Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê 350 şehîdên di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de li cih û salên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn. Di çalakiyê de nûnerên Rêveberiya Xweser, malbatên şehîdan û şênî amade bûn.
Şehîdên hatine bibîranîn; endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên QSDˊê, YPJ û YPGˊê, gerîlayên HPGˊê, sivîlên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Fatme El Casim axivî. Fatme da zanîn ku ew bejna xwe li beramber tevahî şehîdên azadiyê ditewînin.
Di merasîmê de sînevîzyona rêwîtiya van şehîdan hat pêşkêşkirin. Di dawiya merasîmê de hat diyarkirin ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û armancên wan heta serkeftinê bidomînin.
Her wiha vekirina Hola Qehremaniyê ya Şehîd Delîl Saroxan ku merasîm û çalakiyên malbatên şehîdan lê bên lidarxistin, hat kirin. Salon piştre wê bi wêneyên şehîdên Qamişloyê were xemilandin.

