Li bajarokê Kefer Tixarîm ê gundewarê Idlibê teqînekê rû da, di encamê de 5 kes hatin kuştin û hijmarek birîndar bûn. Ji bilî ziyanên madî, gelek avahiyên şêniyan jî zirar dîtin.
Heta niha jî şênî û tîmên rizgarkirinê li bin kavilan li kesên winda digerin.
Dengê teqînê li seranserê bajêr hat bihîstin, heta niha jî sedemên teqînê ne diyar e.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR) destnîşan kir ku teqîn li depoyeke cebilxaneyê ya yek ji komên çekdar pêk hatiye, ev depo jî li nava malên şêniyan de bû.

