnên re rû bi rû man. Ger sibê çareseriyek demokratîk pêş bikeve, rola me di pêvajoya avakirina aştiyê de dê cuda be. Li ku derê tundî hebe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em hene û em ê hebin.”
DÊRSIM
Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Dêrsimê li avahiya Baroyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parêzer Reyhan Helin Bulut di civînê de axivî û got: “Tundiya li dijî jinan li Tirkiyeyê ne bûyereke takekesî ye; ew binpêkirineke sîstematîk a mafên mirovan e ku ji ber xemsariya saziyan a bi salan bêcezatî mezin dibe û tevna civakî xera dike.”
Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD a Dêrsimê jî li avahiya komeleyê der barê 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Ji Bo Jiholêrakirina Tundiya Li Dijî Jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka Şaxa ÎHD a Dêrsimê Nurşat Yeşil li wir axivî û diyar kir ku jin bûne hedefa sereke ya hem pêvajoyên pevçûnê û hem jî polîtîkayên dewletê yên zordar.
SÊRT
Li Sêrtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), meşek hat lidarxistin. Jinên ku li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn bi tilîlî û çepikan ber bi cedeya Guresê meşiyan. Di meşê de pankarta “Bi civaka demokratîk ve ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hat vekirin û jinan dirûşma “Jin jiyan azadî”, “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û metna daxuyaniyê ji hêla aktîvîsta TJA’yê Muazzez Bulga ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê ji bo jiyaneke bê tundî têkoşîna xwe bidomînin.
Parlamentera DEM Partî Sebahat Erdogan Saritaş jî bal kişand ser daneyên kuştina jinan û daxuyand ku dê li dijî kuştina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.
Çalakiya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
ŞIRNEX
Jinan bi pêşengiya TJA’yê xwestin di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Silopiya Şirnexê meş û daxuyaniyê bidin. Di nava wan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk hebûn, gelek kes ji bo meşê li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê kom bûn. Bi sedan polîs meşa ber bi Kolana Hunerê ve hat destpêkirin asteng kirin. Polîsan bi gelek wesayîtên zirxî û TOMA’yan avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin meşê.
Jinan bertek nîşanî dopêçkirinê dan û diyar kirin ku ew dixwazin bi pankartên ku wêneyên jin û zarokên hatine qetilkirin bimeşin. Jinan li dijî dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Jinan bi stranên berxwedanê û berzkirina dirûşmeyan çalakiya xwe didêmînin.
COLEMÊRG
Li navçeya Gever a Colemêrgê bi pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne” meşeke girseyî hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em li dijî tundiyê ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne”, dovîzên “Jin jiyan e, jiyanê nekuje”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ji bo avakirina aştiya civakî divê demildest mafê hêviyê bê bicîhanîn” û wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin hatin hilgirtin.
Halîde Turkoglu piştî meşê axivî û got: “Tundiya li dijî jinan di heman demê de tundiya dewleta mêr a di şexsê jinan de li dijî civakê ye. Me gelek caran ev yek dît û jiyan. Dibe ku îro çek qismî bêdeng bûbinî lê polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan berdewam dikin.
Duh, Komîsyona Meclisê serdana Îmraliyê kir û gavên dîrokî hatin avêtin. Şer bi me hemûyan dide windakirin lê aştî bi me hemûyan dide qezenckirin. Ger avakirina aştiyê pêk were, wê şerê topyekûn ê li dijî gelan û jinan bi dawî bibe. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di serî de bi berdana birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî pêkan e.”
AGIRÎ
Bi pêşengiya TJA’yê ki navenda Agiriyê meşek hat lidarxistin. Meclisa Jinan a DEM Partî, DBP û gelek jinan beşdarî meşê bûn. Jin li ber avahiya DBP’ê ya Agiriyê kom bûn û wêneyên jinên ku di dîrokên cûda de ji hêla mêran ve hatine qetilkirin hilgirtin. Di meşê de dovîzên “Faîl eşkereya yê adalet kamca de yo?”, “Mêr dikuje, dewlet diparêze,” û “Qirkirina jinan polîtîk in” hilgirtin û pankarta “Bi civaka demokratîk re ber bi jiyanek azad ve” vekirin. Girseya ku li kolana Tahîr Elçî kom bû bi berzkirina dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo,” û “Bijî berxwedana zindanan” ber bi kolana Cumhuriyetê ve meşiya.
Jinan li kolana Cumhuriyetê daxuyanî da çapemeniyê. Piştre bi berzkirina dirûşmeyan heta ber avahiya DEM Partiyê meşiyan û dawî li çalakiya xwe anîn.
ÎDIR
Bi pêşengiya TJA’yê li Îdirê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Meclisa Jinan a DEM Partiyê, DBP, Hevşaredara Îdirê Nejla Kum û gelek jin beşdar bûn. Jin li ber avahiya DEM Partiyê kom bûn û li kuçeya Basinê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hate hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Hevseroka DBP’ê ya Îdirê Kezban Karasû Tanca ve hat dayîn.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyana azad” bi dawî bû.
WAN
Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê li ber adliyeyê daxuyanî da. Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Hulya Çelîk Sonmez daxuyanî da û diyar kir ku di navbera 1’ê Çileyê û 21’ê Mijdarê de 262 jin hatine qetilkirin. Sonmez bi bîr xist ku di meha Nîsanê de li Wanê sê jin bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane û got, “Ji bo li bajêr mirina gumanbar a jinan û her cure tundî bi bandor bê lêkolînkirin divê em bi têkoşîna hevpar xebatê bimeşînin.”
Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê jî li avahiya şaxê daxuyanî da çapemeniyê.
BEDLÎS
Li Bedlîsê bi pêşengiya TJA’yê meş hat lidarxistin. Meşa ku ji Rawestgeha Xîzanê destpê kir heta ber avahiya DEM Partiyê ya Tetwanê berdewam kir. Di meşê de timî dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Bijî têkoşîna jinan” hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.
ERZIROM
Li navçeya Xinûs a Erziromê bi pêşengiya TJA’yê meş û daxuyanî hat lidarxistin. Jin ji navenda navçeyê heta qada bajêr meşiyan û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Aktîvîsta TJA’yê Mehtap Demîrkaya li wir axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî pergala dewleta baviksalar a serdest xurttir bikin.
MÛŞ
Jinan li Mûşê bi pêşengiya TJA’yê daxuyanî dan. Jinên ku li ber Şaredariya Muşê kom bûn pankarta bi Kurdî û Tirkî “Bi civaka demokratîk ber bi jiyana azad a bê tundî ve” hilgirtin. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên hatine qetilkirin û dovîzên ”Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin”, “Edalet ji bo Rojîn Kabaîş” û “Komun bingeha jiyana azad e” vekirin. Polîsên ku dora şaredariyê dorpêç kirin, nehiştin ku jin ber bi qada bajêr ve bimeşin. Jinên ku bi saetan li dijî dorpêça polîsan rûniştin, piştre daxuyanî dan. Aktîvîsta TJA’yê Muşerref Dag, daxuyanî da û got, “Jiyaneke nû ku jin li dijî hemû cureyên tundiyê bi ser bikevin pêkan e. Ev jiyan tenê bi civakeke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, edalet û demokrasiyê pêkan e. THeta ku em vê jiyanê ava bikin wê têkoşîna me berdewam bike.”
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan jî got: “Wê tu jin li vî bajarî bi tena serê xwe nemeşe. ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo me ne tenê dirûşmek e. Ew felsefeyeke jiyanê ye ku li ser vî axê bi xwîna bi sed hezaran jinan û dayîna berdêlan li cîhanê belav bûye.”
QERS
Li Qersê bi pêşengiya TJA’yê meşek hat lidarxistin û piştre daxuyanî hat dayîn. Jin li ber avahiya DEM Partiyê ya Qersê kom bûn û bi pankartên “Em ji bo wekhevî û azadiyê bi hev re ne” û “Jin, jiyan, azadî” meşiyan. Jin ji kolana Kazimpaşa heta kolana Faikbey meşiyan û ji wir jî heta Qesra Gazi Ahmet Muhtarpaşa meşiyan. Di meşê dirûşmeya “Bila kujer bên dîtin, bila edalet bê bicihanîn” berz kirin. Meş bi daxuyaniyê bi dawî bû.
MÊRDÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî, jin di çarçoveya 25’ê Mijdarê, bi pêşengiya TJA’yê meşiyan. Jin li ber Navenda Çanda Mîtanî kom bûn û wêneyên jinên hatine qetilkirin û pankart hilgirtin. Di meşê de dirûşme berz kirin û stranên berxwedanê gotin. Jinan li seranserê sînorê Nisêbînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û li Parka Aştiyê ya li navenda bajêr daxuyanî dan. Daxuyaniya ji hêla Berdevka TJA’yê ya Mêrdînê Hatîce Oncu ve hat xwendin. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku jin ji bo jiyana xwe doza xwe dimeşînin û qetilkirina jinan wekî qirkirina jinan pênase kir. Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
STENBOL
Baroya Stenbolê li avahiya xwe pankarta “Ne edaleta mêran, edaleta rastîn” daliqand.

